|
Ev çend rojin G.Bosh û sola lê hatî werkirin di
rojeva çapemeniya cîhanê de ne , hin pê dilxweş
bûn û hin pê tengijîn , jixwe gava bûyerek
biqewime her kes li gorî sûd û berjewendiyên xwe
nêzîk dibe , û ev helwesteka xwezayî ye .
Sola M.Elzeydî di nav kurdan de jî nêrînên
cuda-cuda deranîn , hin jê pê keyfxweş bûn û hin
jê li xweşya wan neçû , deka em jî weke cîhanê
tevê sûd û berjewendiyên xwe li ber çav bigrin û
helwesta xwe nîşan bikin , ne bi hest û bêhriyek
sere-sere ,belê bi nêrînek rasteqîne lê binêrin
.
Em kurd ne dijminê Erebane û ne dijminê
Emerîkane jî , her kes dizane ketina Emerîka di
îraqê de ne ji bo kurdan bû , ji bo petrol û
parastina berjewendî û ewlekariya wê bû , em tev
dilxweş bûn bi hilweşandina rijîma diktator
Sedam , belkî geleka ji me bawer dikir ku
Emerîka wê hemî rijîmên diktatorî hilweşîne û
demuqratiyê bi cih bike , lê piştî demeke kin
her tişt zelal bû .
kurdên li başûrê kurdistanê hinekî sûd ji vê
derbasbûna emerîka di îraqê de wergirtin , lê
kurdên sê parçeyên dî tu sûd jê nedîtin , na
belkî bêhtir ziyan dîtin nexasim kurdên bakurê
kurdistanê û rojhilatê wê ku rojane bumbebaran
li ser serê wane li ber çavê Bosh û bi çekên wî
, ji xwe kurdên rojava beranê qurbanane divê
sûda tu kesî li wan nebare .
Em dikarin helwesta Emerîka ji kurdên başûr jî
bibînin di kargêrî û firtûna îro li îraqê de
dibe , gelo Emerîka çiqasî xwe nêzîkî pirsgirêka
kurd kiriye di vî parçî de ? ka binêrin helwesta
wê ji Kerkûk û herêmên derveyî deshilata
kurdistanê , mada 140an , federaliya îraqê .. hd
. xuyaye Emerîka kurd nekirine di piroja xwe ya
çareseriyê de , ci gava berjewendiyên wê herin
serî , yan hevbendekî dî ji kurdan dilsoztir
bibîne , weke carkê caran wê pehîna xwe li
kurdan bide û wan nasneke , me helwesta wê ji
peymana Ceza-ir75an , Helepçe 88an û serhildana
91an jibîr nekiriye , vêca emê çima xwe
bitengijînin û bixeydin ji helwesta
rojnamevanekî Ereb ku qudera xwe li rûyê Bosh
werbike ? gelo gava R.T.Erdogan çûyî kurdistanê
û tizbiyê xwe ji binzika xwe deranî û çêra
misilmantî û biratiyê kirî – di dema ko firok û
topên wî çiya û heremên gerîla bumbebaran
dikirin – divê hûn ji min hesbikin , …ê min
xiyare yan bixun , yan … yan ji vêdê herin ,gelo
hingî çeteyekî kurda yê çûyî pêşwaziya wî ( gelê
kurd ew pirotesto kir û neçû pêşiyê ) sola xwe
li devê Erdogan daba , em kurd tev pê dilxweş
nedibûn ! û meyê ne gotiba bijî solpizotê me !?
M.Elzeydî helwestek mêrane li hember dijminê xwe
Bosh nîşan da , ( mêranî jî baye ),û herdemî
bayê mirov nayê .ta kengî em kurd.. emê xirecirê
bi hevre bikin li ser xelkê û xwe ji hev
bixeydînin ? bila em jî xwedyê biryarên di cih
de bin û solên xwe bi hostayî bikarbînin .
Helwesta xelkê ji me .. bi meve girêdayî ye ,
ger em hebin xelk jî wê me bibînin û li ber
çavan bigrin , û hesaban ji solên mere bikin .
|