|
Amed!
Bajarê ku bêhna dîroka hezarê salan jê
tê. Amed yan jî diyarê Bekiran, diyarê
ku tu car serê xwe neçemandî! Bajarê ku
heta roja îro kelha wê û çemê Dicle bi
evîn, bi hezkirin li hev temaşe dikin û
eşqa vê dîmenê di ken û awirên xelkê vî
bajarî de tê dîtin. Ev evîn hêj di peyv
û hevokên stranên dengbêjên vî bajarî
de, wek pêlên çemê Dicle li ber xwe
didin. Hêj, şêx Saîdê Pîran, zîndana
Amed, serhildanên Amed li ser zimanê vî
bajarî; helbeste, çîroke, destane,
hebûna vî dilî ye ku ew dil hêviya
miloyanan kes e ku bi lêdan xwe dengê
sirûda azadiyê li seranser bajar û
bajarokan belav bike. Û ev hêvî, îro di
hemû sazî û dezgehên Amedê de dikene û
hêvî ber bi pêkînanê ve dimeşe…û dema ez
û çend heval ketin ser rêka dilê
Kurdistanê Amed, yek ser rojên enfala
reş di mêjk, hest, giyan û hemû rayên
canê min de serî hildan û di
serpêhatiyên rojên mêhvanperwerî û
kurdperweriya vî bajarî de zindî bûn.
Li roja 10.8.2009 em pênc heval ji
bajarê Zaxo, me serdana bajarê Amedê kir…serdana
me bo mawê sê roja bû ji layê yekêtiya
nivîserên kurd/Duhok û komala nivîserên
kurd/Amedê ve hatibû rêkxistin. Her bi
gehiştina me bo vî şarê ciwan û
kurdperwer, em bi germî hatin
pêşwazîkirin ji layê hevalên komala
nivîskarên Amedê ve. Di vê serdanê de me
sera şarewaniya mezin Amedê da û herweha
çendîn dezgeh û sazî û cihên dîrokî û
rewşenbîrî û ragihandinê. Bi rastî min
gelek tiştên dilxweşker dibhîst li ser
rewşa kurdên bakur…lê heta vî astî min
bawer nedikir ta ku min bi çavê xwe dît.
Karkirin û damezirandina van sazî û
dezgehan karekî biçûk nîne ku mirov di
dilê dewletekê de bikit ku vê dewletê bi
dirêjahiya mêju raburdiwa xwe hemî
dijayetiya keltur û ziman û hebûna kurda
kiribit…Ger bi wijdana xwe xwe ya
mirovayetî berêxwedanekê li şarê Amed
biket, mirov bê deng namîne beramber wan
kar û çalakiyên di demekî kêm de li vî
şarî hatîne kirin. Berî ku ez bas li van
cih û kara bikem, divêt wê çendê jî
jibîr nekim ewa şarewaniya Amedê û gelê
Amedê jibo cendekê hunermendê mezin ê
kurdperwer(Aram)li ber li ber xwe da,
Aram tu şaş nebûyî bêjî min li Amedê
veşêrin, lewre Amedî li bawaşgirtina te
di heyacaneke mezin de bûn..tu li baweş
negirtî lê di dilê wan de dijîyî…di gora
xwe de gelek şad be ku xebat û hunera te
peyama xwe gehand Amedê…

Dilbirîn Halo û hunermend Farqîn
Her çend ez jî li Amedê xerîb nebûm, lê
Ameda nuke û wî demî ez lê jiyam
ferqîyek mezin heye…Demê sala(1988)li
enfala reş em derbederbûn…em li Amedê
bûbûn mêhvan, wî demî ez biçûkbûm lê
kurdperwer û merdatî û mirovatiya xelkê
Amedê jibo me nayête jibîrkirin, her
çende mijara me ev nîne ez bas li vê
çendê bikem…bila ew bo demekê dî bit, lê
rastiyek heye divêt mirov bibêjit ger
Amedî neban nuke ez û bi dehan xortên
wekî min vî şêweyî nedibûn…
Min di serî de jî got Ameda nuho û berê
guharînên mezin çêbûne, nuke Amed Amed
e, Amed bi kurdiya Amed yê avedaniye…nuke
bejin û bala Amedê bi kirasekî kesk û
sor xemlandiye…nuke pêkolê diket jibo
gehandina peyama kurdî û parastina ziman
û keltur û çanda kurdî şarewaniya Amedê
kêm xemî nekiriye jibo van meremên min
li serî diyarkirîn…xebat û têkoşîna wan
berdewame jibo jiaynek xweştir û rojên
ronahîtir…

Serokê şarewaniya Amedê Osman Baydemîr,
serokê komala
nivîskarên kurd li Amedê Îrfan Baba Oxlo,
helbestvan Arjen Arî li gel şanda
nivîskarên Zaxo
Bi rastî mirov çend bêjêt hêşta kême bo
wan karên hatine kirin…lê ew saziyên
gelek bala min rakêşayî, êk ji wana mala
dengbêja bû, avahiyeke dîrokî de her
êvar ew dengbêjên milî lê kom dibin, bi
dehan keç û xortên vî şarî tên guhdariya
wan dikin, xwe bi xwe ev e pêngaveke
gelek pîroz e hatî avêtin jibo parastina
filoklor û dastanên kurdî, jiber ku em
gelek serbor û şoreş û hebûna xwe di van
strana de dibînin lewma jî parastin û
hebûna van dengbêja parastina ziman û
giyana kurdayetiyê ye.

Mala Dengbêjan li Amedê
Min divêt pir ji dil sipasiya wan hemi
hevalan bikim ew ên mandîbûneke zor bi
me ve dîtî û bi tirimbêleke şarewanî sê
roj di gel me borandîn wan birêzan…Îrfan
Baba Oxlo serokê komala nivîskarên Kur
Amedê, helbestvanê mezin Arjen Arî û
kekê Metîn, careke din bo wan hemî
hevalan sipas, sipas Amed bo
hembêzkirina me…
Li domahiya vê nivîsînê min divêt bi
kurtî navê wan dezgeh û sazî û cihên
dîrokî bidim xwiyakirin ew ên di çarçova
wê serdana sê rojan de me çav vê keftî:
1. Kelha Amedê û pir anehdor û gora
Mehmet Uzun
2.Enstîtoya li Amedê
3. Ajansa deng û basên Dicle
4. Rojname Azadiya welat
5. Komala kurdker
6. Navenda çand û hunera Dicle û Firat
7. Mala dengbêja
8. Şarewaniya mezin ya Amedê
9. Gun. TV
10. Komala nivîskarên kurd li Amedê
11. Çap û weşana Lîs
Hêjaya ku ez bêjim di serdana van saziya
de pêşewaziyeke germ li me hate kirin û
bas li peywendiyên rewşenbîrî û nivîser
û rojnamevanên kurd li her deverekê hate
kirin. Divêt jibîr nekim, dawiya
serdanên xwe de li mala dengbêja
êvariyeke pir ciwan hatibû rêkxistin ji
layê nivîser û hunermendên deverê tê de
amadebûyîn peyva komala nivîskarên Kurd/Amedê
di gel peyva şandê me hate xwendin.
Çendîn stranên milî ji layê dengbêja ve
hatin gotin û li dawiyê jî, çend
helbestek hatin xwendin.
Veguhastin ji pîtên erebî bo pîtên
latînî
Demhat Dêrikî |