Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

05 August 2009 14:52

Agir 

   Demhat  Dêrikî

demhatderiki@hotmail.com

rojava.net- 05.08.2009

    Agir! Agir! Agir!

Pêbikeve, hilbibe, gur bibe, pêl bi pêl

Di welatê tariyê de belav bibe, zeft bike, bifetsîne bikuje wê paytexta bê dadiyê agir!

Hemû sînoran, dîwaran û qedexeyan bişewtîne, û ala xwe di dilê tarîstanê de biçikîne.

Tu despêkî agir!

Tu duhoyî agir!

Tu îroyî agir!

Tu pîrozî agir!

Jiyan bi te çav vekir, xudayan li ber te serî diçemand û hawara xwe dighandin hêza te agir!

Tu hezkirnî agir!

Tu evînî agir!

Tu raza vê axiyî agir!

Tu sonda Zerdeşt û xwe şûştina ji gunehanî agir!

 

 

Tu li virî, di nava me de

Tu li wirî her di nava me de

Geh nêzîk û geh dûr

Lê tu navê me yî.

Em ji te çêbûn

Ji te hatin û bi  te li welatê min newroz geş dibin, bi te cejna vejîn û jînê me di dilê xwe de nû dikin.

Li vî welatî

Li ser vê erdê

Her çirîskeke te

Her pêteke te

Helbesteke,

Çîrokeke,

Destaneke,

Axîneke,nalîneke,şahiyeke,govendeke agir!

Li vî welatî agir

Tu sirûda zarokên sînema amûdêyî

Tu navê Mezlûmanî.

 

 

De pêbikeve, gurbibe, hilbibe agir!

Wê seqemê bişkîne, wê berfê bihelîne

Û xwe li dora welatê min bibêçe agir!

Hooo agiro, va dayika min hevîr kiriye,

Zarok dikin girî

Rondik diherikin

Strana birçîbûnê dibêjin

De ka sêla dayê sor bike

Nanê jiyanê bibêje agir!

 

 

De were agir

Me di hembêza xwe de hilgire

Me di dergûşa xwe de bihejîne

Me bibe bilind bibe,

Û bi ser neyarên me û nava me hilbibe,hêrs bibe agir!

Û jibîr neke,bibêje ez hebûn û nebûnim, her tiştim agir!

 

   

demhatderiki@hotmail.com

 

  

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005