|
Evîn!Li dûrî te û tu li vir,di nava vê dûrîyê de
nejibîrkirineke ji serpêhatiyên
welatê kulilikan.Tu li wir û ez li vir,hemû rê û
bajarên hişê min ber bi te ve
dimeşin û sirûda navê te bilind bilind
dibêjin;em ji te hez dikin Evîn.
Li van dûrîyan Evîn,şev bê te derbas nabin,her
şevek navê xewnekêye,her
Xewnek navê te ye û di her xewnekê de hemû çemên
laşê te ber bi min ve
Diherikin,min dibin ji xwe re dibin û çemên laşê
min jî çemên te radimûsin
Dibin yek û deşta welatê kulilikan dewlemendtir
dikin,geştir dikin ji kulilikên
Zayînê.
Li vê dûrîyê Evîna ji evînê,wan peyvên te yê li
ser kaniya gundê me ku ji
Nava lêvên te yê sorgulî derdiketin û dibûn
tebata êşên min û ez di nava
Xwe de hildigirtim,dixwînim dixwînim û rondikên
çavên min ji hesreta
Nimêja ji wan peyvan re min dadiqurtînin,dicûn û
dixwin!
Tê bîra te dema serê min li ser kemaxê te û
destên te di nava pora min de
Digeriyan û rûpelên evîna me dixwendin û te
digot;dema ez têm vir,li ber
Vê kaniyê wê demê ez xwe di avê de,di daran de,
di giyê de,di bêhna nanê tenûrê
De ku her êvar li li seranser gundê me digerê
dibînim.Ma ev tinê;ez xwe di van gir û kendalên
gundê min de,di awaza bilûra şevanê gund de
dibînim û te parêzvanê wan
Dibînim.
Wê demê ez radibûm,tu jî dibûyî hevala vê
rabûnê,destê me dirêjî destê hev dibûn
Serê te dikete ser milê min û bêhna te ya
sirûştî derbasî nava min dibû
Ez derbasî nava te dibûm û min rojên li
xwekirina kirasê sipî dijimaratin.
Erê dergûşa nalînên min li vê dûrîyê,bê te
jiyana min birîndare,birîna min li vê
Dûrîyê xwe dikolê dikolê kûr kûr xwe digihînê
gundê me.
demhatderiki@hotmail.com
|