|
Ez hîna ji
dergehan
diqeherim
zengilan jî
lewra bi lez
li dengê min
binihêre
li min.....
û hinde xwê min
distrêne
xwe dibarînim
û zuha ez
dibêjim: Asoyên
bi çûna te re ji
dayik bûyî
hezar sal kirin
wilo jî
û qena te bi
ramûsanên xwe
neêşînim
ez her sibeh
simbêlê xwe
kur dikim
- ma ne tu yê
îro vegerî
sîkên vegera xwe
ango tiliyên min
û her
û her banga
nîvro xwe
diçivîne
ez nizanim çawa
ji bilî ku xişte
xiştek e biçûk
hêsirên min weke
pisîkeke
birçî
bi hemî aliyan
ve
dibezîne
weke pîrekeke
berbavêje
raman di hişê
min de qîr dikin
û ez di
qermîçokên sîka
xwe de
li xwe digerim
di kolanên
destên xwe de
hinde şevine
tevizî
bîranînên qemirî
mûnetê zivistana
tenahiya min in
diçimm
gelo tu hîna ji
baranê
hezdikî ?
û li ber gumrika
sarbûnê
tu hîna pişpokên
porê xwe
vekirî dihêlî ?
hêêêêêêêy
hêê
li ser laşê me
daweta baranê bû
û te digot:
Ciwan Nebî
bera destên te
ne dirêj bin
- na tu bilind î
û weke gundîne
nû bajar bibînin
me xwe li nav
hev
dixist
li bîra te tê ?
porê te yê kor
diranên te yên
qeşa girtî
û qarîşên te yên
pehn
weke firehiya
poşmaniyê
divê ez bêjim:
dema tu
kevokên
li ber deriyê me
qurimî
hilfirînî
ez li hêviya xwe
namînim
ta solên xwe
bikişînim lingên
xwe
ezê ……
|