Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve
çalakiyên xwe berdewamdike
H.R.K.R.D
tabloyekê diyarî belediya bajarê Delft ê holendî dike
Delft-Holenda, 12.11.2004
Di çarçewa çalakiyên xwe de, Hevgritina
Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li Derve (H.R.K.R.D) roja Inê 12.11.2004
li jêr duruşma“Ji Amûdê ta bi Qamişloyê şewat berdewam in“ çalakiyeke hunerî
û wêjeyî li bajarê Delft ê holendî li dar xist.
Çalakiyê bi rawestandina bêhneke bêdeng ser
giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir. Piştre serokê
H.R.K.R.D,
Zagrosê Haco li ser armanc
û karê rêxistinê axifî.
Hunermendê şêwekar Fûad Gemo beşdarên çalakiyê bi
şehadeta xwe derbarê şewata Sînema Amûdê bi êş, azar û
wendakirina 280 zarokên kurd ên goriyên şewatê dan naskirin.
Hunermend Fûad Gemo herweha tabloya ku herdu
hunermendan Reşîd Hiso û Rehîmo hevbeş nîgar kiribûn
ji beşdaran re
pêşkêş kir.
Tabloya bi navê “ Dîmenin ji Şewatê“ bi navê herdû hunermendan
û bi navê H.R.K.R.D hate diyarîkirin bo belediya
bajarê Delft ê holendî. Belediya bajêr jî ji hêla xwe ve dilxweşiya
xwe bo vê diyariyê eşkere kir.

Dr. Seededin Mele wekû şahidekî din ê Şewata
Sînema Amûdê bi şehadet û bîranînên xwe derbarê şewatê agehdariyên
berfireh û hûr
gihand beşdaran. Çimkî Dr. Mele nikarîbû bi xwe beşdar bibe, Qado
Şêrîn gotara wî ji beşdaran re xwend.
Rojnamevan
Ebdilbaqî
Huseynî hevkarê
helbestvanê
oxirkirî
Ferhadê Çelebî ku berî çend rojan
bi encama egereke trafîkê
ji nav me bar kir,
li ser jiyan û berhemên helbestvanê
ciwan û çalak
axifî.
Piştre guftûgoyeke balkêş û gelek bi sûd e di
navbera Komîteya Kargêr ya H.R.K.R.D û beşdaran de çêbû. Di guftûgoyê
de
mercên avakirin û armancên Hevgirtinê hatin destnîşankirin û bi firehî
hatin şirovekirin.
Di dawiya guftûgoyê de vehsînekê bo 15 xuleyan
dest pê kir.
Hunermendê deng berz û dilovan, hunermend Nûhat
bi deng û awazên xwe derbarê Serhildana 12 Adarê û
şewata Sînema Amûdê çalakî xemiland.
Piştî guhdarîkirina mûzîkê, beşê helbestxwendinê
dest pê kir.
Helbestvanan: Axîn Welat, Bêwar Dêrşewî, Ehmedê
Neco û Sebrî Silêvanî helbest û têkstên xwe ji beşdaran re pêşkês
kirin.
Helbestvan Sebrî Silêvanî herweha hin helbestên Xelat Ehmed ku wî ji
erebî wergerndibûn kurdî, pêşkêş kir.
Bi helbestxwendinê çalakiya H.R.K.R.D ya bajarê
Delft ê Holendî bi dawî hat.
Komîteya
Ragehandinê
Hevgirtina
Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve