|
Dema çavên min pê diket bi dehan raman dibûne
siwarên hespan û li ser qada mêjiyê min pêşbazî
dikirin. Lê pevçûn hebûn, ne wek hevî di nvbera
wan de hebû. Ramana digiha dawî û benê
serkeftinê diqetand jî,ne diwêrî bibêje ez bi
serketim. Lewra dilerizî! tirsek hebû! Tirsek
kembax û ne diyar ew dîl dikir. Nizanim, min ew
didît û dilê min serxweş dibû, li kûye, çi dike,
çi dixwaze, di nava çend tofan û bageran de ye,
wê ci biriyarê bide?. Di wê dîtinê de dilê min
çep û rast winda dikir, her tişt_ ji bîr dikir,
ne çiya, ne _şer, ne ax, ne welat, ne seqem…tenê
ew, tenê bejina bilind ya li hev hatî, pora
dirêj, çavên reş û rûkê wê yê esmerî li gel
kenê wê yê narîn li ser dilê min bûbû kelha
Dimdimê. Her ku min didît, dilê min pêre dibû
yek, ew dipêça. Wê demê, min dixwest bibim erd û
asîman jêre, min dixwest bibim senfoniya pora wê
ya li ber ba dikir dîlan, min dixwest hemû peyv,
awir û nêzîkbûnên diçin ser bejina wê, bi destê
xwe yê lerzok bixeniqînim, da tenê ez li ser
bejina wê hebim. Ev çi bû?, çi hatibû serê min?.
di jiyana min de ew cara yekê bû dilê min ji
sîngê derdikeve û dide ser şopek, erê, an na?.
lê min dkir ne dikir, zimanê min di axaftinê de
şoreş pêk ne dîna". Min dixwest ez dilê xwe li
ber vala bikim û ew hemû rengên fêkî ji sifira
dilê min bixwe!. Ta rojekê hate gotin wê koma me
çalakiyeke leşkerî li hemberî hêzeke tirkan li
dar bixe, lê kengî, çawa, li kû?, kesekî ji me
ne dizanî. Wê demê min jî pişta xwe dabû dareke
berûya û tenê dûmana cigarê di nava tiliyên min
de dibû Kajîn û cegera min di_dişewitand. Giyan
û ramanê min kûr, kûr çûbûn. Lê bi dengekî nazik
ku qet min bawer ne dikir veciniqîm: "heval
Jêhat, heval Jêhat". Ez şaş mam, dest û lingê
min li hev hatin girêdan, hişê min rawestiya,
dilê min ji dengê dahola mitirban bilindtir
bûbû. Ez
nizanim çawa zimanê min geriya û got:
- fermo heval Kajîn.
- Gemiya te di kîjan deryayê de noq bûye,
heval?. Wisa, biste, wisa rûken, hat li cem min
rûnişt, te digot ev deh salin min nas dike. Lê
ez çi bêjim?, ez bêjim gemiya xewnên te
diajonim, an derawan bikim?.
- hevala Kajîn, ev demeke bihar bûye şoreşek û
zagonên xwe li her
deverê belav dike, bêhna siruştê xweş bûye,
berfa penceşêr, hêdî hêdî dihele.
- Ê, çî dî?.
- Hema wesa, ez û ev guhertin bi hev re ketibûn
nava cengê û min
dixwest, wê nas bikim.
- Ma qet tu û çalakiya biharê re nebûyî yek?.
- Çawa, amedeme.
- Ez jî amedeme.
- Na, bavo!.
- Çima tu wesa matmayî mayî.
- Ev pênc heyvin tu hatiyî.
- Bila demeke dî here, paşê.
- Na madem xwe amede dibînim, tu pirsigrêk nîne.
- Lê _şer; ezmûne, naskirina zagon û
rêbaza _şere, naskirina serkeftinê ye.
- Dema ez li rojavayê kurdistanê bûm, ez bawerim
min şer di warê tewrî
de, pir xwend, lê hîna kême, ez gihame wê encamê
ku ya rast ewe ku mirov şer, di şer de nas
bike.
- Hevala Kajîn, ew biryara te ye. Lê tu ji
rojavayî kurdistanê bûy?.
- Raste, min zanko li sala dawî hêla, min beşê
endaziyarî dixwend. Lê
ez gihame wê encamê ku welatekî bindeste,
civakek ji êşa bindestiyê
dinale û ev nalîn hemû giyan û hestên min
dagîrkir bû û min zanî
azadiya vê axê û ya min yek parçeye. Her çende
ne bi dilê malbata min jî bû, lê min berê xwe da
çiyayê Kurdistanê… Kajîn di nava axafitnê de kûr
cû bû, lê dil, hest, giyan û aşopên min di nava
lêvên wê de hêlîna xwe av dikirin, ez di nava
pora wê de radiketim û destên min dirêjî hemû
cane wê dibû û min dikir qîr, naaa.. tu naçê, tu
tevlî çalakiyê nabe. Ez naxwazim tu ji destên
min biçe. Na, na, naaa, neçe!..bidengê Kajîn, ez
zîvirîm pêşberî wê:
- hevalê Jêhat, hevalê Jêhat.
- Ha, çi?.
- Du, sê caran gazî te dikim, tu çûy kû.
- Bibûre.
Kajîn rabû û çû. Demê bi werîsê xwe êvar
dikişand. Min ne dixwest bibe _şev.
Nizainim, min pir ji stêrk û heyvê hez dikir, lê
wê demê min qet ne dixwest, stêr û heyv
derkevin. Ji nişka ve, navê min hate gotin,em
komek heval kom bûn û Kajîn di nava wan de.
Kajîn pir bi şahî bû, yarî li gel hemiyan dikir
û dilê min di nava agirê wê de dirhem, dirhem
dişewitî. Em ketin rê, nêzîkî çar demjimêran em
meşîn. Bayekî hînik dihat û canê me dialîst. Ew
stêrên bûbûne dijminê min, li asîman çavê xwe
vekirbûn.
Em dimeşin, lê her aşopên min li cem Kajînê bûn.
Min dixwest ez bi destê wê bigirm û wê di nava
dilê xwe de veşêrim, ta ev şev bi dawî bihê.
Lê ji nişkave her dever bû dojeh!. Dengê çekên
cur bi cur, siruşt dîl girtin. Êdî nema çav çav
didîtin. Wê demê tenê Kajîn hate bîra min. bilez
ji pişt kevirî derketim, demekê li ser dest û
çûkên xwe li Kajîn geriyam, piştî demekê ji
geriyanê, nale nalek hate guhê min, bilez ber bi
wî dengî ve çûm, dema gihame wir, çi bibînim,
Kajîn serpişt ketibû, bê ku pirsekî jê bikim,
min da pişta xwe û di nava guleyên dijmin de
meşîm ta dûrî cihê şer ketim, wê demê
Kajîn got:
- min deyine.
- Na.
- Heval Jêhat, min deyine, birîna min kûre.
Piştî ez gihame devereke bi ewle, min destê xwe
li ser canê wê gerand ka ji kûdera xwe birîndar
bûye. Lê xwezî min ne dîtiba, gule li çîçika wê
ya rastê ketibû û xwîn weku avê jê diherikî. Wê
demê hemû canê min lerizî. şer, vîn, biriyar û
ezmûna şer hate ji bîr kirin û rondikên min
tevlilî xwîna Kajîn bûn.
Dema Kajîn ev dîmen dît, destê xwe dirêjî
rûyê min kir û rondikên min paqij kirin û got:
- negirî, heval, ne giri heval, rondikên te
kêliyên jiyana min
kêmtir dikin. Ez dizanim ez ji bo teçime, hêj ji
roja destpêka ez hatî,
min awirên te nasîn. Bawerke ew awir bûne
bexçeke ji gulan li ser dilê
min û min dixwest ez vê bibêjim. Dema ez hatim
li nik te rûniştîm jî,
wan awirên te gazî min dikir, lê axê, çiyan,
welat û şer jî gazî min dikirin. Pir caran min
dixwest te hemêz bikim, min dixwest tu ji min re
bibêjî, ji te hezdikm, tu evîna minî. Lê welatê
bê azadî, welatê bindest
dibû berbend û ez dirawestandim..
- hêvî dikim bese, bes biaxife hevala Kajîn,
xwîn diherike.
- Ev rastiye.
- Raste, lê bihêle ez te bighînim bijşîkên me.
Lê Kajîn
bêdeng bû, hinaseyên dawî li nava min kire bîra
êşê. Min ew hemêzkir û qîra min ya bi navê Kajîn
bû sed riyên derd û nalînan di nava jiyana min
de.
demhatderiki@hotmail.com
|