|
Danasîneke têvel
… bo hemû cîwaziyan
… bo hemû xwiyakirinan
… bo lîstika ko wê ji nû dawerive van bêjeyan
Pîvana nerastiya hin encaman li gor hindek tişt
Careke bêdaw, nependîyî
.. di vê wateyê de
Ta ko bigihîje çend rû û hunduran
Bêyî navendiyeke tenê!!!
Mîna barkirineke rastî
Mîna barkirina êgotîzm ê
Yan jî mirineke amade !!!
Hemû nezanî dorpêçdibin
Vêtamîna
herî girîng
.. ya di bêjeyan de
.. di qozînin veşartî de winda dibe
Tiştek li ciwaniyê nebû xwedî
tirsa nakokiya hiş
.. Ji nişka ve xwe nehêle
Mafê dayikê jî bêtir bidize!!!
Hindek ji pirbûnê bû…
Di jibîrkirinê de rawestgeheke nûjen e
Her tişt ne li paş bûyerê ne !!!
Nûhatin
bi hindekbûna te re ye
Baweriyeke bê hêl ji rexna ko wê bijî re…
Vaye… Vaye
… dema mejgûl babetê bibirin, tê
Hêdî… Hêdî
Sivikbûna min hilgire
Vaye di vir de…
Di vir de…
Di devera ko dirêjbûna nêrînê lê rûniştiye
Di nexweşiya ko ji mêj ve verêz guhertine
Ristikeke biyan bo vê hişkbûnê… Û
Bo afrandina saleke nû…
Dabeşnebûneke arişî... ji te re
Berî ramanek hînbûna xwe
... Diyarî bûyînê bike
Wê ji te re be
Ji te re... tenê
Ev û gelek tiştên herî buha
... û lêbûrînek.
………………………………………….
|