|

Walter
Benjamîn dibêje: Hemû berhemên hêja yên wêjeyî
an terzeke kevn bidawî dikin an jî terzeke nû
didin destpêkirin, ango ‘weq’ayên taybet’ in.
Hin berhem duqatî taybet in ji ber ku hem
terzek bidawî dikin hem yekî nû diafirînin.
Berhemên bi vî rengî di wêjeyê de –nexasma
wêjeya kurdî de- kêm in.
Bi nirx û pîvanên W. Benjamîn mirov dikane bêje
wêjeya kurdî (ev gotina ‘wêjeya kurdî’ ne
hemwateya ‘wêjeya kurdan’ e ji ber ku wêjeya
kurdan ne bitenê kurdî ye) ji mêj ve ye berhemek
taybet neafirandiye. Romana kurdî a nûjen demeke
dirêj e bi heman tevnê heman tayê dirêse û heman
qûmaşê diafirîne. Ji ber vê yekê jî kurdiyê de
berhemek xwedî ‘estetîk û hêjayiya cîhanî’
dernakeve holê.
Piştî romana Jan Dost, Mîrname (1) hate
çapkirin niqaşên kûr der barê terz, vegotin û
mijarên romana kurdî de hatin kirin. Mîrname hem
bi mijara xwe hem vegotina xwe û hem jî bi
vebêjerên xwe terzek nû romana kurdî a hemdem de
afirand. Çima?
MIJAR
Mijara sereke ya romanê jehrdayîn û kuştina
Ehmedê Xanî ye. Paşperdeya romanê li ser alozî û
lihevnekirinên navbera Xanî, Mîr û civakê de ava
dibe. Le roman bi vî bûyera jehrdayînê gellek
rastiyên civakî, tesewwufî û sîyasî jî di
rûpelên xwe de bi awayekî nuxumandî dihebîne.
Roman bi vê bûyera jehrdayînê peywira xwe
diqedîne û pirsek gellek balkêş di mejuyê
xwendevanê/î de diteqîne: “Gelo Ehmedê Xanî hate
kuştin?” (Dibe ev yek ne rast be, ango Ehmedê
Xanî nehatibe kuştin û mijara romanê tenê
fantaziyek nivîskar Jan Dost be jî. Lê gumanek
bi vî rengî tena serê xwe dikane bibe mijara
dehan roman, nivîs, civat û gotaran. )
Mijar yekane ye. Bi tertîbeke hosteyî hatî
çêkirin, jehr tev li hibrê tê kirin û bi wê
hibra jehrî pirtûkek (Şêrîn û Xusrewa Nizamî) tê
nivîsandin. Xanî pirtûkê dixwîne. Bi her
destdana rûpelên pirtûkê “jehra Silêmanî” roj
roj têkelî xwîna wî dibe. Dawiyê de jî ji jehrê
dimirê.
Gava ku bûyer rû dide gellek serpêhatî û
çîrokên nas, nêz û xizmên Xanî jî têkelî mijara
romanê dibin.
VEGOTIN
Û VEBÊJER
Roman
bi vegotinek paqij û herikbar bi tehma efsaneyek
diçe serî. Lehengên romanê her yek bi vegotina
serpêhatiyên xwe mijarê dixemilînin û her yek bi
şêweyek cuda vebêjiyê dikin. Leheng giş peywir,
nav, malbat, serpêhatiyên cur bi cur û meseleyên
xwe bi awayek zelal tînin ziman.
Ji bilî terza nivîsandina romana klasîk Mîrname
-bi pirdengiyê- bi çîrokên cuda cuda balê
dikişîne. Ji xwe taybetiya berhemê jî ji vî
pirdengî, vegotin û ji wan vebêjerên ku her yek
lehengiya çîroka xwe û di heman demê de
lehengiya “çîroka mezin” dikin pêkhatiye. Çawa?
Hejmara vebêjeran ji bilî vebêjarê/î destpêka
romanê (beşa yekem ya bi navê “Sibehek bi baran
bû”) bîst û yek in. (Roman ji bîst û sê beşan
hatiyê pê ; yek jê name ye û beşa yekem de jî
vebêjer ne diyar e.)
Hemû vebêjer bi çîroka xwe dest bi vegotinê
dikin. Mînak: Şengê (dîlbera Xanî) evîna xwe û
ya Xanî, nalbend çîroka nalbendiya xwe, Xalidê
çolaq şerê ku destê wî jê dizîye û navê wî
kiriye ‘çolaq’, Recebê Terzî serpêhatiyên xwe
yên Stenbolê qewimîne û hwd vedibêjin. Vebêjer
bi vê şêweyê pêşî ji mijara romanê ya sereke
diqetin û serpêhatî û çîrokên xwe yên dûr û
dirêj vedibêjin û dawiyê jî mijar tê ser Xanî.
Her leheng der barê nexweşî û mirina Xanî, fikr
û berhemên wî (taybetî jî Mem û Zîn), hevaltî,
dostî û nasîniya xwe û wî, bîr û baweriyên xwe
yên der barê wî de vedibêjin. Di vê vegotinê de
sê xalên balkêş hene. Yek ji van barana hibrê ya
ku dema Xanî tê vaşartin dibare ye. ( Lê
lihevnekirinek li vê xalê de rû dide, ango hinek
ji lehengan vê wek kerametekî Xanî dihesibînin
lê hinek ji wan dibêjin derew e, tiştek wisa rû
neda û jê bawer nakin. Mînak, Şêx Seyfeddînê
Cubbeşîn dibêje; “…bi serê Qûtbê exlatî ne hibr
bû. Reş bû erê, lê dibe ku tev li dûyê pixêrikan
(ocaxan) bûbe…”) (2) Xala duwemîn jehrdayîn û
kuştina Xanî ye. Ji xwe ev yek mijara romanê ya
sereke ye. Leheng vê de jî lihevnakin û hinek ji
wan dibêjin Xanî bêdujmin bû, dê kî û çima wî
bikuje? Xala sêyemîn jî vemirîna çiraxên Bazîdê
ne. Dibêjin ku şeva Xanî emrê Xwedê dike hemû
malan de çirax sê caran vedimirin. (Lê dîsa jî
leheng bi lihevhatinekê vî bûyerê napejirînin.)
Ji vebêjeran tenê yek ji mijara sereke –kuştina
Xanî- diqete û xwerû çîroka xwe vedibêje: Mîr
Evdilfettahê Pisyanî. Rexsernivîsên çîroka Mîr
ev in: “Şêrîn”, jina Mîr e; “Şahîn”, hespê wî
ye; “Şihab” jî bazê wî ye. Ango Mîr mirina Xanî
hêjayî vegotinê nahesibîne û kibra xwe û
lihevnekirina xwe û Xanî dide xuyakirin, naçe
nimêja canazeyê Xanî jî û heya gehe nameya ku
Xanî ji wî re şandî jî naxwîne, vedigerîne.
PEYAMA
ROMANÊ Û PEND Û ŞÎRETÊN XANÎ
Roman bi beşa Mîrname diqede û nameya ku Xanî
ji Mîr re şandiyê dibe ‘peyama romanê’. (Balkêş
e ku roman bi vî beşê diqede û mijar û navê
romanê bi vê navkirina “Mîrname”yê pir
lihevhatiye.) Her çend name ji ber baranê şil
bûbe û hin rêzên nameyê neyên xwendin jî têr û
tijîya xwe şîret û peyamên Xanî dike. Pend û
şîretên Xanî ku ji Mîr re dike bi xwezayî
tesewwuf, fikr û raman, bîr û bawerî, xwestek û
wesyeta Xanî jî radixe ber çavan.
Hin gotin ji nameya Xanî:
“Ey Mîr:
Zulm û sitema Romê nayête
tehemmulê…………………………………………………………. Eceman jî
Kurmanc dane ber tîred………………………………………… em di nav
wan de bûne berxê kêrê. ……………………………… niha qeweta
Romê kêm dibe. Gawirêd ku gawir in jî bindestiya
wan nema qebûl dikin û li ber wan şûr dikişînin,
çi gazin ji me
ye?.....................................
(…)
Ey Mîr:
Wesyeta min ev e. Te di jiyana min de li min
guhdarî nekir, omîd ew e ku paşî mirina min bi
wesyeta min bikî……………… heta tu dikarî dûrî Romê
be, li wan ewle nebe. Hindî ji wan dûr bî
ewçende nêzîkî Xwedê yî………… (3)
NIQAŞÊN
SER ROMANÊ; PORNO, EROTÎZM(4)
Serpêhatiyên “Şengê” û yên “Mirovê rûgirtî”
dibin mijara rexneyan. Ji ber ku şeva zewaca
Şengê têkilîyên wê û mêrê wê bi erotîzmê hatiye
hunandin. Mirovê rûgirtî jî qunek e û beşa wî de
çîrokên wî û kurbazan bi awayek pornografik
diçin serî. Yek ji wan kurbazên ku bi Mirovê
rûnuxamtî dikevin têkiliyê jî bavê wî bi xwe ye.
Xuya ye ku ev tiştên ha hin mirovên “xwedî etîk
û exlaq” nerihet dike.
Piştî roman derket gellek niqaş ser hatin kirin
û rexnekirinek tûj peyda bû. Rexne jî bi
gelemperî ser porno û erotîzma romanê bû.
Newekirina hin xwendevan û çend nivîskaran ev
bû: “Roman qala Ehmedê Xanî dike lê maşaellah tu
ji erotîzmê bigrî heya pornoyê û heya gehe
kurbaziyê/kurhebîniyê (oglancilik) her tişt tê
de heye. Mirovekî wek Xanî pîroz û hêja çawa
dibe bi wan tiştên ‘pîs û qirêj’ re heman
pirtûkê de cîh bigire?”
Tişta balkêş ew e ku mirovê ku ev rexnegirên
“dilşewat û dijberê/î erotîzmê” dixwazin
biparêzin Ehmedê Xanî ye. Xanî kî ye? Nivîskarê
ku yekem car erotîzm û heya gehe pornografî
xiste wêjeya nivîskî ne Xanî bi xwe ye? (Ji xwe
mirov binêre hemû berhemên kurdî yên “devkî”
serdanpê tijî erotîzm e, mînak: “sing û berê
bêrîvana min mîna berfa spî ye”, “wê ji hemamê
derketî çû wey li min memik sêv” û hwd)
Îcar ev “niqaşhez”ên ecêb dewa çi dikin gelo?
Tê zanîn ku bazara kurdî kesat e, xwendevanên
kurdîhez pir kêm in û pirsgirêkên mezin li ber
weşangeriyê hene. Lê xwendevan û hin nivîskarên
me yên “xwedî eqlaq û îman kamil” jî ketine
derdê erotîzm û pornoyê. “Gelo porno/erotîzm
bila wêjeyê de hebe an tunebe?”
Me hemû tişt qedand maaşellah, derdê me tenê ma
ev niqaş!?
Tişta xelet ne ew e ku kurd wêjeyê de cîh bidin
porno û erotîzmê. Xeletî ew e ku bi awayek
kevneşop-perestî mirov ji rastiyên jiyanê dûr
bikeve. Çima kurd porno û erotîzmê nekin mijara
wêjeyê? Qey kurd (haşaaa!) nikarin wan “îşên
me’lum” bikin? Qey jiyana kurdan a rojane de “ev
tiştên pîs û heram û qirêj” cîh nagirin?
Xuya ye ku gelî xwendevanan, ev niqaşên bêkêr û
beradayî dê demeke dirêj stûyê wêjeya me
bişidînin. ( Ji xwe nêzî du sed heştê –nizanim
çend jî ser- salan pêşî van niqaş û rexneyên
ecêb, Ehmedê Xanî jî ji ber vegotina şeva zewaca
Tajdîn û Sitî -ji Mem û Zîn- bi heman şêweyê
dihat rexnekirin. Heya gehe hinekan ji ber vî
yekî Xanî wek “zindiq”, “zimandirêj”,
“jidînderketî” û “pesindarê zinakariyê”
binavdikirin. Ev mesele romanê de jî heye û
balkeş e ku kujerên Xanî vegotina erotîzm û
pornoyê dikin “behane”yek ji xwe re.)
Wêjeya cîhanî (em nikarin şûna “cîhanî” bibêjin
“gerdûnî” ji ber ku haya me ji hemû gerdûna me
tune) bi kar û xebatên bêsansur hatiye
afirandin. Wêjevanan bi gellek caran têkiliyên
erotîk û pornografîk di berhemên xwe de
bikaranîne. Ji ber vê yekî xwendevan, weşanger
an rexnegir (hin caran ev dibe sîyasetmedar jî)
nema divê bi vî awayî rexneyan bikin. Ango, eger
rexne hebe pêwist e ku estetîk, ziman û vegotina
berhemê –bi awayek “ojektîf û zanistî”- bê
rexnekirin. Em dikarin bibêjin “çima ev tişt
‘wilo’ hatiye nivîsandin” lê em nikarin bibêjin
“ev tişt çima berhemê de ‘heye/tune’.” Ev yek
mijara azadiya nivîskar e, meseleyek kûr û dirêj
e û mijara nivîsek din e.
KURT(D)E-REXNEYA
DAWÎ
Mîrname, bi zimanê xwe, bi dewlemendiya çîrok û
çîrvanokên xwe, bi mijar û vegotin û vebêjerên
xwe, bi terz, uslûb û estetîka xwe romanek hêja
û “yekane” ye. Ji bo wêjeya kurdî -wekî romana
Mehmed Uzun, Bîra Qederê- qonaxek nû ye û
deriyek ku vedibe dinyaya wêjeya cîhanî ji me re
vedike. Wextê me wêjeya xwe bi niqaş û rexneyên
bêkêr û beradayî xilaskir dê Mîrname wek
“şaheser” bê binavkirin.
Û yên ku Mîrnameyê dikin mijara niqaşên
“erotîzm-merotîzm”ê jî çîrokek ji koçeran:
Keçekê koçer (haşa ji civatê) tirek dike û bavê
wê jê dipirse;
“Keça min te çima tir kir?”
Keçik dibêje: “Ê çima filankesê îro dasa me
bir?”
Bavê keçikê dikene û dibersivîne:
“Keça min, tir kû ve das kû ve?”
1) Dost, Jan, Mîrname, Weşanên Awesta, Stenbol,
2008
2) Ji pirtûkê, Beşa “Şêx Seyfeddînê Cubbeşîn”,
Rûpel: 136
3) Ji pirtûkê, Beşa “Mîrname”, Rûpel: 227-228
4) Di vê mijara niqaşan de binêrin:
-Nivîsa Jan Dost ya bi navê “Ez û Diyarname,
Porno û Mîrname”,
|