|

Derweş
Ziman@postmaster.co.uk
-1-
Di vê serdema me de, çend pirs
xwe didin pêş, ji wan pirsan paşeroja şaristaniya rojava ya hemdemî
ye. Herwekî awayê ramandinê durvekî serekî yê şaristaniyê ye û jiber
bîr û baweriyên ayînî beşekî giring in ji awayê ramandinê. Lewra di
vê mijarê de pirsên ayînî cihekî serekî digirin.
Pirsgirêka aloz û giran ew e,
ku her olek xwe ya durist dibîne û xwe tenê li ser riya rast û olên
din çewt û şaş dibîne. Her olek dibêje duristiya ola me ji her
hişmendekî re diyar e. yên din nezan û belkî yekcar jî bê bêhiş bin.
Her olek bawer dike, ku riyên
olên din xwar in û pêwistî rastkirinê ne, Hin bi têkilî û pendan
ango bi awayekî aştiyane, hin jî dixwazin bi zor û kotekî olên din
durist û serast bikin.
Helbet şaristaniya rojava ya
hemdemî wê pirsa paşeroja xwe bike. Çend belko tên bîra merov.
A - Gelo ev şaristanî dikare
bê asteng li cihanê tevî belav bibe û şaristaniyên din bi hesanî
binpê bike û wan hilîne û ew bibe şaristaniya gerdûnî ya yekta .
B - Yan ev şaristanî wê li
tenişt hin şaristaniyên din bi aştî û aramî cih bigire û riwên
teknolojî wê cihê danûstandin bin.
C - belko ya sisiyan ew e, ku
hin şaristaniyên din mîna çînî, hindî an misilamniyê berxwedana wan
xurt û dijwar be, riwên teknîkî wergire û ji hêlekê din ve bibe
rikber, asteng, nakokiyên bêçare peyda bibin û dawî jê re bibe
metirsiyên wêrankar.
Piştî 11 Eylûna 2001, ku di wê
rojê de hin ji tunrewên misilman ziyan gihandin Pentagona Emerîkî û
li Newyorkê avahiya navenda bazirganiya cihanî hilweşandin. Bombeyên
11 Eylûnê, li seranserî cihanê dengê defa hewarê da. Ew guman û
rayên ku dihatin gotin, kirin pirsin eşkere yên ku bi lez çareseriyê
dixwazin. Di encam de pirsên ayînî ji herdemê bêtir xwe dan pêş.
Rojava bi tevayî û Emerîka wek serkêş, guhertinin piralî xwestin.
Bêguman ev doza guhertinê kevn
e, nimuneyê Tirkî diyar e, ku dewlet û civakê ciqasî rûçikên
misilmaniyê dane alî, lê piştî 11 Êlûnê guhertinên pir kûr tên
xwestin ku digihêje naveroka olan û kûriya hişmendî û kesayetiya
civakê.
Ji bilî hin qurçikan, li
seranserî cihanê bersivek belênî tê dan û guhertinên bi lez û bez
pêktên, wek nimuneyê van guhertinên ku hin dixwazin misilmaniyê
nêzîkî rojava bikin, ragehandina cihanî belav kir, ku li emerîka
jinin misilman, li pêşiya mêran di mizgeftan de nimêj dikin. ev
rudayeke bêhempa ye di dîroka mislimanan de, tiştekî wisa tucar
derbas nebûye.
2
Miletê me jî di cihanê de û
wek beşek mezin di navçeyekî stratêjîk wek rojhilata navîn de cih
digire, bi zimanê rewşenbîrên xwe ji hêlên siyasî û ramanî ve gereke
bersivên xwe bide.
Di vê de, rêbaz û olên kurdan
hinekî cihê ne, cihê şanaziyê ye, ku merov di çanda kurdî de
helwestin dûrî tundrewiyê û dûrî nakokiyên wêrankar dibîne.
Wek nimune piranî hozanên Kurd
li perestgeha Laliş temaşe kirine wek cihekî pîroz, her wisa jî li
hêmayên olên wek êzîdî, fileh û cihûtiyê mîna xerq, zinnar dêr û
kenîşt wek hêmayên pîroz dîtine.
Wek nimuneyek di vê babetê de.
Melayê Cezîrî dibêje[i]:
Dilgeşte min ji dêrê, naçim
kenîşteyê qet
Mihrabê wê
bi min ra, wer da biçîne Laleş
Ji vê firdikê belû ye ku
Cezîrî li tiştekî digere. Weha dibêje:
(Dilê min di geşt û rêwingiyê
de ye, ji cihekî diçe cihekî din. Dilê min ji dêrê maye, kenişta
cihiwan jî berê dilê min jê maye û nema ez tucar diçimê, niha jî ez
di mihrab û mizgeftan de me. Min armanca xwe li tu cî nedî, de ka
emê herin Laliş.)
Di vê firdikê de diyar e, ku
dêr, kenîşt, mizgeft û laliş perestgehên olên cihê ne. Lê Cezîrî
nizane kîjan perestgeh ji ya din dikare wî zûtir bigihîne armanca wî,
dilê wî lê rûne. Heger ji mafê Cezîrî be li cihekî li gor dilê xwe
bigere helbet ji mafê herkesekî din e jî ku li olekê bigere dilê wî
têxe cih. Bi gotinin din, tukes nikare bêje ev ol durist e, lê
dikare bêje dilê min li vê olê rûdinê û ev ol li gor dilê min e.
Ev helwesta Cezîrî û hozanên
me yên din di vê serdemê de çiqas pêşketî ye, çiqas zaniyar û
ciwamêrane ye, çawa hişê berî sedsalan dikare rêberiya daxwazên roja
îro bike.
Ev helwestek baş e, heger
çirûsek ji hişê helbestvan be, an kêlîkek be di nav ramanên wî re
buhurî bin. heger di diltengiyekê de hatibe, yan jî pêlek lerzok ji
xeyala helbestvan riwê pelê wî xemilandibe.
**
Gotinek Kurdan heye dibêje: (heger
feqîrek kirasekî nû lê be, kes jê re nabêje pîroz be, lê jê dipirsin
te ji kû anî ?).
Emê li jêr bibînin ku ev
helwesta Cezîrî û hozanên me yên din bi tevayî, helwestê wan yê
resen û cihgirtî bûn, ne dizî bû, ne pêl bûn, ne jî kêlîk bûn.
Zêdeyî vê hewestin şiyar û hişmend bûn. Belê ev helwest encama
nêrînên wan yên felsefî bûn. Lê çavê felekê gor be, gencîneyên
zaniyariyê wê çendên salên din, hîna windayî, veşartî û nixumandî
bimînin.
Heger em gêlîkekê li ser
ferdikek ji yên Cezîrî rawestin, ji me re wê diyar bike ku çawa
helwesta Cezîrî hewestek li gor bîr û baweriyên wî ne, çawa bi
rengekî felsefî burhan û teqez dike.[ii]
Ji sira la mekan wacib tenezil
kir di imkanê
Fe eyne el ilmû, eyne
el 'eynû we eyne el eynû iz la eyn
Ev firdik ji berî sedsalan e,
di serdemekê de bû ku pirsên merov hatine guhertin, ji ber vê jî
şîrovekirina wê hinekî dirêj e.
Wek ku diyar e, ev rêzika
helbestê bi Kurdî û erebî ye, ji hêla din ve hin zaravin felsefî ji
demên borî tê de hene, baştir e, hinekî bêne şîrovekirin û zelal
kirin.
Sir: peyvek erebî ye, bi
wateya nixumandî.
Lamekan: bêcihî, necih
Wacib: pêdivî, zaravek ji
felsefa Eristotalis dertê ku heyîna xwedan pêdivî ye, û ya hertiştên
din imkan û belko ye.
Tenzil kir: daxist, peyda kir.,
afirand
Di imkanê : daxist imkanê,
bicih anî, şiyanê
Fe eyne el 'ilmû, eyne el 'eynû:
kanî ilm, kanî heyîn bi xwe.
Fe eyne el Eyn iz la eyn: ma
kanî cih heger bê cihî ye. Bi gotinin din kanî cih heger cih bi xwe
tune ye.
Hin karin bipirsin, heger cih
tune be, çima zaniyarî tunne?.
Ji ber ku çawa em nikarin bi
graman dûriya du bajaran bipîvin û çawa em nikarin giraniya kevirekî
bi gêlîk û xulên demê bipîvin, wisa ji cihekî em tutiştî di necih de
nikarin bipîvin. Ji heyînê em nikarin neyînê bipîvin. Heger em
bipirsin kîjan giran e, kevirekî tunne yan stêrek tunne, bêguman
herdû wek hev in, herdû tenê tunne ne.
Bi gotinin din, ji ber ku cih
mercê serekî ye, ji hebûna taqîkirin û tecribekirinê re ye, her wisa
dem jî mercekî pêdivî ye. Bê wan û dervî wan tu nasîn nikare peyda
bibe û hiş nikare sawêra heyînekê dervî cih bike.
wisa em digihêjin wê, ku cih
di vê firdikê de venîşana taqîkirin û pîvanê ye, nasîn û zaniyariyê
ye, venîşana hişmendî û rewanbêjiyê ye.
Wateya firdikê wisa dibe[iii]:
Ev razek e, ku xwedan bi hêz û
karîna xwe erd, ezaman, tevaya gerdûnê ji cem xwe ku ne li cihekî
ye, ji bêcihiyê daxistiye û bi cih kiriye ye,
naxwe tu zanîn û zanistî
nikare bigihêje heyîna xwedan ku di wê bêcihiya xwe de ye. û tu hiş
an zanîn nikarin tutiştî li ser xwedan binasin, û tu tercrûbeyên
serkeftî li ser tayebetmendiyên wî çê bibin.
Bi gotinin din: Xwedan dûrî
taqîkirin û tecrûbê ye. Tu nasîn û zanîn wî nas nake û tenê em
dikarin bêjin xwedan heye ji ber pêdiviya heyîna gerdûnê ye (wacib
e, wek Eristotalis dibêje).
Karekî rewa ye û bê tu şaşî
ye, ku em encamên firdika Cezîrî bi pêş de bidin, lê ji bo hin kes
bi taybetî olperest gazinan nekin, di vir de gotinên (wolter sîts)
baş in, ku dibêje:
"Em çi wateyê dikirin bidin
hevoka Hêlîniyan (tiştên pelandî ne rasteqîn in). û guhê xwe bidinê
ku me ne got mebesta Hêlîniyan ji vê gotinê çi ye?, lê me got em çi
wateyê dikarin bi vê gotinê vekin"[iv]..
Bi kurtî herdem em ji deqê li ber destê xwe dipirsin mebesta te çi
ye, lê em vê pirsê ji nivîser bi xwe nakin.
Ev firdika Cezîrî dikare
rahêje çi ramanan. Berî hemî her wekî wî gotiye, tu agahiyên zanistî
merovan li ser xwedan tucar nikare peyda bibe, û jêdera hemû
zaniyariyên wî di vî babetî de dilê wî ne.
Di encam de baweriya her
merovekî têkiliyek taybet di navbera wî û dilê wî mirovî bi xwe de
ye, tu bingehên zanistî, rewanbêjî an hişmendiyê di baweriyên wî de
tunne ne, tenê dilê wî jê re dibêje ev rast e an şaş e, bêguman
mirovin din dilê wan dikare tiştekî din bêje, ku li gel dilê Cezîrî
nakunce..
Bi gotinin din, tu kes nikare
bêje ev ol ya rastqîn e û ya din şaş e, yan bibêje ev şêwe û rewişta
peresdariyê ji şêwe û rewiştên din saxlemtir in, an xwedan wê bêtir
dipejirîne, wek me got, ji ber oldariya merovekî bi dilê wî mirovî
ve girêdayî ye.
Ji vê baweriyê naçar dertê,
herwekî mirov zane xwedan heye (ji ber wacib e), lê nizane çi ye an
çi dixwaze, nizane bi çi rengî peresdariya xwedan durist e,. li nik
wî her derek be baş e, bi mercê ku dilê wî kesî lê rûnê. li dêrê,
kenîştê an li laliş peresdariya xwe bike, li kîjan derê be baş e, û
hemû perestgeh wek hev pîroz in, çimkî pesetdar berê xwe didin
xwedanê xwe, heger ew xwedan di sawêrên pût û seneman de bin, dîsa
jî mebest jê ew xwedan e, ew xwedanê pêdivî ye, Ango merov azad e,
xwedanê xwe bi çi rengî bibîne û bi çi awayî peresdariyê jê re bike.
**
Dîwanên hozanên Kurdan bi
baweriyên nêzîkî van dagirtîne. Di firdikekê de Cezîrî dibêje:[v]
Mey nenoşî şêxê Senanî xelet
Ew ne
çû nêv Ermenistanî xelet.
Wetaya wê : gotina ku dibêje
şêxê Senanî mey venxwar ev gotin şaş e
û gotina ku dibêje şêxê senan
neçûye Ermenistanê ev gotin şaş e
Bi gotinin din her tiştê Feqê
Teyran di vê mijarê de gotiye durist e
Di vê firdikê de li ser Şêxê
Senan radiweste. Li gor Feqê Teyran, vî şêxî keçek fileha ermenî
evand, ji bo wê, Şêx ji riya hecê vegeriya, mey vexwar, bû şivanê
berazan û dawî bêtobê bike, dimire û tevî van karan tevan şêx cinetî
ye, diçe cinetê.
Bêguman baweriyek wisa di
civatek misilman de, nayê pejirandin û dê bibêjin an Şêx Senan ji
olê dageriyaye an wê bêjin Şêx Mey venexwariye û neçûye Ermenistanê,
Lê rewişta şêx li gor baweriyên Cezîrî ye, em karin bêjin, ku ji ber
vê berevaniya Feqê Teyran û şêx Senan dike[vi].
3
Bingehên baweriyên wisa li ba
gelek hozanên kurdan heye, pirsekê rewa xwe dide pêş: Aya şopa van
bawerî û felsefe yên hozanên kurdan di civaka kurdî de heye. Bandora
wan çi bû û çiqas bû, an qîr bû di beyabanên jibîrkirinê de winda bû
û çû ?
Ji kêmaniyên me, gerek bû me
ramanên Cezîrî bi ferehî di civata Kurdî de bişopanda, çiqas hozan,
mele, keşe, feqîr û kesayetiyên olî yên din ketine bin bandora van
baweriyan, dûv re çi bandora xwe di civaka Kurdî de kiriye.
Tiştekî kêm lê giring em di vî
warî de dikarin bêjin ew jî, dîwana melayê Cezîrî li hemû hicre û
dibistanên kurdistanê belav bûn, em dikarin bêjin hema her melakî
Kurd dîwana Cezîrî xwendibû, bêguman di nav wan de zana hebûn, ku
têdigihiştin Cezîrî çi dibêje.
Di civaka Kurdî de hin rûdan,
rûçik û awayên rêxistinê hene, em nabêjin ku di bin bandora ramanên
Cezîrî û hozanên din de peyda bûne, lê ku li gel van ramanên Cezîrî
dikuncin
**
Di rêxistina êla Kurdî de,
berî hemî rûdayeke seyr di nav Kurdan de em dibînin, ku di rojhilata
navîn de bê nimûne ye û belkî di cihanê de jî bê hempa be. Ev rûdan
rêxistina êla kurdî ye, ji hêla ayînî ve rêxistinek pirolî ye, naxwe
rola olî di damezrandina êlê de û di pêvajoya dîroka wê de ne pir
giring bû, Di encam de em digihêjin rastiyekê, ku nakokiyên di
navbera olan de di hişê mirovê Kurd e ewqas qels bûn, ku nikarîbûn
êlê perçe bikin.
Di vî warî de, pir êlên kurdî
bi tayebetî yên mezin pirolî bûn. Heger her olekê ya din gunehkar,
kirêt û çepel dîtiba û bi zor xwestiba ola wê biguhere, wê hewl daba
bi zor baweriyên xwe belav bike, bêguman ola din jî wê li berxwe
bida û nakokiyên bêçareserî wê ketibana nav êlê, di encam de wê êl
ji hev biketa an birekî ji êlê wê birê din bi zor anîbana ser ola
xwe û piştî çendên salan wê êla Kurdî ji yek olê pêk hatiba, ango êl
ji hêla olî ve wê hevgirtî, hevsan û yek ta ba.
**
Di gelepûrê Kurdî de jî hin
rûçik hene, ku li gel ramanên Cezîrî dikuncin, di stran, çîrok û
serpêhatiyên evîndariyê de diyar dibin.
wek Derwêşê Evdî. Di stranê de
Derwêşê Evdî Êzîdî ye û Edûlê misilman e û zêde jî keça Paşe ye.
Seranserî stranê dengbêj pesnê ciwamêrî û mêraniya Derwêşê Evdî dide.
û dike mînaka qencî û ciwamêriyê. Ev jî tiştekî balkêş e, ku di
civatek misliman de dengbêj pesnê gernasekî êzîdî bide û tu gernasê
misliman hemtayê wî ne bîne. Di civatek wisa de ku piraniya pir ne
fileh in, pesnê Metran Îsa bide, bê guhê xwe bide ola vî an yê din.
Wisa jî gelepûrê Kurdî
evîndariya di navbera mêr û jinek ji du olên cuda pesn kiriye hem jî
wek evînek rasteqîn daye nasîn û di encam de durist e, ku her du
evîndar bigihêjin hevdu,
Ev tev nîşanên xemsariyê
civakî himber bendên olî ne, ku li pêşiya evîndaran têne danîn, van
bendan şaş, nedurist û ne rewa dengbêj pêşkêşî gel dikin. Nimûne di
vî warî de bêjimar in.
4
Giringiya firdikên Cezîrî di
hêla felsefî de, heger ne derî mijarê min e, lê demek dirêjtir ji bo
xwedina gotarekê dixwaze, Tevî wilo, mirov dikare çend tiştan bêje.
Raste ne tenê Cezîrî gotiye
hemû perestgeh pîroz in, wek nimune Ibn Erebî jî wisa gotiye, lê
Cezîrî tenê bi rewanbêjiyek hevgirtî û tebût ev tişt burhan kiriye.
Eristotalis di sedsalanên
dirêj de bi taybetî li nig fîlosofên misilmanan, fîlosofê bê şaşî bû,
bi taybetî rewanbêjiya wî weke rêbazek pîroz û nayê hingivandin lê
temaşe dikirin.
Rast e, Cezîrî di vê firdikê
de destê xwe nedaye rewanbêjiya Eristotalis bixwe, lê encamên ku
Eristotalis deranîne pûç dike, ev jî rêxweşkirineke ji bo
rexnekirina rewanbêjiya wî.
Eristotalis yê pêşî ye, ku got
heyîna xwedan heyînek pêdivî ye û hin taybetmendiyê wî jî diyar
kirin. Li vir Cezîrî himber Eristotalis (û peyrewên wîhema fîlosofên
misliman tev bûn belkî jibil Sehrewerdî) radibe, diyar dike ku
taybetmendiyên xwedan yên Eristotalis deranîne şaş in. herwekî ji
neyînê heyîn afirandiye, naxwe tu rê tunne em wî ji tu alî ve nas
bikin.
[i]
Dîwana
Cezerî, Şîrovekirina Muftî rûpel 293.
Di vê gotarê de
sê firdikên Cezîrî hatine, Têgeha min cuda ye ji têgeha
Miftî.
Di be, ku sedem
ev bû :"Miftî, ji hêlekê baweriya wî bi misilmaniyê xurt bû,
ji hêla din li nig wî Cezîrî pir baş bû, weku bêjin ev
mirovê baş, tucarî şaş nabe û tiştekî dervî mislimanî û
sofitiyê nabêje". An jî ji sedemin din têgeha Cezîrî
nixumandibe.
[ii]
Dîwana
Cezerî, Şîrovekirina Muftî rûpel 443
[iii]
Firdika
Cezîrî dikare, di hundur felsefa Eristotalis de bê
şîrovekirin û encamên Eristotalis gihiştiyê şaş in, û dikare
ji bilî tiştê me gotiye bibe rexne li bingehek ji yên
felsefa Eristotalis bi xwe.
[iv]
rewanbêjî û felsefa seruştê rûpel 17
[v]
Dîwana Cezîrî Şîrovekirina Muftî
rûpel 327
[vi]
Muftî
bi rengekî din şîrovedike, lê tu guhertinên bingehîn nikare
têkeve mijara me.
|