DAXUYANIYA KONGREYA YEKEMÎN A HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN
KURDÊN ROJAVA LI DERVE
Di navbera 8 û 10ê meha10ê de, li jêr diruşmeya "Bila yekîtiya me ji boyî
yekîtiya hemî hêzên kurd çi li derve û çi li hundirê welêt bi gava yekemîn be"
li Swêdê, li bajarê Sandvikenê Kongreya yekemîn a HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN
ROJAVA LI DERVE li dar ket.
Kongreyê bi rawestana li ser giyanê Şehîdên kurd û Kurdistanê û pakrewanên
serîhildana 12ê adarê dest pê kir û bi mûzîka Deşt û Çiya ya ku ji alî kemanjenê
kurd Stêr Kurdaxî ve hate pêşkêş kirin berdewam kir.
Piştî ku gotinên mêvanan û nameyên pîrozbahiyê hatin xwendin, kongreyê dîwan
hilbijart û dest bi çalakiyên xwe kir.
Seranserî sê rojan endamên ku amade bûbûn bi çalakî beşdarî guftugoyên derbarê
rêbaza hindirîn û armancên hevgirtinê bûn û bi riya dengdana azad hemî merc û
xalên rêbazê hatin bi cih kirin hetanî ku di dawiya dawî de rêbaza Hevgirtinê bi
awayekî gelemper hate pejirandin.
Piştî teqezkirina rêbaz û armancên Hevgirtyinê, endamên kongreyê bi riya
hilbijartina nehênî, Zagrosê Haco, Ehmed Huseynî, Ferhad Ehmê, Reşîd Hiso, Axîn
Welat, Ebdilbaqî Huseynî, Qado Şêrîn, Selah Bîlal û Rîta Mîşo, Wek komîteya
kargêr hilbijartin.
Komîteya kargêr jî di nav xwe de du komîteyên dîtir destnîşan kirin, Komîteya
çavdêr ku ji Hisên Hisên, Dr. Ebdilbasit Seyda û Kamiran Haco û Komîteya Rawêj
ku ji Ebdulqadir Bedredîn û Rehîmo û Helîm Yûsiv pêk tên.
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURD ÊN ROJAVA LI DERVE bi vê kongreya xwe dest bi gavên
xwe yên pêşîn dike û ji boyî hevgirtina rewşenbîran û avakirina dezgeheke çandî
û hunerî ku hemî rewşenbîrên rojavayê kurdistanê xwe tê de bibînin û bi
alîkariya wê dest bi rolên xwe yên rewşenbîrî bikin êdî bi cegerdarî û bi
bawermendiyeke tund hewl dide ku rola xwe ya dîrokî, di çarçeweya bergirtiya
nasnameya gelê kurd û geşkirina peyv û helwest û çalakiyên rewşenbîrane, hem
biçesipîne û hem jî berfirehtir bike.
Kongreya me ya yekemîn banga xwe digihîne hemî rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê
ku dest ji nakokiyên xwe yên takekesane û rêxistinî berdin û bi hişmendiyeke
şaristane beşdarî parastin û geşkirina vî laşê ku nû ji dayik
bûye, bibin.
KONGREYA YEKEMÎN A HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURD ÊN ROJAVA LI DERVE.
Swêd, Sandviken 10.10.2004