 |
Nameyek
dereng ji mirinek zû re
Nûşîn Hemê
Silav li can û giyanê te şêxê
min
Silav li raman û bîr û baweriyên
te
Silav li hestên te yên
welatparêz
Silav li wan gotinên te yên xweş
û wêrek
Dîsa silav
Şêxê min
Min xwest bi zimanê şirîn li ber
dilê te binivîsim
Bi kurdî
Lewre min bi zimanê me yê
birîndar nivîsand
Ez nizanim çima û ji bo çi şansê
min tenê bo
Ku şa bibim bi dîtina te ya
pîroz
Dema tu li welatên , dûrî welatê
me
Li tarwageha me
Derfeta min nebû da ku ez te
bibînim
Û Gurzek ji lala û xecxecûkan û
gulîgeniman
Diyarî te bikim, bi dengê bilind
bibêjim ,,
Ev bûye sed salan bi mehana
qûranê me serjêdikin
Lê te em bi qûranê ji
serjêkirinê parastin
Qamişlo vala ye şêxê min ne xuya
ye
Tu revandin
Qamişlo vala ye şêxê min ne xuya
ye
Dil dikele ji dûriya te
û cilka nimêjê bi kurdî li te
digere
reşgirêdan sibehên me
reşgirêdan nimêjgeh û rojên înên
me
reşgirêda reşgerêdana me yan
sala
Hollenda
10,05.2007
|