Hevgirtin      Kurdish          Arabic         English     Swedish                                                                rojava@rojava.net

 

 
    » Nivîskar
    » Þêwekar
    » Navdarên Kurd
    » Kurdistana Rojava

       

 

ŞÎRAV

Dildar ismaîl

Şîrav dibarê di miĵandina

Wan lêvên tenik de

Wan lêvên şahîk

Di kaniya xewnê de diramîsim

Memkên ser aze û gerdena naz

Ĵi min dûr nekev ey yar

Bê te li dil dibe ar

Bi miĵandina wan lêvên te dikevim

Derya bê binî

Derya evîna gevastî

Can û ceger bêhedan dimîne

Xweşk e li min şevînê

Ey yara hemî dilvîn

Peyala ava ĵînê zelal dibe

Temarên dil ĵi xwînê tarin

Ĵi evîna te har in

Lêv li ber hev bêzar in

Min himbêz bike

Şevîn dibuhure

Winda neke dema min û xwe

Ĵi şîrava te têr nabim

Ey yara dev li ken

Li ser sînga te diçînim

Gulên baxa û gez

Gulav dibe şîrav

Li min û te şev dirêĵ e

Veke gerdenê

Peyvê xweş tu bêĵî

Dilê min gelekî zîz e

Sînor çi dibêĵe

Can hev dixwazin

Şev digere wekî gêĵa

 01.12.2004

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005 rojava.net   [ rojava@rojava.net ]