|
Gelek
pirsgirêkên me yên civakî hene nayêne ziman û
kes li ser naraweste û nanirxîne , gelo çima ?
tirs heye yan sersarî ?yan netêgihiştin ? yek ji
van pirsgirêkan rewşa xortan û ne aramî û
tevlîheviya jiyana wane .
Ev
hêza ciwan û çalak di avakirin û pêşdebirina
civakan de , li cem me kurda – kurdên rojava –
tertûbela ye , ne li ser heve û bê rêxistine .
bi hezaran bêkarin û bê şîretkarin , bi reng û
temtêla xwe ji pir aliyan ve mîna orupiya ne ,
lê di mejî , bîr û ramanên xwe de .. hê di guhê
gê de ne , sedemên xizanî û perîşaniya xwe
nizanin , ger hinekî bizanin jî tênegha ne ,
pirsa welat û netew , çand û hebûn ,azadî û
rêxistinî , dîrok û nasnameyê ne li bîra wane ,û
ne di xem û xeyala wan de ye jî , kesekî ew li
ser perwerde nekirine …
Rewşa
me gelekî kambax û tevlîheve , civaka me bûye
civakek zarvekirinê ( teqlîdê ) , bi reng , liv
û çun û hatina xwe .. em wek civakên pêşketî ne
, lê di rastiyê de ne wesa ye . gava bê amadebûn
û bê pêkanîna hêmanên sereke tu zarvekirinê bikî
.. hingî tu berê civakê ji rêya wê ya rastî û
parastinê diguherî .
Ev
hezar û çar sed salin em zarî xelkê ve dikin ..
na bi xudê me sed carî ji wan borand - bi taybet
di olê de - lê di dawiyê de em bûn palê pûş , û
me tu jê girêneda , ji bilî windabûn ,
xwepişaftin û xwe'erzan kirinê .
piraniya me bi perwerdeya malbatî-olî mezinbûne
, ne bi ya welatperwerî û kurdewariyê , ta niha
tu dibînî piraniya dê û bavan dilxweşin bi
dûrbûna zarokên wan ji bizav û rêxistinên kurdî
, û bi tu bê'ojdaniyê nahesin ku zarokên wan di
vê xirecira jiyanê de ji hebûn û rastiya xwe dûr
ketine , sedemên vê yekê jî gelekin , bi salane
dijmin û desthilatdaran karê teror û
mejî-şûştinê li ser kurda birêve birine , ta ev
encam derketiye .
Belê
.. berê gel nezan bû , peyayên dijmin û oldaran
bi hesanî gelê me dixapandin , lê îro bi hezaran
xwendevan , zana , mamosta , rewşenbîr û
rêxistinên me hene , dikarin destê xwe deynin li
ser vê birîna kul û germixî , û li çareyê
bigerin , tê zanîn ku ev ne karê aliyekî ,yan du
aliya ne , ev karê hemî dilşewat û dilkeserên vê
civakê ye , her yek di hindama xwe de di kare
hinekî destwerdanê bike û bibe alîkar di
serastkirina vê pirsgirêka zor û dijwar , û hêza
xortên me ya belawela bidin ser hev û di xizmeta
kurdewariyê de bikar bînin , û wan ji vê
sergêjeka mirinê rizgar bikin .
Bila
carekî di jiyana xwe de.. em zarvekirina bi sûd
bikin , em li civak û neteweyên dî binêrin û xwe
li gor wan bipîvin , em berê zarokên xwe bidin
zarvekirina kar , zanîn , welatperwerî û
hijêkirina ax,ziman , çand û dîrokê , em li nirx
û bermayên xwe yên hêja û dewlemend bibin xwedî
, bi hişmendî û bi beza ber zanistiyê ve .. em
karwanê xwe bajon , kevnê xwe hildin , kesên xwe
bilind bikin , û ramangîr û zanayên xwe hembêz
bikin . bila giyayê hewşê li xweşya me here ,
ewe derman , ( kes rûn li ser nanê me pehn nake
) , divê em xwe çêkin û birînên xwe dermanbikin
.
Pênasîna pirsgirêkên me û çareserkirina wan ..
erk û peywira hemî rewşenbîr , zana , rêxistin û
tevgera ye , çimkî armanca tevan avakirina
civatek paqij û saxleme , ku hêza xoratan jî..
tê de çalak û bibandor be .
|