|
Evîn,min
ji te hezkir û birîna min kûr bû…birîn kûûûr kûr
dibe…li welatê
Min,erêê
li welatê min yê ku tu nasdike,bê sînor û pirs û
pirsiyar li ser canê
Min mêza
mirinê kêlî bi kêlî vedaye û bi noş bi ser
hestên min de dike piyala
Jehra
dûrîkirinê Evîn.
Kul û
jan jî li hespan siwar bûne û şûrê qutkirina
nêzîkbûnê li ser deşta min
Dibezînin.Dilê min di nava tofanê de ye
Evîn!bager û aşûtên berfê bi ser min
De
tên,dilê min dibin,dixwazin diyarî warê
serdestiya tariyê bikin.Dilê min gulê
Di aşê
dûriyê de tê hêrandin!
Tu
dizanê Evîn?Niha li mezela xwe rûniştîme û pişta
min li dîwarê ku bûyî şahidê
Demjanên
mine.Ji derve baran dibare û li hundir barana
serpêhatiyên me ji
Çavên min
dibarin.Dixwazim dilê xwe di sirûşta gundê me
de,di dilê te yê
Wek şîrê
dayika xwe sipî de biparêzim.Lê derew!artêşa
zilamên durû!dizên
Bê ked bi
sirûda evîna te êrîşî min dikin û bi navê te
sond dixwin ku tu ya
Wayî.Wê
demê ez hawara xwe digihînim xeyal,hêvî û peyvên
te yê ji welatê
Kulilikan.
Aaax
Evîn;li van deveran,li van dûrîyan û dûrî
te,jiyan sêleke sore ji êgir
Jiyan
kiraseke ji sitiriyan li bejina min,jiyan bê te
gulê di devê gurên mijhez de ye.
Baran
dibare û ez li hundir li wan dilopan temeşe
dikim û çavên min di nava
Wan de
diçe,diçe xwe digihînê rojên baranên gundê
me,rojên ez û te dibûn mêhvanên
Dilopên
jînê û em di bin van dilopan de li pey azadiya
xewnên xwe dibezîn.
Çend
xweşbûn ew roj evîn?û îro ez di nava birînên xwe
de li ser wan
Rojxweşan
digirîm,digirîm,digirîm…
demhatderiki@hotmail.com
|