Di çarçewa çalakiyên xwe de, Hevgritina Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li
Derve (H.R.K.R.D)
roja yekşemê 14.11.2004 li jêr duruşma
“Ji Amûdê ta bi Qamişloyê şewat berdewam in“ çalakiyeke hunerî
û wêjeyî li bajarê aalst ê Belcîkî li dar xist.
Çalakiyê bi xêrhatina mêvanan ji bilî hunermend Rehîmo û di dûv re bi
rawestana bêhneke bêdeng li ser giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest
pê kir. Piştre serokê H.R.K.R.D. Zagrosê Haco li ser armanc û karê
rêxistinê axifî.
Hunermendê şêwekar Fûad Gemo beşdarên çalakiyê bi şehadeta xwe derbarê
şewata Sînema Amûdê bi êş, azar û wendakirina 280 zarokên kurd ên
goriyên şewatê dan naskirin.
Dr. Seededîn Mele wekû şahidekî din ê Şewata Sînema Amûdê bi şehadet û
bîranînên xwe derbarê şewatê agehdariyên berfireh û hûr gihand
beşdaran. Çimkî Dr. Mele nikarîbû bi xwe beşdar bibe, Qado Şêrîn
gotara wî ji beşdaran re xwend.
Rojnamevan Ebdilbaqî Huseynî hevkarê helbestvanê nemir Ferhadê Çelebî
ku berî çend rojan bi encama egereke trafîkê jiyana xwe ji dest da, li
ser jiyan û berhemên helbestvanê ciwan û çalak axifî.
Piştre guftûgoyeke balkêş û gelek bi sûd e di navbera Komîteya Kargêr
ya H.R.K.R.D û beşdaran de çêbû. Di guftûgoyê de mercên avakirin û
armancên Hevgirtinê hatin destnîşankirin û bi firehî hatin
şirovekirin. Hêjayî gotinê ye kol i Belcîka gift û goyê pir dirêj kir
û vê yekê hişt ko beşê xwendina helbestan têkbiçe.
wisa çalakiya H.R.K.R.D ya bajarê aalst ê Belcîkî bi dawî hat.
