Hevgirtin      Kurdish          Arabic         English     Swedish                                      rojava@rojava.net

 

    » Hevgirtin
    » Nivîskar
    » Þêwekar
    » Navdarên Kurd
    » Kurdistana Rojava

 

 

 

Ew kî ye li ber deriyê min ?

 

Mewlana Celaleddîn Rûmî

 

 

Wî gote - Ew kî ye li ber deriyê min?

Min gote - Berdestê te yî belengaz e.

Wî got - çi îşê te ye li vir?

Min got - silavê û pesnê de bidim, o seyda.

 

Wî gote - çiqasî wê rêwîtiya te dûdirêjbike?

Min got - ta tu min bisekinînî.

Wî got - çiqasî tu yê di êgir de bikelî ?

Min got - ta zelalbibim.

 

Wî gote - te di ber doza xwe de berxwedankiriye

lê ti şahidên te nînin.

Min gote - hêsirên min şahidên min in;

Madê min î zer birhana min e.

Wî gote  -şahidê te bawerî pênabe;

Çavên te bo dîtinê pirr şil in.-

Min gote - himber ronahiya dadmendiya te

Çavên min zelal û bêeyb in.

 

Wî gote - tu li çi digerî?-

Min gote - ko tu bibî hevalê min î hertimî.-

Wî gote - tu ji min çi dixwazî ?-

Min gote - lehiya qencî û dana te.

 

Wî gote - kî bû hevalê rêwîtiya te ?

Min gote - ramana bi te, o qiral.

Wî gote - kê te bi vir de anî ?

Min gote - bêhna şeraba te.

 

Wî gote - çi dê te razî bike û bi dilê te be?

Min gote - hevaltiya impirator.

Wî gote - te çi li wir dîtiye?

Min gote- sed matker û mûcîze.-

Wî gote - çima qesir bûne biyaban?-

Min gote - ew hemû ji dizan ditirsin.

Wî gote - kî ye diz?

Min gote - ew e yê min dûrî te dibe.

 

Wî gote - aştî û eman li kû ye ?

Min gote - di xizmetê û nefsjibîrkirinê de ye.

Wî gote - çi li wir e ko bête jibîrkirin?-

Min gote - hêviya xelasbûnê.

 

Wî gote - bûbelat li ku ye?

Min gote - di livirbûna evîna te de ye.

Wî gote - çawa tu sûd û fêdê ji vê jiyanê werdigirî?

Min gote - bi rastbûna bi xwe re

 

 Aniha dema bêdengiyê ye.

Heke ez cewher û navka Wî ya rast

Ji te re bibêjim

Tu dê ji xwe bifirî û windabibî,

û ne derî û ne banê xanî dikarin bi te

bigirin!

wergerandina Ebdulrehman Efîf.

 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005 rojava.net   [ rojava@rojava.net ]