|

Beriya Şadî bê ,Selîn odeya mieneyê
amade kir.Kîsikê qehweyê danî goşeyek
maseyê.Bi destan gomlekê xwe baş li ser
bedena xwe bi cî kir.Dest li biskan
da,biskek du bisk bi ser eniya xwe de
bereda.Ma li benda nexweşan.Zivistan ne
tê de demsalên din kes zêde nediçûn
doxtor.İncax kesên bê eman,bi nexweşiyên
giran diketin dihatin doxtor.Di wexta îş
û kar de kesî guh nedida nexweşiyên
sivik.Heya Şadî hat wê rojê ku roja
çarşemê bû çar kesan xwe ji bo dorê qeyd
kiribû.Şadî rojbaşî da Selîn,kasika mast
ji poşetê deranî.Selîn mîna metelmayî
bimîne nizanibû çi bike lewre rojên ku
nexweş kêm bûn Şadî nexweş miene dikirin
hê taştê dixwarin.Şadî sedem derkir:
’’Ji birçîna av bi devê min dikeve.Bi
şev bi derengî razam.’’Selîn hema
rabû.Wê jî ji poşetê hinek zeytûn
deranî.Nanekî lawaş jî da ser sifreyê.Bi
lezûbez taştê xwarin.Şadî jî alîkariya
Selîn kir,hema sifreya ji rojnameyê
rakir û avêt qutîka sergo.Selîn bi
selpakekê mase paqij kir.Li ber destşokê
pêşî Şadî bi dû re Selîn av di devê xwe
de tê wer kir.Gotina Şadî a wek,ez bi
şev dereng razam,di guhê Selîn de olan
dida û tînekê dixist dilê wê.Selîn bi
kêfxweşî bang li nexweşan kir.Jinikeke
salên wê nêzî heftê bû bi tevî lawê xwe
ê pêncîsalî ketin hundur.Pîrek bi
alîkariya zilam dimeşiya.Şadî bi ken ew
pêşwazî kir.Li serhedê dayê li wan
deveran yadê dihat gotin.Peyva yadê li
xweşiya Şadî çûbû,’’Yadê,kudera te
diêşê,çiyê te heye?’’got,ber bi ranzeyê
ve meşiya.
’’Tiştek min tuneye yadê bi qurban.Tu
tiştek min tune;ev çongên min bêbextiyê
dikin,werimîne,wekî din tu tiştek min
tune.....ma bi zor e, wîîî.’’got .Lawê
xwe rê da ,axaftin domand,’’Bi zor ez
anîm vir,rizqê zaroyên xwe da heqê
dolmîşê.Xwedê dizane tu jî niha çewalekî
derman dinivîsînî,aha tu û wî malik li
me mîrat dikin;êdî bi şevan ,ji ber
deynan, wê xew bi çavên wî nekeve.’’
Şadî ew miene dikir lê pîrek hê bi derdê
xwe re bû,diaxivî:’’Îro me du satil mast
anî.A wele lawo çi perê wî hene ew perê
ji mast bi destxist ew e.Êdî tu derman
dinivîsînî jî tu dizanî nanivîsînî jî tu
dizanî.Tew, heya wî kelbî mast ji me
kirî em hetikandin;na mastê çi ye,we
çawa havên kir nizanim çi qizulqurt,êdî
tilî li wî alî mast da li vî alî da...’’Lawê
pîrê tengijî.Hinek deng li xwe bilind
kir:’’Bes yadê bes,bes keçê,ka bise bila
zilam karê xwe bike gidî.’’Şadî bi ken
bû.Li zilam zivîrî,’’Bihêle bila yadê
biaxive.’’got.Alîkarî da pîrê,pîrê
rabû,ew li ser kursî da rûnişkandin.Şadî
têlefonê dermanxaneyê kir.Ji wan
re,’’Dermanê ji bo nexweşiya kilsê bi
tevî dermanê êşê sivik dike amade bikin
,ez yekî pêncî salî dişînim,pere ji
nestînin,bi dû re ezê hel
bikim.’’got,mîna bixwaze dermanger baş
têbigihije îca jî yek bi yek navê
dermanan bi wî da nivîsandin.Têlefon
danî.Navê dermanxaneyê û cî ji zilam re
got.Zilam şand dermanxaneyê.
Selîn bang li nexweşên din kir.Nexweş
nema bûn.Şadî bi pîrekê re sohbet
dikir.’’Dapîr,li ser lingan zêde
nemeşe.Dermanê xwe bixwe,tu baş nebû
were em te bişînin nexweşxaneya dewletê.’’
’’Na na na.’’got pîrê,mîna bixwaze ji
ser kursî rabe hewl da.Şadî ew da
rûnişkandin.Nexwest bi ser de biçe.Gotin
nerm kir:’’Tu çêtir dizanî pîrê.’’Piştî
vê gotinê pîrê ji hêrsê de
ketibû.Gazinên xwe li Şadî dikir:’’Yadê
bi qurban,derdên vî zemanî zêde
bûne.Berê jî derdên me zêde bûn lê em
nedihetikandin.Rez û bexçeyên
me,heywanên me besî me bûn.Aniha çi pere
bi dest me dikeve em didin doxtor û
dermanan.Emrê zêde ji bo me ne lazim
e.Ji vir bi şûn de tiştek min nemaye li
dinyê.Hema bila hun xort û keç bê derd
bin bes e,xwedê êşa ciwanan rê me nede
bes e.’’Henaseya wê sivik bûbû.Heyecan
pê re nemabû.Xwest sedemê van gotinên
xwe vebêje pîrê:’’Min bihîst tu jî ji me
yî,doxtorê însan kurd be ew jî baş
e.’’Şadî bi kenekî henekî li Selîn
nihêrî.Bi dû re li dapîr
vegerand:’’Yadê,lê ev keçik,ev ne kurd
e.’’Dapîr mîna hinekî xem bixwe bersiv
da:’’Ma qey,ew jî evda Xwedê ye,diya wê
jî heye,bavê wê jî heye...Xwedê ji wê jî
razî be.’’Şadî gotinên dawî ji bo Selîn
li tirkî wergerandin.Kenekî ziravik li
rû Selîn belav bû.Di wê kêliyê de lawê
dapîrê ket hundur.Çavên pîrê çawa bi
dermanan ket mad lê tirş bû.Wexta Şadî
bi xwedî dermanxaneyê re axivî bû bi
tirkî axivî bû,dapîr tiştek fam
nekiribû.Zilam dît diya wî xwe diêşîne
hema rewşê jê re vegot:’’Yadê,pere ji me
nestendin.Mala doxtor ava be.’’Dapîr bi
rehm li Şadî nihêrî.Li serhev,’’Xwedê te
bihêle,kevirê hişk li ber lingên te
nekeve lawo,dinya mîna dilê te be
înşelah,rebî bi we re be...’’Serê Şadî
ber bi jêr bû,di ber xwe de ,’’Oxir
be.’’got.Lawê dapîrê hê derî danedabû,
dapîr ,’’Ka binihêre kîjan dermanê êşê
ye,yekî bide min,wele lawo êşê ez
kuştim.Ên din bihêle, wê lazim be.’’got.
Şadî bihestîyarî bû.Selîn hewl dida da
atmosferê biguhere.Çû ber şibakeyê.Li
asîman nihêrî.Şadî li ser dilê xwe ,bi
tilîka mezin peyvekê lê kir!Hinek bi wî
halî bêdengî domiya.Selîn ji ber
şibakeyê ber bi derî ve çû,piştî du
deqîqeyan çay di dest de hat.Çay danî
ber Şadî.’’Ka çaya te?’’pirsî Şadî.
’’Dilê min naxwaze.’’got,dîsa çû ber
şibakeyê Selin.Piştî hinek bi wî halî ma
li Şadî vegeriya,’’Heya tiştek neyê
xwendin tu wateya wê nîn e;hingî ez li
wî avahiya dîrokî dinihêrim û hewl didim
bixwînim avahî mîna bibe parçeyek ji
jiyana min.’’
’’Rast e.’’got Şadî.Nava qedeha çay mis
da .Dirêjahî da gotinê:’’ Rast
e.Pelek,kevirek,xeyalek,çavên însan gere
bête xwendin.Jiyana wan jî heye.’’
-Ez ji te hîn bûm.
-Çi?Tu çi ji min hîn bû?
-Xwendina çavan.
-Min heya niha tiştek wanî ji te re
negot.
-Doxtor,di xwendinê de em jin bêtir
hesas in.Bêtir jî xwendina
nihêrandinan.Lê ez xwendina çavan a ew
qas kûr,ji te hîn bûm.Carna dixwazim
çavên we bixwînim lê tirsek di dil de
nahêle.
’’Ew tirs her carî bi min re heye;bê hay
,pirî caran pê de diçim û çavên jinan
dixwînim.Bi dû re haydar dibim; gelek jê
bi awir û nêrînan ez şermezar dikim.Ji
wan wetir ez bi dû jintiya wan a cinsî
ketime!Baş e ku piştî min nas dikin ji a
xwe poşman dibin.’’
’’Neqehire,ev bi serê min de jî
hat...Heya min we nas kir,ez jî heman
tiştî difikirîm!’’
Şadî keniya.’’Ez haydarî rewşê me.Lê bi
rik im,dizanim dawiya dawî her tişt tê
ser rastiyê.’’
Selîn ber bi maseyê ve çû.Bi kubarî
kîsikê qehweyê girt.Ew bêhn kir.Şadî ji
ber ku ew kîsik nedîtibû hinek bi
şermînî li Selîn nihêrî.Selîn heya jê
hat sîng li xwe fireh kir.Kîsik danî pêş
doxtor.Bi dengekî şîrîn,’’Ne bi tenê
xwendin,te ez hînî bêhnê jî kirim.Bi
sedan caran min qehwe vexwaribû,bêhna wê
bi ser min ketibû lê tu car min ew bêhn
nekiribû.’’got.Ber bi Şadî ve çû.Bi
wêrekî tevdigeriya.Li kûrahiya çavên
Şadî dinihêrî.Dixwest bixwîne.Şadî
nehişt Selîn li nêrînan tîr bibe:
-Bi vî awayî nabe Selîn.
-Ji bo çi?
-Bila min hay jê tune be.
Selîn raste rast li pêşberî wî
sekinî.Gotin bêtir şîrîn kir:
-Ez dixwazim hem bixwînim hem jî bibînim.
-Lê texmîn?
-Texmîn!
-Tuyê bikaribî texmîn bikî?
-Çi?
-A ku wê piştî xwendin û dîtinê!..
-Wê dilxweşî be bi îhtimalek mezin.
***
Êvarekê li ber şibakeyê bûn.Kûr û dûr
dinihêrîn.Herdu bişkokên pêşî yên gomlek
li Selîn vekirî bûn.Fanêreyê sipî yê di
bin gomlek de lîkrayî bû;serbestiyek bi
sînor dida memikên wê.Şadî Selîn hembêz
kiribû.Selîn digot,’’Her wext tu li cem
min be bes e.Xwezî însan bikaribûya
biryarên bînyadî werbigirta.Xwezî hin
tişt bi ya însan pêkbihatana.Min dê
biryar bigirta û ezê bibama dilê te.Bavê
min her wext digot gere jiyan şens jî
bide însan,ev e,ez êdî dizanim jiyan
şens dide min.’’
Şadî bi tiliyan,li ser camekanên
şibakeyê ,bi hewakî wêne lêkirin.Ji
Selîn re got:
‘’ Ev bajarê bi kevir.Kevirên
şimayî.Zimanên bajér,olên bajêr.Rengê
zaferanê.Xemên bajêr.Êşên li
bajêr.Evînên li bajêr.Selîn,gelo sebra
bajaran çend sal e?Bajarên wekî vî
bajarî?Belkî jî rengê zaferanê ji ber ku
rengê hezkirinê ye ew qas dikare li ber
xwe bide.’’Selîn di hembêza wî de li wî
zivîrî.Ew maçî kir.Wekî her carî Selîn
di kêliya ramûsanê de baskên çavan
daxistin Şadî jî li halê wê yê dîlbûyî
dinihêrî û bi kerb û hesret ew maçî
dikir.Dev ji maçîkirinê berda bûn.Şadî
porê wê mis dida.Selîn,’’Hêza hezkirinê
hêzeke xurt e,yarê min.’’got
.Şadî,’’Rast e,çi hêz e,ez jî êdî pê
dizanim.’’got,bi destê Selîn girt,ew bir
ser kanepeyê.Hinek bi wê şa bû.Bi zimanê
çîrokên gelêrî axivî Şadî:
-Selîn di piçûkatiya min de wexta hinek
nexweş diketin ber rih,rihsîn dihat rihê
wî/ê bigire nexweşan deng bi xwe
dixistin,ev e çûk hat,ev e ga kinc û
cilên min diçirîne,bavê min hat,diya min
hat,filankes hat,digotin.Kesan ev rewş
bi hezkirinê ve girê didan.Mezinên me
digotin insan li jiyanê herî zêde ji çi
hez bike di kêliya mirinê de rihsînê
wî/ê dikeve wî dilqî.
-Ger wanî be wê mirina min mirineke pir
xweş be,ji niha de ez dizanim ku wê
rihsînê min bikeve dilq û şiklê te,çi
mirinek xweş,got Selin.Hem keniyan hem
jî huznekê xwe li wan da der.Şadî bi
bandora wê huznê axivî:
-Carna xwe bi xwe difikirim,dibêjim
xwezî insan tu tiştî fam nekira.Hur
cahil bûya,cahilekî hur;li gundê me
kesekî ji dinyayê tu tiştî fam nedikir
hebû.Her cara tengasî xwe li însanan
dida der însanan digot xwezî bi wî hur
cahilî!
‘’Ger em bi hezkirinê re lihev bikin,em
bikaribin hez bikin em dê ew qas
netengijin.’’
Şadî li hember van gotinan hinek xem
xwar û hinekî jî li xwe mukir hat.Xwest
dil li Selîn xweş bike:
‘’Yara min,ez dizanim ez pir tiştan
dijîm lê ez nikarim der bikim lewre
ditengijim jî.Ev cara pêşî ye ku ez
evîndar bû me.Ez ketime vî halî.’’
Li dû vê atmosferê û wan gotinên dilînî
heya sibehê hewîniya xwe bi hev anîn,bi
hev şa bûn.Carna ku diçûn av li xwe
dikirin hin pirs dihatin hişê Selîn lê
Selîn nedixwest tu tiştî bifikire.Ne
keseke wanî bû ku di hezkirinê de tiştên
wenda dikir û tiştên bidest dixist
bifikire.Hew kêfxweş bû.Piştî av li xwe
dikir hew bi halê bedena xwe ya sivik
xweş dibû.Hênkayiyekê xwe li bedena wê
dida der.Ev jî dibû sedem ew di demeke
kin de carek din bi bedena Şadî şad bibe.
***
Şadî tu tiştî negot.Teviziyên sar xwe di
canê Şadî de jî didan der.Heyecan û
lerizînê ,tirs û xeman bêtir hukum li
bedena Selîn dikirin.Li hev dinihêrîn.Tu
îşareta teselî bida wan wê çaxê li wechê
wan xwe nedida der.Kederekê xwe li wan
dabû der.Herduyan jî mîna bizanibin wê
axaftin û sohbet fêdeyekê nede wan.Li
hev dinihêrînNihêrandineke bê livbazî û
bê tebat,nihêrandinekî bi tirs û bi
hesêb.Belkî herdu jî ditirsiyan dawiya
wê hezkirinê bi kîn,nefret û bi poşmanî
be.Belkî jî berevajî vê herduyan hêvî li
xwe xurtir dikirin.Bi wî awayî man….
Selîn li destên Şadî dinihêrî.Bi dengekî
nizm ji Şadî re got:
‘’Destê te geh bi min bi rengê zer e,geh
rengê şîn,geh jî mor…carna jî li ber
çavên min dibin mîna araviya ar.’’
Şadî bi destê wê girt.Hizûrekê xwe li
Selîn da der.Bi vî awayî axivî Selîn:
‘’Nefes çi ye,ger ji min bête pirsîn,ez
bi bersivê dizanim lê nikarim bersiv
bidim.’’
Şadî li wê dinihêrî.Nediaxivî.
Bêdengiya wî li xweşiya Selîn
nediçû.Tiştên sivik û di jiyana Şadî de
cî dabûn xwe bi bîra Şadî xist.Pirs ji
Şadî kir:
‘’Şadî,bêhna qehweyê,tu dê dîsa qehweyê
bêhn bikî?’’
‘’Na.Ez ê her ji bêhna qehweyê hez bikim
lê ne bi wî armancî!’’
‘’Lê lêkirina nîşeyan?’’
‘’Ew jî nema;tu bi her tiştî dizanî;ez
êdî ne miriyan ji xewê şiyar dikim,ne li
hewayê nîşeyan lê dikim,’’got,hinek
rawestiya .’’Wexta însan bi hezkirîbe ne
hewceyê hin tiştan e.Lê xwendina her
tiştî xweş e;xwendina çavên evînî jî!...’’
‘’Tu rast dibêjî Şadî.Hezkirin zeman jî
bi însan dide ji bîr ve kirin.Ev çendek
e,êdî deqîqe û sanîye jî bala min
dikişînin.Lê beriya wê çendê min
nedizanî wext çawa li min dibuhure.’’
‘’Carê,hevalekî min yê Mêrdînî kilamekê
dîyarî min kir.Navê kilamê Dîlbercan
bû.Kilamek ji kilamên evînî û hezkirinê
ye.Di kilamê de wiha dihat gotin;
‘’Niza
Ne buhar e
Ne havîn e
Ne payîz e
Ne zivistan e
Ne sibat e.’’
Rewşa me û gotinên te bûn sedem da ez wê
kilamê bi bîr bînim.
‘’Mihteşem.Qey hezkirin dem û zemanê
bêwate dihêle.’’
‘’Bi herhal.’’
‘’Lê ez ji bo xatirê hezkirinê tiştekê
ji te dixwazim.’’
‘’Çi?’’
‘’Nîşeyên li odeya te hilawêstîne;ger tu
wan bidî min ezê kêfxweş bim.’’
‘’Wê bi kêrî te neyên.’’
‘’Soz bide min.’’
‘’Tişt pê nayê.Lê naxwazim …’’
‘’Xwe li şîroveyan negire;hin tişt derî
rastiyan bin jî,piçûk bin jî ne hewceyê
şîroveyan e.’’
‘’Ez dê wan nîşeyan bidim te lê ji bo
çi ev lez?’’
Selîn bêdeng ma.Mîna mirin bi wê germ û
şîrîn bibe,hesteke wanî xwe lê dida
der.Li Şadî nihêrî.Dîsa pirs ji xwe kir
di dilê xwe de,’’Gelo ez çiqas ji xwe
hez dikim?’’
Li ber serê Selîn defterekî û broşûrekî
hebûn.Selîn mîna bixwaze bi sayakî mijûl
be pêşî li defterê nihêrî.Ji nîşeyên li
odeya Şadî jê çend heb li deftera xwe
lêkiribû Selîn.Ew nîşe awayên diayan
bûn.Şadî lêkolînekî kiribû;bi
Misilmantî,bi Êzdatî,bi Cihûtî,bi
Xirîstîyanî,bi Zerdeştî,Bûdîstî…çawa dia
dihatin kirin hîn bûbû û wekî nîşe
lêkiribûn.Bi pistepist ew diayan xwendin
Selîn.Şadî,’’Tu çi dixwînî?’’pirsî.
Selîn:
‘’Diayan.’’
Kenekî gelekî zirav xwe li rû Şadî da
der.Selîn domand:
‘’Diayên wekî nîşe li dîwarên odeya te
hilawêstîbûn.’’
Şadî tu tiştî negot.Dilê Selîn
dişewitî.Kezeba wê dişewitî.Reng di
bedena wê de nemabû.Hew rengê çavê wê
tîr bûbû.Hêviya wê mabû li ser hîsên
wê.Ji ber wêhêviyê bû ne bi Şadî re
ketibû gengêşiyê,ne qîrîyabû ne jî xwe
dabû rikê da Şadî qanih bike.Ev rewş di
dil û hişê wê de bûbû bêqirarî.Axîn
kişand da tona dengê wê xirab nebe.Ji
Şadî re got:
‘’Şadî,nizanim ji bo çi ye,ez bi te re
neketim gengêşiyan,ya rast heya niha
gere ez gelek caran li hember te
biqîrîyama,min hewl bida te qanih
bikira,çi dizanim ne şerekî ne jî
pevçûnekî!..Ecêb e,te jî tiştên wanî
nekir?!’’Şadî dîsa bêdeng ma!
Selîn nexwest zêde bi ser de biçe.Li
broşûrê nihêrî.Navên kilîseyên bajêr,bi
tirkî hatibûn rêz kirin di broşûrê
de.Hema bigire li pêş navên hemî dêran
peyva , mor ,hebû.
Selîn ew broşûr ji dest danî.Li çavên
Şadî nihêrî,wiha got:
‘’Bajarê evîna mor.’’
Dîsa li hev nihêrîn û dîsa bi wî awayî
man…dîsa Şadî tu tiştî negot…
|