Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

23 January 2009 00:49

 

 

 

 

     Çima kesek kul û derdê kurdên rojava nayîne ziman ?

Ciwan Dêrikî

ciwanderiki@hotmail.com

23.01.2009 rojava.net


Ser ku piraniya nivîskarên malperên kurdî çi yên bi kurdî û çi yên bi Erebî ji rojavayê kurdistanê ne , lê di hemî malperan de tu du nivîsên girêdayî rewşa vî parçî nabînî çima ?

Gelo sedem çiye ?

Rewşenbîr û nivîskarên xwe serbixwe nasdikin û yên xwe alîgirên siyasî jî .. tev jî giraniyê nadin derdora xwe , gelo qey pirsgirêkên vê civakê nînin ta li ser rawestin ? ma yê nivîskar ne gereke ji dora xwe , civaka xwe û rewşa heyî despê bike ? gelo ma ( lêv ne ji dinanan pêştirin ? ) .  

Ger yek bixwaze rastiya heyî nîşan bike , û babetan binivîse û biweşîne , têra nivîskarên cîhanê tevayî mijar hene di vî parçê bextreş û bê şens de , hima bila yek dakeve kolanê , û bi çavê nirxandinê hêviyên şewitî di çavên xelkê de bibîne , wê bizanibe çiqas bobelat û kambaxî bi sere vê civakê de hatine , xwezî bi hejzemîna ! xwezî bi şape û lehiyan ! xwezî bi meydanên şer û cengan ! bi rastî rewşa gelê me , û ya hatî serî ji ya wan teva zehmetire , hema bi kêmanî xelk bi hewara cih û welatên bi bobelat ve dibezin , lê ma kî bi hewara me xwelîseran ve tê ? welatek tê valekirin , birçîkirin , talankirin û wêrankirin .. li ber çavê dilnerm û dilşewatên mirovahiyê , li ber çavê piştgirên berxwedan û azadiyê , li ber çavê xwekuştî û dilnazikên aştî û demuqratiyê .. lê hestê kesekî jî ji rewşa me terorîstan re na live , û ojdana wan bi tu gunehan jî nahese .

Gelo emê kengî bi ser xwe ve werin û pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe , bi bîr û baweriyên xwe ,û  ji êşa xwe , şirove bikin û rayêxin li ser masa birînan ? mane ji berê de gotine ( kesê mino .. destê mino ) .

   

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!







 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1