|
Zivîstan
bûbû çeperek û li dora xwezayê xwe
pêçabû!..Baran,ba û cara bahoz li ser qada axê
leyistikek kembax li dar dixist…û gundê seranser
asîmanê xwe bûyî ewrên reş û tarî,xwe
valedikirin,di nav tariya tirsê de winda
bûbû.Dîwarên mezelê gundiyan ji barîna
baranê,axa xwe dihate xwar û tevlî heriyê
dibû.Gund bi erjengî di nava lehiya avê de ma
bû.Lê gund radestî zagonên lehîherkandina baranê
bûbû!..
"Hiso!kuro Hiso ka rabe agir kete mala me!ka
şiyar be te xwelî li serê min kiro…"
Hiso lihêf avête aliyê çepê û bi ser jina xwe de
kir qîr:
"Çi ye keçêêê!?Çi bû,çi dixwaze,ma çi rûdan
daye,dîsa bûye leplepa devê te?"
"Hiso,Gulê"
"Çi bûye jê,ma Gulê çi kiriye?"
"Weleh Hiso mala me xirabû.Bi xudê em êdî
nikarin xwe naşî gundiyan bikin,em nikarin serê
xwe rakin!.."
"Keçê de bêje,te ez teqandim.De zû bêje,lê
nexwe bi yezdanê dilovan ezê te bikim hevîr!"
"Ezê çi bibêjim qurban,ez vê sibê zû ji xew
şiyar bûm da hevîrê nan amade bikim,nizanim
çawa çavê min li nivîna Gulê ket ,di cî de
qidûmê min şikestin,lewre,min Gulê di nava
nivîna de nedît."
"Wax wax,nexwe wisa Gulo!Te ya xwe bir serî?De
başe,ger ez te li ser rûyê erdê sax bihêlim,bila
navê min ne Hisoyê Elî be!"
Wekî dîna li Hiso hat,rûyê wî bû xetxetokê
zivirbûnê.Hedo kir qîr û hawar û xwe avêt lingê
wî û got:
"Ez lingê te ramûsim,ez seya te bim tu vê baranê
bi tu deveran ve neçî.Xwe meke xwînî,em
gunehin!.."
"Wir de here pîsa heram,lê weleh ezê te bikim
qet.Ji xwe te ev keça bênamûs anî vê pileya
nebaşiyê!"
Hiso bi hêrs xwe bere xwar da…piştî demeke dirêj
ji lêgerîna ser erda av û herî,li ser şopa Xelîl
û Gulê ve bû…
Dinya jî bûbû êvar.Lê,ewrên giran hêj li ciyê
xwe bûn û bûbûn malreşek li ser sirûştê.Her du
evîndar jî,li ber devê şikeftek reş bûbûn
mêhvan.Gula por sor,rû ji rengê sêva zer,bejin
sipîndarî û kiras û xiftan li bejnê,sere xwe
danîbû ser kemaxê Xelîl û digot:
"Xelîl,çima bextê me reşe,çima felek bûye neyarê
sûda me?Ma gelo evîndarî gunehe?Na,ez bawer
nakim.Ez dibêjim pêwîste hemû ciwanên ji hev hez
dikin,bigihin hev.Ma qey ne guneh bû Mem û Zîn
negihan hev?Lê dilê min lêdixe mina birûskên vê
êvara ku naxwazê derbas bibe.Ditirsim çarenûsa
me jî bibe wek ya Mem û Zînê!"
"Na
Gula hest,dil û giyana min bi keziyê evînê
girêdayî,van gotinên dilşewat mebêje.Ev bû pênc
sale m ji hev hez dikin.Hezkirina me jî.cewek
sipî ye!..Ma çi mafê wan li me heye,em kirin
qaçax!?Ma çi têkiliya evîna me bi nakokiyên di
navbera me û her du malbatan re heye?Malbata min
û malbata we du kes ji hev kuştin û bûne xwînyên
hev.Lê,ev bû du sal ev buyer qewimî.Lê,niha a
giring ew e ku em van demjimêrên dijwar derbas
bikin û em xwe bigihînin binxetê bajarê Qamişlo
cem mala apê min û bawer bike Gula dirist emê
bigihin hev."
Xelîl destê xwe dirêjî bêrîka sako
kir,destmalkek derxist.Di nava destmalkê de
gustîlikek derxist û got:
"Gulê,wê roja ha,ez çûm Mêrdînê min gustîlikek
boyî te kirî da diyarî te bikim!.."
Û teqîn!..xwîn!..Guleya ji lûla çifta Hiso
derketî,li zikê Xelîl ket.Di cî de gotinên Xelîl
qutbûn.Û xwîna wî rûyê Gulê di nava xwînê de
hişt.Êdî şûna baranê,dilopên xwînê dineqitîn ser
rûyê Gula bextreş.Û dengê Gula bê sûd di nava
reqe reqa ewran de olan da!
"Xelîîîîl…"
Lê ew jî bi guleya duyemîn li erdê dirêj bû…û
xwîna her du evîndaran bû yek û gustîlk di nava
gola xwînê de noq bû,xwe bere nava kûrahiya du
dilên bi xwîn!..
demhatderiki@hotmail.com@
|