|
1-Bêrîkirin:
Xwezî min xatir ji te nexwestibane Gulê!Xwezî
min negotibane va ez diçim
Wê dûriya dûr û berê min neketibane bajar û
kolanên bê kesêtiyê û
Sêwîtiyê.Xwezî berî ew peyva bextreş ji zimanê
min derketî û dilê te
Kirî parçe parçe,ez di hembêza te de miribane û
te bi ava wê kaniyê serê
Min bişoştane.Gula min!Li vir,li vê xerîbiyê her
kêlî ez miriyekî zindî me!Bawer bike,nizanim
çend şev û dem çêbûn di bêrîkirina te de
radikevim
Û bê tebatiya xwe bi bêrîkirina te dihejînim
cana min!Hoy cana can,ez li vir
Navek winda me,ne min ax heye,ne min war
heye.Digerim wek serxweşekî bê hiş
Tenê rondikên min zimanê derdê
minin.Canê,bêrîkirina te her kêlî min
Diguvêşê,ziwa dikê.Nema zanim bê te stêrik û
heyv çi ne,dilopên baranê
Û gulên buharê çi ne?Ez di nava bêrîkirina te de
disojim gulê,xwezî ew rojên berê vegerin
gulistana min.
2-Dengê te:
Tê bîra te gulê,min pir ji dengê çivîk,şelûl û
bilbilan hez dikir?û dema em li ber kevîka çemê
gundê me dirûniştin û serê te li ser milê
min,dengê wê avê di guhê min de dibû strana
Mihemed Şêxo û digot(ey lê gulê gula minê,şîrîna
li ber dilê minê,gulê nadim malê dinê,ez li ser
gulê têm kuştinê…)û stran dirêj dibû û ez û
tu,av û ax dibûn yek.û dengê te di nava vê
yekbûnê de di guhê min de olan dida û digot(ez
gula te me,tenê li vî gundî şîn têm,geş dibim û
te bi bêhna xwe serxweş dikim).Aaaaaaaaaaaaax bi
wî dengî.bi wê bêhnê.Lê li vir hemû deng min di
navbera didanê xwe de dihêrin.Tenê dixwazim
dengê te bikim,lewre bi dengê te dinvim û bi
dengê te çavê xwe vedikim gulê.
3-Zîndan:
Gulê ,li vir jiyan zîndane!Hestên min bi awirên
hovî her kêlî tên qamçî kirin.
Ken û silava zeriyên van bajaran vekirina
dergehê zîndanê ye.Erê gulê,ez bûme girtiyekî
berdayî li ber dîwarên zîndana mezin û di aşopên
azadiya gundê me de,dikevim xewa li ber siya
dara gûzê!Here gulê,li ber wê darê çend
demhijmêran palde û strana (ey lê gulê
bistrîne).Lê gulê,hêvî dikim jibîr neke,ger
rojekê li vê xerîbiyê ez mirim,bibêje û bi dengê
bilind biqîre,ew ji derdê gulê mir..
demhatderiki@hotmail.com
|