|
Meha avdarê bû,lê mirov digot qey keça rojê
tebax bûye serdestê sirûştê,ew çend hilim ji
erdê radibû.Genim û ceh hêdî hêdî dişewitî û
erda di nav hêviya barîna baranê de dikir
feryad,zikê wê dişeqitî û her dikir nale nal!
Dayîka ku barê jiyanê hilgirtibû ser pişta
xwe,weke heroj berê xwe da ser erda ku ew di nav
rondikên hawar û gaziyê de noq dikir!..piştî
dayîka Fatê bi gavên kûsî giha ser erd,li nava
erda hêviyên pêşeroja jiyanê de rûnişt,çawa
dayîka Fatê li ser qîrînên dayîka mezin
rûnişt,destê xwe vekir,sere xwe ber bi asîman ve
hilda û got(waa xudanê gerdûn,ez pîra Fatê
me,tee z nas kirim?Na na tu min nasdikî,ma çawa
tu min nasnakî?),dema ew diaxifî,dayîka mezin
dikir nale nal,lê pîra Fatê ew di nava axiftina
xwe de şiyar dikr(…jinê hişbe jinê!Mal xirabê ev
hezarê salane tu dikî qîrîn û hawar,de hema
piçekê bêhnvedanê bide.Mane ez derdê xwe û te
tînim ziman…belê belê tu min nasdikî.Ma çima tu
min û dayîka min bê jiyan dihêle!?)
Lê asîman bê deng bû,tav dijwartir dibû!Nalînên
erdê ber(mirinê)ve diçû,bilintir dibû!Li hember
vê dîmenê pîra Fatê matmayî ma,mirûzê wê zer
bû.Careke din got(nexwe wisa?De bila wisa be)û
cila li ber pêsîra xwe kire parçe parçe.Her du
memikên weke erda bê av,bûne du memikên
serhildayî.Pîra Fatê bi her du memikên xwe
girt,bi erdê ve bir û anî û digot(de
vewxe,devexwe,têr vexwe)her du memik ji xwînê
sor bûn,lê her pîra Fatê digot(de vexwe,têr
vexwe,ez keça te me,ezê bi her du kaniyên xwe te
şîn bikim).Xwîn diherikî,rûyê dayîkê
vedibû,dayîka mezin dikenî…û her xwîn
diherikî…ûpîra Fatê di nava girî û xwînê de
xatir xwest û çû…çûnek bê dawî…û dayê
jî,dikenî,zikê wê digeha hev,bêhin jê diforî ew
bêhna jiyanê!..
demhatderiki@hotmail.com
|