Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

20 April 2008 13:21

 

 

 

BAJAREK DIGIRÎ

Demhat Dêrikî

demhatderiki@hotmail.com


 


Bajarek
Di nava xweziyên demborî de
Li kewandina birînên xwe digerê û dem dikenê…!
Ger ser nimiz ser nimiz
Li dîmmenên serjêkirî
Ku li kolanên bajarêe cemedê sirûda miriyên zindî dixwîne, temeşe dike.
Li xwe û li rojên dimrin!
Li xwe û li zarokên di nava dewlemendiya bêsînor de
Li ber deriye mizgeftan destê xwe ji xelkê re vedikin.
Li xwe û li zarokên ji hembêza dayikan
Bere xwe didin bajarê goristanan temeşê dike
Û digrî hey digrî…
De bigrî bajaro bigrî
Ji êşên xwe …ji birîna nekewandî.


Bajarek
Li ser tifikên vemirî
Li ser tîrêjên xeydî
Li ser gulên çilmisî
Li ser hêviyên di sêdaran de tên daleqandin digrî.
Bajarek digrî hey digrî…!


Digrî ev bajar li ser
Xewnên di nava tirsê de xwe veşartîn
Digrî ev bajar li ser sêwiyên bêwelat
Digrî ev bajar li ser
Keçên porê xwe kurt dikin û
Li ber çemê xeman ber didin
Digrî ev bajar li ser darên kurim girtî
De bigrî bajaro giriyê te giriyê welatekî ye bajaro.
 

                                                      

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1