Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

17 June 2008 15:17

     

ãä ÇÚãÇá ÇáÊÔßíáíÉ ÎÌæ

Tû dîlberî bê gûman

Bavê Elend



Tû dîlberî bê gûman tevdidî derd û xema
Çiqas bê êş û janbî dîsa ez yarê teme

Ger tû dûrbî ji min carek ey şêrîna min
Her dem û gav çavnêr û bendewarê teme

Ger tû nexweş û bê kêf bî liser textê mirinê
Gorî te bim ez bijîjek û textorê teme

Ger tê bigrî li ser perîşan û hejara
Ezim kela girî rondik û hêsirê teme

Ger tê bibî şevek dirêj gelek tarî û reş
Sawêrê çîroka me ez her şevgêrê teme

Ger tê bibî gulek rengîn û nazdar û bibîn
Ji eşqa te her ez pesindarê teme

Ger tê bibî şalûlek deh reng li gulistana
Qîr û nalîna delim deng û hewarê teme

Ger tê bibî padîşahek li qesr û qûnaxa
Ez leşker û dergehvan û xizmetkarê teme

Ger tû bibî çiya mîna cûdî û tendûrek
Her dîsa ez lat û evraz û zinarê teme

Ger tû bibî ewrek tarî li ezmanê bilind
Lê birûskim ez li nîv soz û qerarê teme

Ger tê bibî beyreq û al li ser şax û çiya
Reng û nîşanim ez kesk û sor zerê teme

Ger ji bona wekî min tê bibî war û welat
Bi can û rewan ez bin çek û bin darê teme

Ger tû ew bî xwediya navê şêrîn û xweş
Ta li vê jînê hebim ez evîndarê teme


09/01/2008

 

 
 
 


 

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de