|
Bi
mamosteyatîk pir zirav û bedew, di demek
pir hesas û girîng de we deng veda. bi
vê helwesta we ya ciwan a ku ji xwêdan û
keda gel Kurdistan ber û encam girtî, we
mask û perdeya xap û vîlilkên
dagîrkeran ji ser riwên wan rakir, di
ber bangên van rojên bi taybet de ku
serok wezîrê tirk Tayib Erdogan hewil
dide carek dîtir gelê me bi şêweyekî dem
lê buhurî bixapîne. di heman demê de jî
bersiva wan kesê xwedê giravî xwe zana û
dûrbînên gelê kurd dibînin, da. di
derbarê TRT6 de ew ê bi şabaşî û
xweşbînî helewesta Erdoganî şîrove
dikirin Ehemed turk vajî îsbat kir.
Partya Civaka Gel û rêvebirya wê bi vê
helewesta gewre, asta xebata tevgera
civaka gelê kurdistan veguhest qadek
bilind û firehtir. 24ê sibatê weke
erdhejînekê bû li bingeha perlemana
cemhoriyeta tirkan ket, ya ku ji heştê
salî de hesaban ji rojek weha re dike ku
neqewime. mîna mar ku ji pûngê çendî
direve û jê ditirse , ev pûnga ku tovê
wê ji navbera du çeman resenî girtiye
xwe dirêjî qulên marên kevnakirî dike di
ode û koşkên wan de ye bixazin an
nexwazin.
Ehmed Turk baq û gurzê vê pûnga deşt û
zozanê kurdistanê li gel beybûn û
nêrgizên dehl û çîmenan ne tenê dide ber
pozê perlemana tirkan , vêre jî dewlet û
hêzên ku piştgirya tirkan dikin di
binpêkirina mafê gelê kurd û pirsa
mirovatiyê de…
Beşîr Mele
|