|
Berfa
çiyayê Kêlê hêdî hêdî diheliya.Lê gava tîrêjên
rojê xwe li çiyan dixist û bi hilma xwe ya germ
ew bandor dikir,berf bi lezgînî dibû av û xwe ji
lêva çiya diberda xwar,tevlî rûbarê ku ji binê
çiyayê Kêlê diherikî,dibû.Kulilkên zozanên sor
jî,nû nû zîl didan.Anko,zozan dewlemendiya xwe
derdixist,ji nû ve vejîn diafirand û pêşkêşî
lawirên gundiyên gundê mijîn dikir…Êdî demsala
zivistanê qediya bû û buhara rengîn gav bi gav
pêşde diçû.Gundiyên mijîn jî,bi vê şoreşê
bextewer bûbûn.Lewre,baş têgihiştibûn;jiyan
buhare,buhar jiyan e û xwe xwedî kirine.Beza di
nav keskahiyê de ye…
Nalîn bi lez hinek lorik kire nav nanê tenûrê û
da ber gezan.Pêre pêre firek li piyala çayê
dixist.Dayîka xwe jî li ber vî dîmenê pir dilşa
bû.Jiber ku evîn,jîrîtî û hezkirina ji kar di
tevgera keça xwe de didît.Di nava wan xeyalan de
çavê wê bi lingê keça wê ket û got:
"Berxa min,hêj despêka buharê ye,dinya sar
e,eger tu gora rîsî têxî lingê xwe yê baş
be.Weleh tu nexweş bikevî,bavê te yê pir zivir
bibe."Axînek kişand û di hundirê xwe de
got"xudayê şev û rojan,ma te kurek ji min re
kiribane sûd,ma minê bihişta ev keçik bûbane
şivan?Na weleh,yê hingê bibane pişt ji karê
malêre."
Nalîn li rûkê dayîka xwe nerî,keniya û got:
"Dayê,qet metirse,ez bi zimanê zozanan dizanim û
zozan jî min diparêzin.Bawerke ger deh kurên te
hebane,nikarîbûn bi qasî min kar bikirana."
"Wey ez qurbanê,wey dara mala dayîka xwe.Ez
dizanim keça min,weleh dizanim tu bi deh
xortayî!.."
Nalîn tûrik avête milê xwe,gopalê xwe yê biçûk
kire destê xwe,pez da pêş û berê xwe da zozana
sorî…Dema giha zozan di cih de rûyê wê vebû û
got:
"Dilê min,xweşiya min,ger ez dûrî te
bikevim,bizane yê her tişt li ber çavê min reş
bibe.Ez ji te û bedewbûna te pir hez dikimTu her
şev dibe mêhvanê xewna min û ez di nava xweş
xewnên te de dibim stêrkek."
Li qada zozan bi keyf pezê xwe diçêrand,lê pir
cara ew û beranê dûvsor digirtin pevçûnê.Wê rojê
dîsa têr têr bi beran re henek kir.Dû re tev
xuhdana demjimêran çû li cem tûrikê ku dayîka wê
jêre kiribû neqşe neqşî rûnişt.Lorik û du serî
pîvaz danî ber xwe,lê hêj pariyê yekê di
zengelorka wê de neçûbû xwar,bi dengê guleyan re
venciniqî!Hema bi lez da xwe,pez li hev kom kir
û berê xwe da gund.Gava giha gund,çi bibînê;gund
ji leşkeran hatiye dagirtin.Qîje wîja
zarokan,hawara dayîkan dilan dike parçe parçe!Di
wê navê re çavê leşkerekî Tirk bi Nalîn ket,hat
bi guhê wê girt û kişand.Nalîna duzdeh salî di
nava destê tawanbar de ji tirsan dilerizî.Leşker
got:
"Keça bênamûsan!Hey keça bêjiyan,tu ji kû tê yî
û li kû bûyî?"
Nalîn mîna di nava qeşayê de be,hingî
dilerizî.Lêv dilerizîn û diran li hev
diketin.Canê biçûk ji serê tiliyên ling heta
sere wê direhilî.Li ber çavên wê,berî demekê
çend gêrîlayên keç ku ji aliyê leşker re ve poz
û guhên wan hatin jêkirin,zindî bû.Tirs bû bezek
û li ser dilê nazik siwar bû û dilê wê
lêdixist.Leşker carek din bi ser de kire qîr:
"Pîsa heram biaxife."
"Eee,e,ez ji zoz,zozan têm."
"Te li zozan çi dikir,ha?"
"Mi,mii,min pez bir,biribû çêrê."
"Ma qey tu nizanê çûyîna zozana qedexeye,ha?"
Leşker ew avêt erdê û lêxist.Gih pêl zika
dikir,gih jî pêl serê wê dikir.Nalîn jî dikir
hawar!
"Dayêêêê,bavooo,werin min xilas bikin,ez
mirim!.."
Lê leşker lêdan berdewam dikir ta xwîn ji dev û
pozên wê herikî…Nalîn bi hewldanên bêrawest xwe
ji nav destan xilas kir û berê xwe da mal.Ew
dibeziya,diket û tik tika dilê wê dibû asteng li
pêşiya wê.Diket û radibû.Çawa giha ber derî,çeka
mg'ê li ber çavan zindî bû.Hew dît ku leşkerekî
berê çekê dayê.Hema bi lez şûn de revî.Ne ew
tenê direvî,geremolek dabû pey hev.Hin ji wan
pêxas,bê kinc û hin jî di nava xwînê de
mabûn!..Vê carê Nalîn li ber bavê xwe li ser dev
û rûyê xwe ket.Bavê wê ew rakir û hembêz kir û
got:
"Keça min,Nalîna min!Ev çima her devera te bi
xwîne?"
"Bavo,leşkerekî li min xist,ewqas li min xist
min got qey ez kuştim"
"Dê roja wan jî bê.Niha baş guhê xwe bide
min;here mal,boxçika kincan bîne û zû were.Va
diya te jî,nêzîkî vir in,erê?"
"Bila bavo"
Nalîn di nava dûmana agir û bêhna şewata çekan
de winda bû.Di demeke pir kin de erka bavê xwe
anî cih û zivirî cem bavê xwe.Bavê wê bi destê
wê girt,tev malbata xwe bi çiyayê Kêlê ve
hilkişiyan.Dewletê gundek din jî bi hênceta
dibin alîkar ji hevalan re, tune kir.Ev gotin li
ser rûyê bavê Nalîn hatibû nivîsandin.Gava gihan
serê çiya,Nalîn li gundê xwe nihêrî,dinihêrî û
firmêsk ji çavan diherikîn;firmêskên
xatirxwestinê li ser dêmên Nalîn re dihatin xwar
û;gund,dar,kanî,rûbar,pez,zozan,şerê wê û beranê
dûvsor û dara tûyê di nava firmêskên wê de zindî
dibûn!..
demhatderiki@hotmail.com
|