|
10 / 01 / 2008
Pelandineke nû
Hembêzkirineke
têvel
Di navenda
cîwaziyê de
dijîn
Cîwaziya ji te û
min…
Ew biyaniya di
malzaya min de
Wateya ko
xwedayetiyê
derbasdike
Sûcê min e
Ji bêgunehiya te
ye
Bawerdikim... bê
pîvan
Di xilmaşiya xwe
de digihîjim
tiştin nenas
Digihîjim te û
hindekî ji xwe
Mîna hatinekê
Mîna wexerkirina
giyanekî
Mîna te...
Belê...
Mîna hercar
Dikim xwe
bihêlim
Xwe ji tiştnan
veşêrim
Xwe bi awayekî
din saxtir bikin
Dikim ji
hertiştî vegerim
Te jî bi rengekî
rastî biafirînim
Bê gav
Bê henas
Bê vemaliştin
Bê jibîrkirin
Bê mirin
Li xwe vegerim
Ligel bîranîneke
ji mandê... û
Hindek jî ji
windayiyê
Mîna ya ko
niyazên dayika
min lê
diqurmiçin
Êêêê...
Dema ko bêjeyek
pirsa jiyanekê
dike
Yan nesteke bê
bersiv
Yan û yan û...
Hin ahîn û keser
Hin bêqidoşiya
çend ramanan...
û
Hin jî
pirsgirêkiya
hember...
......................................................................
|