|
Diyarî
bo Şivan Ebdî:Dema hest di agirê tenûrê
de tên şewtandin û evîn di bêçaretiyê de
berê xwe dide goristana
Berî
tu min ji xwe re bibû û
Dilê
min di davika xwe de bi hezar girêkan
girêbide
Li vî
bajarî ez şahê aramiyê bûm,
Kolanên vî
bajarî bi kenê min gulveker bûn.
Çemê xabûr
ez li pêlên xwe hildigirtim
Û di awaza
eşqa xwe de dilorandim.
Erê xanim;
Berî dengê
te di guhê min de strana evînê bistrîne
û
Bêje were
ji min hez bike,
Ez evîndarê
axê bûm
Evîndarê
xweşikbûna pira delalê bûm,
Evîndarê
bêhna nêrgizên zaxoka behdînan bûm..lê
tu hatî,
Ez birim
warê xwe.
Wê demê min
tu di kanîka çavê xwe de
Birî
paytexta evîna xwe û
Min hemû
evîn di evîna te de jibîr kirin.
Tu bûyî
qiblegeh û ez bûm nimêjkarê hezkirina
te.
Êdî evîna
te,
Bû heyva
geş,bû bêhna nêrgizên vî bajarî û
Di giyana
min de bû nêrgizstan.
Nema çavê
min jibilî şewqa te jiyan nasdikir.
Li ser
dîwar,pencere û nivînên mezela min
Her kêlî
peyvên te yê hezkirin pêşkêşî hastên min
dikir zindî dibûn û
Di nava
hemû parçên laşê min de gera evînê
dikirin.
Û va îro tu
dibêje wan wêneyên hevdîtinan di
Elbûma
serpêhatiyan de hilgire û di şekefta
jibîrkirinê de veşêre.
Na xanim,ez
ber bi te ve hatim û min bi evîna me
sond xwar
Hemû
qedexayan di awirên çavê te de bişkînim
û
Te bibim.
Bila wê
demê gora min li ser dêmên te
bikolin,pora te ya şevnim
Bikin kefen
û bi ser canê min de bikin,
Bila mijang
û lêvên te bikin kêlên min
Û li ser ji
xwîna dilê min binvîsin
Min jê
hezkir.
Lê her
rondikên bê çaretiyê ji wan çavên kû ez
kirim girtiyek dibarin
Û ala
radestiyê bilind dikin.
Na,na,na ev
ne evîne,ev ne hezkirine.
Malxirabê
ne te ez kirim barkêşê xeman,her şev ez
û axînên xwe dibin
Siwarê
janên vî dilî.
Aaaaax
dilber te çi anî serê min,xwezî min tu
nasnekiribane û bila îro
Ez di agirê
tenûra bê bextiyê de neşewitîbane,xwezî
min tu nasnekiribane.
|