"Ronahiyê birîn meke –
Verletze das Licht nicht"

Cankurd
Ev pirtûka helbestvan
Husên Hebeş jî, wek hinek pirtûkên wî yên dî, ji aliyê
Hogir Velag ve, li Bonnê, sala 2005 derketiye. Hogir
kurê niviskar e, û Inayet Attar jî, ku dostekî wî yê
kevin e, bergê pêşîn ê pirtûkê bi tabloyek xwe ya xweşik, ku ji
sala 1997ê ye, xemilandiye. Pirtûk li bajêrê Kölnê /Almaniya
hatiye çapkirin. Li ser bergê paşîn jî wêneyê helbestvan heye,
ku tevî porê wî sipî bûye, lê hîn xort e, wek darek beharê,
rûgeş û berhemdar dixuye. Li bin wêneyê wî du gotinên
pesindariyê bi Almanî li ser wî hatîne danîn, yek ya xanim
Hilde Domin e, ji Süddeutsche Zeitung, ku yek ji
giringtirîn rojnameyên bi Almanî ye, û yek jî ya televîsiyonê
almanî WDR e, ku wek kanala sêyemîn li Almaniya tê dîtinê.
Xanim Hilde Domin
dinivîse:"Kurdeke, ku li Almaniya dijî û helbestên pir
hêja dinivîse. Ji zû ve min tiştên wilo xweşik ne xwendine."
WDR jî pesna helbestvan dide, ku mijarêd wî hêja ne û zimanê wî
jî hezkirî ye….
Dr. Husên Hebeş
ji xelkê Çeqmaqê biçûk e / Çiyayê Kurdan li rojavayê Kurdistanê.
Rojnamevanî li zankoya Lomonosov / Moskow xwendiye û
doktoriya xwe jî sala 1983 li ser kovara Hawarê û sira wê
di hişyariya neteweyî ya kurdî da, li ba zanayê nemir Qanatê
Kurdo tevakiriye. Ew ji sala 1984ê da li Almaniya dijî û
gelek pirtûkên wî yên bi Kurdî li ser wêjevaniya kurdî hene. Ji
zimanê rûsî helbestên M. Lermontov ê rûs û Heinrich
Heine yê alman bo Kurdî wergerandine, li ser rojnamevaniyê
jî bo Erebî pirtûkek ji Rûsî wergerandiye. Hinek stranên
Kurmanciyê civandine û xwe tê da westandiye, lêkolîn li ser wan
bi tîpên Kurdî yên başûrê Kurdistanê li Iraqê belav kiriye. Lê
belê ew wek helbestvan bêtir hatiye naskirin û ta niha van
pirtûkên helbestî bi Kurdî û Almanî belav kirine: "Li wir
lêvên keviran çîkdidin", "Darên behîvê kulîlkên xwe
dişewitînin", û eva dawiyê, ku bi sernavê "Ronahiyê birîn
meke"…
Helbestvanê me helbestêd xwe yekser bi Almanî jî belav dike, û
di vê pirtûkê da jî wergerandina almanî li gel metnên kurdî
belav kirine. Bi ser ve jî helbestek bi Erebî diyarkiriye bo
helbestvanê ereb ê navdar Adonîs û helbestvanê kurd ê
mezin Abdullah Peşêw. Helbestek bi Rûsî jî di nav pirtûkê
da heye.
Dr.
Husên Hebeş demekê
serekê PEN a Kurdî bûye û niha jî endamê Yekîtiya Navneteweyî
ya niviskar û hunermendan e, û endamê VS e.
Bi ser
van xebatan tevan da, ew xwe bi fêrkirina zarokên kurd gêro
dike, li bajêrê Bonnê pir zarokên me ji wî fêrdibin Kurdiyek
zelal û hêja.
Di
pirtûkê da (170 rûpelin) gelek helbest û helbestkên piçûk
hene, ku jê re di Kurdî da "Dûrik" tê gotin. Ji wan: "Peyv,
Fersend, Pîr, Berata Ewran, Xewn, Biyanî, Rûyek, Ronî jî kuştine,
Dîl, Ev dema, Hindabûn, Lixwenan, çavên şil, Gul, Berî şahiyê
û hinekên dî…
Helbestvaê ku xwe ji karê ramyarî bi dûr xistiye û pesna kesekî
wê nede, di vê naverokê da helbestek li ser Barzaniyê nemir
belav kiriye. Ev e jî diyar dike, ciyê Barzaniyê nemir li
ba helbestvanê me çendî bilind û bala ye. Ew dibêje:
" Bi
tîrêjên rojê digirt
û di
ber re dişewitî
Ta bi xwe bû
tîrêja rojê
Ji bo Kurdan…"
Wek em di vê Dûrikê da
dibînin, ramanên helbestvan tevî ku xort in, zimanê ew bi kar
tîne asan û zelal e, lê hinde caran ew tixûb û serhedên zaravan
diçirîne û ji ber ku xwe gelek bi zimanê Kurdî gêro kiriye, ew
dikare herdu zaravên Kurmanciya bakur û ya başûr bi hostayî
dixîne berdestiya wateyên xwe. Lew re em dikarin bibêjin, ku
zimanê helbestvanê me xort e, hêja û tijî ye, tevî ku ew zarava
Kurdaxiyan ji xwe re dike bingeh, jê venabe…
Helbestvan li ser
Kurdan jî wilo helbestekê vedihûne:
Agir
kurê rojê yî hindayî"
Li bavê digere
Dişewite ji
sêwîtiyê
Ji
alafa êgir
Kurd peyda bûn
Ew jî dişewitin bo
azadiyê
Şewitîn
ronahî ye
Ronahî
adeteke bavanî ye…"
Helbestvan di rîtuwalên xwe da, ku wek nimêja kesê bawermend in,
felsefeyek helbestvanî davêje ber ronahiyê:
" Van
rojan
Ez
dixwazim bi salan
Di
nav xewê de bijîm
Û
bizanibim çi li wê
Nedîtiyê heye…"
Biyanî
dilê helbestvanê me disotîne, dihêle ku ew qelemê xwe ji dest
xwe bavêje:
" Van
rojan
Ez
li ber masê rûdinim
Û ez
destê xwe davêjim qêlem
Ji nû
ve kulîkên girînê vedibin
Zû
sîs dibin û pelik diweşin
Ev e rîtuwala min
e rojanî…"
Di helbestên
Dr. Husên Hebeş da, êş û kul, penahiya can û dil, mirina
dêmenên pîroz, hilgavtina xewnên zarotiyê, tîbûna tivîrkan,
tenahî û windabûn, jihevketina evînî, koçkirina mirovatiyê û
hozanvaniyê bê kaxed û bê passport di wêjevaniyek cîhanî da
hene..Ew li Kurdistanê, Erebistanê, Sovyêtistanê û li rojavayê
Ewrûpa geriya ye, firiya ye, wek firindek pînika wî hatiye
sotandin, agir bi basikêd wî ketiye, evîn û niştê xwe li ser
pişta xwe barkiriye…Helbestvan wêjevanî û helbestvaniya van
welat û cîhanan xweş naskiriye, xwe tev li wan kiriye, bi wan re
avjeniyê dike, lê pêjna stranbêjiya kurdî, çêrokbêjiya gundîtiyê,
evîna welatê dayik û bavan, her li ber çavan e, nikare ji wan
verê bibe.
Wergerandina van
helbestan bo Almanî jî wilo bi hostayî hatiye lêkirin, ku ha te
bi Kurdî xwendiye, ha bi Almanî, tamzara kurdîniyê di wan da
maye û hozanvaniya wan helbestan ne herifandiye.
Destêd te sax
bin, dostê kevin…