|
Vedenga ko ji
şûna bêjeyê tê
Fonêma “
bûn
“ ê vedijîne
Hemû tabûyan li
paş xwe dihêle
Xwe jî ji bo min
dihêle
Fatûreya dawî ji
mine
Nalet li xewa bê
xewn be!!
Şîfrenin
ramanîyî winda
Derdoreke
veciniqî
Hertişt li
hember xwe
Sireke biyan
rojgara enîyê
diyardike
Nîşanin nû…
…Dîrektîvin
nû ji tirsê
Berî hin pêvekên
ji derveyî
lîsteya nîgaşan
Xwejibîrkirineke
bi difre silavê
dike
Wilo dahênan ji
“
bûn
“ ê!!
Çilo tu dibe?
Çilo tu min dibe?
Ji Qamişlokê…
Ji mizgefta
Qasimo
ta xewna
rewanekî
Ta rewşa
şehîdekî
Nalet li rastîyê
be ko carnan
nabe xewn!!
Ji hêlekê
diguhêzim
…Ya ko tu jê
bûye
Axînê li
devereke din
datînim
Daxwazek encama
xwe ji hêlê
hildike
Bi formeke nû ji
sîkeke kuştî re
Di êşê de çikûsî
Ji bin konê xwe
tiştekî nave
Ne pesnkirina
lehengekî…
Ne jî pasvanekî
gorê !!
Ji vê devera min
dibin
…Ji vê devera
ko ez nabînim
Celebin
heyberîyî
erjengkirî
Qaqlîbazên
wexerkirinê li
dûv bendewariyê
Revendin din ji
wateyan di
dîmenê de
Edî… êdî… êdî
Ko ev rûpel "
ÊDÎ
" yê tewaw bike
Ko ev valayî
dawîdar be !!
Çi dawerê ji
tevlîheviya vê
derûnê re rakim?
Çi kêşan ji
bandora vê
nêrînê re?
Ey netişt û
hertişt…
Ey hertiştê
netiştî…
Ey xweda…
…Û çi…?!!.
…………………………………
|