|
Bo zarokên di erdheja Wanê de jiyana xwe
ji dest dayîn!
Dayê waa
yadê,
ez nema
zanim çi bibêjim,
hezar
bîrên êşan
di ava
xwe de ez dixeniqandim,
ew jî
ziwabûn
nema
hêsir
ji kanîka
çavê min dibarin
û nema
dengê min
ên bi
qîrîn axînanan pêçayîn
bilind
dibe û hezar carî
li ser
gulên jîna xwe, xwe dikuje!
Tenê li
çola mirinê
bê hişim,
ber bi
mirinê ve dimeşim!..
Dem jî bê bext e!..
Bo giyanên di erdheja Wanê de jiyana xwe
ji dest dayîn!
Ma ka êdî kî ne bê bext e qehep e felek?..
Li ser birînê,
li ser nalînê,
li ser rondikên ji kûrahiya êşê,
li ser bêhna barûdê,
li ser bêhna şewatê,
li ser bêhna xwînê…
te jî navê xwe li ser şînê kola
hey dema bê bext!
Ev çi demlehî mirin bû?
Ev çi demhej bû?
Te bajarek kir goristan….
De ka li qîrîn û hawara guhdar bike,
de ka li dengê giriyên
ber bi mirinê ve diçin guhdar bike,
de ka li zarokên di pêçekan de
sêwî mayîn temeşe bike hey yezdan!
Mane tu bûyî xwediyê roj û şevan,
xwediyê stêr, tav û heyvê,
xwediyê dilovanî, dem û çaxê?
Ger tu hebe û ev dem bi destê te,
Şaneke te jî
di giyan de hebe ez ê bikujim yezdano!..
lê dinya bê bexte,
jiyan bê bexte,
her tişt bê bexte û dem jî
bû bê bext!..
|