1.Ji wê naskirinê re
Li wê şevê li wê şahiya
dengvedana kenê te yê bêdengiya
min ber bi dengvedanê ve birî û
peyvên me dest bi jimartina
stêran kirî û te digote min min
jibîr neke.
Ma ezê çawa jibîrkim û her şev
weke wê şeva dîtine caniya te li
ser tabloya
Xewnan bi wê bişirina lêvxunavî
nîgar dike.
Jibirkirin di wê naskirina ku
çave te digot were ji min hez
bike jibîr bû.
Erê can bi qasî ku tu kêlî kêlî
dilê min direvîne di nava penûsa
min de
Cihê xwe çidike ewqasî bêriya wê
dîtinê dikim ku hemû naskirina
hildwşîne.
îro jî ji xew şiyar bûm hêj
bêhna gulên ji lêva te ku hatî
xewnê li ser balgiyê min
Paldayîye û bêhna şevên wê xewnê
hêj ji mezela min difûre.
Erê xanim ji wê naskirina bûyî
rojçêbûna min êşa silaveke din
ku bîna rihana jê tê
Dikşînim.
De ka careke din em wê naskirinê
zindî bikin û careke din
hevditina xwe li bin banê
Sterên wê şevê vêxin û bila ew
agir paytexta naskirine me be
xanim.
2.Ji wê re ya ku ez
jibîrkirim
çi zû te dil kir çolbeyarek û
serpêhatiyên çend deman di gorên
wê de veşartin
û dilê bûyî gulistana kêliyên
xwestekdîtinê jibîra te çû.
Te çi zû şopa ramûsanên şevê û
geriyana wan tiliyên di nava
pirçan de riyên
Evîna me vedkirin û heneseyên me
hawara xwe kûr dikirin û wê
kêliye de
destaneke din zêde dikirin jibîr
kir.
Dizanim çave te nema li min
digerin û hişikbûna mirinê dilê
min dorpêç kiriye
û dengeê têlên wê mirinê bûye
got gotên sêwî.û dîmeneke şevhez
pêşkêşî te
Kirî.
Lê te xwe siparte werîsê
sêdaraya jibîrkirinê.
Niha stûyê te di şeverşê de di
bêdengiya ku êş û kovan û azar
jê diherikin
diheje û gazî poşmaniyê dike.
Lê ez çîroka me ji hemû demsala
re dibêjim û şîrove dikim.
Can ! hêj wêneya te di elbûma
dilê min de hilgirtiye û li her
şevê ûderketina
Rojê te radimûsim.
3 îşev jî we re
îşev jî weke wan şevan dilê min
di şeva xwe de bikelîne
û wê dûriyê nêzîk bike da ku em
çîroka hezkirina xwe dirêj bikin.
Were ji pişt derî were der
dergehê wê cîhana tarî bi kenê
xwe bigire û
di şeva min de dînatiya xwe bi
bîr bine û min ji xwe re bibe
weke her şev
û bajarê hezkirina me bi bêhna
xwe serxwes bike da ku
Nimêja dubrekirina hezkirinê
bikim.
were û bi lez…hêj demê bêbextî
nekirî can !
ezê peyvên ji giyanê girantir
diyarî te bikim di nava dînatiya
şevê de.
Were û xwe ji awirvedanên xelkê
bide alî.
û bila şopa strana eşqa me li
pey te bimîne
da ku matmaî matmayî çiroka me
belav bikin
4.Ji wê re ya ku dilê
min revandî
Ji wê dema ku awirên te li
kolana wî bajarî ez kirîm davika
tîrên xwe nema ev dil
Yê mine.Nema jibo min lêdixe.Ji
min biyane êdî ev dil li warê
evîna te
Nasname welatiya xwe wergirtye.
Hilgire dilber wî dilî
di hêlina çûkan de veşêre
û jêre bestirîne strana
revandina vî dilê yê ku te
revandî.
Li ser bereşîne gulên dildaran û
li ber sing û berê xwe wek
zarokek berşîr bihejîne Na na
qet wî nexyidîne ji ber ku ew
dil dilê mine.
5.Pêjna te:
Ji bilî te
ji derî
ji pencereyên dilê min ji şevên
barîna dilopên baranê
ji gavên xwe yê ku nema riyên
xwe nas dikin ji berbangan ta
êvarên kirasê
befrê li xwe dikin tu pêjna
nakim.
Her birinek
Her xeribiyek
Her awazeke derdkş û her keneke
li ser destegulan
Tenê pêjna te jê tê.
6.Hezkirin:
Min dixwest navê te li ser
bêdawiyê binvîsim da ku dawî
navê xwe jibîr bike.
Min dixwest evîna me li ser
zivîstanê binvîsim da ku buhar
şîn bibe.
Min dixwest tu bibe ya min da ku
zayîn çavê xwe veke.
Min dixwest hezkirinê bi
hezkirinê binivîsim da ku em
bibin hezkirin.