Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

19 June 2008 13:56

 

 

 

Pêşangeha Wêneyî ya Cilên Jinan ên Rojavayê Kurdistanê

Bedirxan Mukriyanî


Şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê pêşangeheke wêneyî ya cilên jinan ên Rojavayê Kurdistanê saz dike ku dê 24-25 hezîranê li Dihokê li Hola Korbenda Serarim ya Qutabiyan li dar bikeve. Wêneyên pêşangehê ku 95 heb in, ji aliyê folklorîst Salih Heydo ve hatine girtin û deverên Qamişlo, Cizîrê, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Dêrika Hemko, Efrîn û Kobanê vedigire. Wekî din tevahiya nimûneyên cilan bi hemû beş û endamên xwe ve hatine ravekirin çi wekî nav, çi erk û çi jî hoz û eşîr. Ev çalakî, ku bi hevkariya Korbenda Serarim ya Qutabiyan û Yekîtiya Afretên Kurdistanê tê sazkirin, biryar e peyra li bajar û bajarkên din ên başûrê Kurdistanê jî bê nimandin.

Hêjayî gotinê ye, ev arşîva hanê ku ji sedan wêneyan pêk tê, di pêş da dê wekî pirtûk bê belavkirin. Cihê bîrxistinê ye, folklorîst û şaîr Salih Heydo ku di sala 1956an da li Amûdê ji dayîk bûye, heta niha arşîveke dewlemend û bijare ya folklora kurdî berhev kiriye ku gelek reng û babetên folklorê dihewîne.

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî, Dihok û Kerkûkê navendên wê hene, di sala 2003an da li Silêmanî hate avakirin. Wê heta niha bi her du şêwezarên kurdî/kurmanciya jêrîn  û jorîn li ser huner, muzîk, folklor û mêjûya kurd û kurdistanê  nêzîkî 70 kitêb belav kirine. Her weha nêzîkî 15 berhemên muzîkî yên dengîn û dîmenî belavkirine ku ji muzîka kurdan pê ve muzîka ereb, turkman, kild û aşûriyan jî bi xwe ve digire.

Bedirxan Mukriyanî

Bo têkilîdanînê:

Email: khidihok@yahoo.com / khi_2003@hotmail.com

www.khi03.comMalper: 

 

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1