
Komîteya kargêr a Hevgirtina
Rewþenbîrên Kurdên
Rojava li Derve,
di 8 û13ê meha 11ê de li Elamnyayê û Belcîkayê du
civîn bi amadebûna hemî
endamên xwe li dar xistin.
Komîteya
Kargêr di herdû civînên xwe de, bi helwesteke
rewþenbîrane
û
bi viyaneke tund û berpirsyarane, rojevên
civînên xwe yên ku ji alî serokê
Hevgirtinê hatibûn bi cih kirin, xal bi xal,
gengeþe û guftûgo kirin û di serencama dawîn a
civînên xwe de, xwest ku bi vê daxuyaniyê hindek
xalan ron bike û çend biryarên xwe bo endaman
ragihîne:
Komîte ji hemî kesên ko li Hevgirtinê rexneyan
dikin, tika dike ku
rexneyên xwe ji rastiyê dûrnexin. Komîteya
kargêr sînga xwe ji boyî
rexneyê vekirî dihêlê û banga xwe digihîne wan
kesên ku ji ber gelek sedeman dixwazin
Hevgirtinê têk bibin, ku naveroka nivîsên xwe ji
çarçeweya hiþmendiya objektîv dernexin û zimanê
rexnegiriyê danexin astên arzan ên derbirîna
qeþmer û barûteyên bê perwerde yên kuçe û
kolanan.
Komîteya kargêr di civînên xwe de da çesipandin,
ku Hevgirtinê ji helwestên
rewþenbîrên kurd ên siyasî û dijberane biparêze,
bi tenê li hemberî
desthilata Basiyên Sûryayê û helwstên wê yên
binpêkirina nasnameya kurd û
qedexekirina zimanê kurdî û çewisandina mafên
kurd ên rewa,
têbikoþe û bi cegerdarî beþdarî
rehdaçikandina gotara rewþenbîrî bibe û erkên
xwe di çarçeweya geþkirina cîhana wêjeyî û
hunerî de pêk bîne.
Herwiha dide zanîn ku komîteya Kargêr di tevger
û peywendî û bizavên xwe de, armanc û rêbaza
hundirîn a ku di Kongreya yekemîn de hate teqez
kirin, raçav dike û bi tenê Kongreya Hevgirtinê
dikare helwestên komîteyê binirxîne û rexne
bike.
Komîteya kargêr biryar da ku bi çalakî û bi
awayekî berfireh têbikoþe da roja 12ê Avdarê wek
roja þîniya neteweyî û piþtgiriya kurdên Rojava
li qelem bide û di vê daxuyaniyê de delîveyê
dibîne ku banga xwe bigihîne hemî kurdistaniyan,
çi li hundir û çi li derveyî welêt, ku di roja
12ê Avdarê de, di seet 14.30ê de, 5 xuleyên
bêdeng bo rêzgirtina þehîdên serîhildana
Qamiþloyê, rawestin.
Komîteya kargêr biryar da ku dezgehê bi awayekî
fermî li Swêdê binivîsîne.
Komîteya kargêr biryar da ku kovarekê bi zimanê
kurdî bi navê ÛRKÊÞ
derxîne.
Komîteya kargêr biryar da ku di destpêka sala
2005ê de salnameyeke hunerî bi nave dezgehê çap
û belav bike.
Komîteya kargêr biryar da ko li hemî welatan
komîteyên cûr be cûr bo
hêsankirina mercên xebata wêjeyî û hunerî,
damezirîne.
Di civînên xwe de, komîteyê çalakiyên xwe yên
li Elmanya û Holanda û Belcîkayê raçav kirin û
di derbarê rewþa endamên nû û komîteya piþtgir
de hindek biryarên rêxistinî stendin.
Di
dawiya vê daxuyaniyê de, Komîteya kargêr
spasiyên xwe yên germ pêþkêþî
hemî destên alîkariyê yên ku li ber hatin
vekirin, dike. Û dide zanîn ku bi biryareke
cegerdar, bi gavine jixwebawer berbi geþkirina
rol û teqezkirina gotara rewþenbîrî û parastina
nirxên giranbuha yên 12ê Avdarê ve diçe.
Komîteya
kargêr a Hevgirtina Rewþenbîrên Kurdên Rojava li
Derve
2004-11-14
www.rojava.net
rojava@rojava.net