Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

21 November 2008 15:14

 

 

 

 

 Çima em kêmanî û şaşiyan destnîşan nakin ?

Ciwan Dêrikî

ciwanderiki@hotmail.com

21.11.2008 rojava.net


Pirsgirêkên me kurda gelek in , ji ber pirbûna wan jî .. em nizanin ji kûdê despê bikin , heçî rabe pênûsa xwe bigre ..gotarekî dinivîse , gotar jî di çarçûveyeka giştî de tê ristin , kes destê xwe na deyne ser birînê û nîşan nake ,nimûneyek piçûk ez dixwazim diyar bikim.

Gelek karmendên kurd di saziyên dewletê de hene , û piraniya wan jî heval , an jê alîgirên partiyên kurdî ne , gava rebenekî kurd diçe weceka xwe pêkbîne di wê saziyê de , ew rewşenbîrê kurd ê karmend bi çavê şelatî û dizan li wî hejarê gundî dinêre , karê wî nameşîne , sed perpêkan didiyê , wî sergêj dike .. ta ew perîşan xwe bavêje torûbextê wî ( ji xwe bext nîne ) ku çarekî jêre bibîne û weca wî pêkbîne , bi vî rengî ta bikare ew karmendê kurd ê diz wê peran jê biçeqîne , û bi dilekî rehet wê êvarî biçe civîneka siyasî yan çandî , tişta seyr ewe ku ew karmend vê rêbaza xwe ya sexte bi belengazê kurdan tenê re dike , ger yek Ereb , yan file here wê kargêra wî ..ew di ber de radibe û qehwê jî jêre dixwaze .

Tişta ez dixwazim bêjim ew e ; çima şev û rojan em gazinda ji dewletê dikin; astengan ji me re dertîne , gendelî ( fesad) li her derî ye , guhdan bi me nine . . . baş e ev nêrînin rastîn e , em di vê ti hêviyan ji neyarê xwe nekin ku wê xweşiyê li me bibarîne , lê gelo çima rêxistinên me behsa gendeliya van karmendên kurd nakin di belavokên xwe de ? çima wan şermezar nakin di civat û civînên xwe de ? çima wan dûrî rêxistinên xwe nakin ?

Nimûneyek dî ku gelekî zelal û berçave , û her malbata kurd.. jê dikşîne ew jî eve ; di dibistan û xwendegehên herêmên kurdan de piraniya mamosteyan kurd in , ji xwe 70% pitir şagirt jî kurd in , lê ew mamosteyê ku mûçe yê xwe ji dewletê distîne da wan zarokan hînî zanîn ,sinç û perwerdeyê bike ..tu dibînî bi delametê xwe ranabe û zarokên kurda dihêle di nezanî û tarîtiyê de .

Gelo gazind ji kî tê kirin ?

Gelo ev diz û bê-ojdan ku asta herî li jor di civakê de -ji hêla têgihiştin û bawernameyan ve- digrin .. di rêxistinên ku pêşengê gelê mene de cih digrin .. çi hêvî wê di wan de hebe , û wê çawa ev gel bi çarenûsa xwe bighe ? çima em gazinda ji gel dikin ku dûrî rêxistinên xwe ketiye ?

Xwezî her yek ji me di cihê karê xwe de welatperweriya xwe diyar bike , ne di civat û şahî û xwepêşandana de !

Bila cegerê me hehe em kêmûkasan bi dengekî bilind nîşan bikin, û hemî diz û derewînan eşkere bikin , hingî emê pitir baweriyê bi hev bînin û     civaka xwe jî hînî rastiyê bikin.

Divê em şûjina di çavê xwe de berya derziya di çavê xelkê de bibînin .

      

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!







 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1