|
1-Ez Diçim:
Gulistana min!ez diçim wê dûriya ji me dûr,wê
dûriya mirovan
Bi zindî dadiqurtîne!wê dûriya şevên wê ne wek
şevê me,bêhna wê ne wek
Bêhna me,kulilikên wê ne wek yê me û evîna wê ne
wek evîna me Gulistan.
Diçim wî welatê bê deng,wan bajarên
ziwa,hişk,beyar ku ji hêviyan re dibin
goristan!ne bi mine,ne bi destê mine diçim warê
rondik û jana.Dixwazim hejartiyê di dojehê de
bişkînim!erê gulê,baş dizanim ez ji wê malzarokê
hatim,bi wî şîrê mîna berfa zagrosan sipî mezin
bûm,di hembêza wê pîroziyê de hatim hejandin
Gulistan.Lê çi bikim?Bila ez di nêrîn ferhenga
biyaniyê de qereçî bim,lê ezê reng û kakilê te
di tenûra dilê xwe de bibim Gulistan
-Emanet gundê me:2
Emanet ew gundê me yê bi darên
hinar,mişmiş,sêv,tû û gûzan hatî xemlandin.Bila
dengê çivîk û bilbilan li gel awaza xuşîna pelan
bilind bimînê.Bila ew cokên avê di navbera wan
de biherikin û strana jiyanê ji daran re
bistrînin.Lê,qet jibîr neke,her sipêdê biçe serê
kaniyê û ji wê ava zimzim du kulm av bi navê min
û xwe vexwe.Wê demê yê dengê bilûra şivanê
dilkovan tevlî dengê axînên dilê te bibe.Lê,li
wir nemîne rawestiyayî,rabe,biçe li nava gund
bigere,ger tu geriyayî,bila çavên te li xaniya
bin da kes wan nedizê û hemû zeriyên me di
hembêza xwe de hilgire da kes wan nefroşê
gulê.Lê,jibîr neke,bê rawestan çîroka evîna me
ji axa gundê me re bibêje Gulistan.
3- Ji bîr neke:
Gulistan,wan bîranînên li gel peyvên ji stêrkên
şevên gundê me avis dibûn
û li ser zimanê me di dînatiya evîna me de,ji
dayîk dibûn jibîr neke.Wan demên sînorên
qedexekirî di nava lêvên me de parçe dibûn û em
di nava jiyanê de diçûn hey diçûn jibîr
neke.Jibîr neke dema ahînên me eniyên tirsan
dişkandin û xweşawazên hezkirina me di çavên
hingivîn û di çavên reng zerî de bilind
dibû,tevlî xuşîna pelên dara gûzê dibû.wan şevên
ku tu bi hemû ciwaniya xwe dihatî û tevlî
ciwaniya min dibûyî,jibîr neke.na na jibîr neke
can!Bila li bîra te be,çawa di wan şevan de,hemû
peyvên Bekoyan di yekbûna me de
difetisîn,dixeniqîn,dimirin!Van tevan di gelî û
newalên dilê xwe de biçîne,bila tim şîn bin û
bila ava dilê te bibe çem û rûbar û wan av bide
gulê.
4-Negrî:
Dizanim,dema kevokên min di pencereya te ya
vekirî re derbasî mezela te bûn û li ser destê
te yê narîn danîn û hilma min pêşkêşî sipîcanê
te kirin û te bi rûkê heyvgeşî û bi wan çavên
stêrkî peyvên min xwendin,wê payîz zû werê,yê
pelên daran biweşin û yê zivîstan konê xwe li
ser rûkê te vedê.Wê demê stêrk yê ji çavê te
barkin û yê baran ji wan ewrên reşgiran
bibarin.ew baran yê firmêskên çavê te
bin.Lê,hêvî dikim negrî,firmêsk li dêmên te
nayên,piştxûzî li lêvên te nayên.negrî,birîna
dilê min nekole, janên min pirtir neke.lewre ji
girî hez nakim.ez diçim,bi xatrê te gulê.
|