|
Wergeradin ji hêla têgihiştin û nasîna wê
ve,veguhestina bêjyan e, ji zimanekî ber bi
zimanekî dîtir ve.çi bêjeyekb e çi têkestekb e û
çi Pirtûkekbe.
wergerandin (karekî)dariştiye, ji
pêşgir û karekî nederbaz û bi
paşpirtika and ku kar dike derbaz Sazdibe.wer+ger+and.yan
jî wergêrandin.
bi angoya gerandin û veGerandina bêjyan tê.
Wer pêşgire , ku bi kar reTê ,angoya
badan û pêçanê diguhêze.wek:têwerda, werbadan
navî berkar ji vî karî re
(wergerandî )ye. Û kara (kara)(Wergêr )
e dîroka wergerandinê dîrokeke kevne,di pêwendî
û Têkldariya navber gelan de ,veguhestinên
torevanî û ramyarî û çandî çêbûne…di bin sîwana
wergerandinê de, civaka mirovan, pir Sûd
wergirtine.xelkê yûnan, lawên xwe dişandin
Misrê,ji bo veGuhestina zanistiyên matematîk
, felek ,çandinî û bijişkî…
wergêrî zimanê Egrîkî kirin.xelkê Roman jî ev
berhem wegerandin zimanê xwe.Ereban jî berhmên
ji Egrîkî-Latînî û farisî wergerandin zimanê
xwe.
Di zimanê erebî de,wegerandin bi angoya
veguhestinê hatiye bi karanînin, di serddema
nûde "terceme"
bi karanîne Di Elmanî de bi angoya derbaskirin û
çengkirin di sere, "ûbertaragen"
.di zimanê ingilîzî û ferensî de, ji latînî
hatiya bi
Angoya veguhestin û hilgirtinê "translation"
Dîroka wergerandinê ji kurdî yanjî ji zimanên
dîtir ji bo kurdî.weke hatiye dîtin "di gençînê
Petrosborgê de kelepora kurdan"
Yekemîn wergêr ,xwedî berhem û navdêr:Mele
Mahmûdê bayzîdî ye. serkêşekî gewre û bilinde
,di hemî qadên ramyarî de ,xizmetên bê hempa, ji
çanda kurdî re terxan kirine.yekemîn zanyarê
esnografî ye di nav gelê kurd de û di wergêra
berhemên toreya biyanî de jî.her weha jî çîroka
pexşanî nivisî û pirtûka rêzmana kurdî jî
danî.li gel wergerandina şerfname ya Bedlîsî
jibo zimanê kurdî, pir tiştên hêja dîtir ji
erebî û tirkî û farisî Veguhestin zimanê
kurdî.,(1858-1859) Û navdarên ku ji zimanê
kurdî wergerandine zimane rûsî û ingilîzî, mina
Elksandir Zapa û Margirêt Rodînko…pir berhemên
çanda kurdî wergerandine, û bi taybet, yên ji
hêla Mele Mahmûd ê bayzîdî ve.
Giringiya wergerandinê:rola
wergeradinê nayê jimarê,di pêşketina jiyana
mirovan de.ji destpêka dîroka wergerandinê de ta
roja îro, wergerandin hîmê serekeye , di
danasîna çanda şaristanya kevin û nuh de û
pêwendiya nav bera qonaxên dîrokî de.Azîneya
tewrî pêwîste ,di hev nasîna çand û wêjeya gelan
de.
Nemaze di vê serdemê de,vedîtinên zanistî û
ramyarî di her roj û kêlîkan de xwe davêjine
rojevê.
1-wergewrandin ,çand û toreya netewan hevhêz
dike,renge reng
Dibin coht ,li hev vedidin,rê li pêşya afrandin
û vedîtinên û dahênanên ciwan vedibin.
2-wergerandin hêzek mezin dide ,gelên ku nuh bi
ser piyan ketine.bihînbûna zanistî û çanda gelên
pêşketî astengên paşdemayinê tên rûxandin.
3-bi wergerandinê rêbaz û pirogramên ,perwedehî
û hînwerî geş û zengîn dibin ji bo dibistan û
zanîngehan.
Wergerandin û kurd:ji
her netewan bêtir ,kurd gerekdarî zanistî û
çandên netwên dîtirin .da bikaribin xwe nêzîkî
siwarbûna şaristanya nû bikin.di vê hêlê de
,wergerandin roleke
Sereke dikare bilîze ,ji bo veguhestina ezmûne û
fikrên serketî
Ji netewên xwedan şaristanî bigrin, û bibe
alîkar ji pingavên bîrî netewayetî kurdan re
1-wergerandin ji bo kurdan veguhestina
sudemeniyên ramyarîne
2-ji bo zimanê kurdî, wergerandin kewarek vejînê
ye, pê ziman zengîn û paye dibe, Jihêla bêje
sazî û wate sazî ve…..wegerandin wergêr mecbûrî
lêgerîn û veguhestina bêje û zaravin nû dike.
3- di wergerandinê de ramyariyên neteweyan bê
sînor dibin kurd dikarin bi zimanê xwe fikrên
biyanî bi mêvanê fikra xekin.
4-bi riya wergerandina wêje û mijarên şopandina
civaka Kurdistan, gelên dîtir ji nêz
dikarin,pirsa kurdan , kser , şahî û hêvya wayî
ku dişikê bi şopînin.
4-wergerandin pirtûkxana kurdan zengîn dike û rê
li ber lêkolînan bi zimanê kurdî vedike.
Mercên wregêriyê û wergerandinê
taybetmendiyên wergêr çine û çilo mijaran
hildibijêre? ev zehmetrîn pirse,xwe li ber her
wergêrî radixe ji bo wergerandinê:
1-wegwrandin ne tenê zanistiye, û pêdiviye ku
wergêr pispor û şareze be di zimanên
wergerandinê de. Wergerandin şêweyeke ji şêweyên
Hinerê ye,ji wergêr tê xwestin berdewamî xwe
perwerde bike,2-wergêr angoyên xweşik û sezayî
hevzimanan peyda bike, û pevokên têgihiştî ,di
zimanê hemberde bi çanda wan veguhêze.
3-giringtirîn merc û delameta wergêrandinê, ku
her babetek ji wergerandinê wergêrekî taybet di
xwaze.
"Helbest nayê wegerandin ku wagêr ne helbestvan
b" div ê mijarê de ji her hêlan ve ,bijişkî ,
zaniest,çandinî û her wiha………wergêr divabe
perfesînel be.
4-karê wergêr her li zaravên ciwan û sezayî
bigere
5-divê wergêr di şêwezar û zargotinên di zmanan
de jîrek be.
6-balkêş û guhdarrya wî ji dengan hesasbe. Ji
ber ku pir bêje bi nizimbûn û bilindbûna deng
watedare.(di wegerandina zindî de)
Asteng û pirsgirêkê li pêş wergêr
1-Yekemîn asteng tunebûna ferhengek giştî jibo
zimanê kurmanciya bakurê Kurdistan,û her wiha li
hemberî wê bi zimanên biyanî.
2-tunebûna sazî û navendên taybet ji bo wegêran,
ku piştgirya wan bikin, û wergêryê
perefesînelnbikin.
3-"ne tenê tekest bête hilbijartin gerek
wegerandin di asta berpirsyarya hilbijartinê
debe ".pir caran hevbeşî di nav bera wergêr û
tekstê de peyda nabin. Wergêr tevî atmosfera
tekestê nabe.
4-her zimanek xwedan taybetmendiye ji hêla
hevtayên pirmane de.ev bêjeyên pir-wate ji bo
wergêr pirsgirêkin.
Wergêr wateya bêjeyê werdigerîne ,ne çand û
kultira wê.
5-ji hêla avakirina pevokan û rêzmanî de,dîsa
her zimanek xwe dide ber rêzan û pîvanên malbata
xwe.ev pirseke pir nazike.
6-tunebûna rêbazên rexnevanya wegerrandinê li
cem kurdan.
Qada wergerandinê tangav û lawaz dike.
7-dilsozya bi veguhestinêre,divê der barêde
mînakek heye di bêjin "wergerandin mîna jinê
ye,ku bedewbe bê ewleye ,û bi ewlebe jî ne
bedewe"
Şêweyên wergerandinê:
1-wegerandina nivîsîn (written
translation)ev wergerandin ya herî zore
,divabe ku wergêr xwe ji şaşitî ûrexnan bi
parêze 2-wergerandina devkî (oral
interpretaion) ev wergerandin, zora wê di
kurtaya demê deye,lê negirînge ku bi heman
wateyên xwe bê wegerandin,ya girîng ku naveroka
mijarê bête wegerandin.
Ev wegerandin çend şêweyên wê hene:
a-wegerandina ji xwendinê
(At-sight
interpreting) wergêr yek ser di hişê xwe
de werdigêre zimanekî dîtir.
b-wergerandina li pey hev (consecutive
interpreting)wergêr di nav bera du
kesande wegerandinê dike. wek di hevdîtinên
serokan de.
c-wergerandina yek ser û raste rast (simultameous
interpreting) ev şêwe di kongere û
pirogramê televizyonan de bikar tê diva be ku
wergêr pir balkêş , zîrek û lezgîn be.
Asteng û pirsgirêkên wergerandinê
1-Zimanê her netewakênavgîneke ji navgînên
parastina şaristanya wê ne û her bêjeyek jî bi
pir angoyan û nîşandanan tê bi karanîn
(pir wate)di wergerandinê de alozî û pisgirêkên
bingehînin ji bo wergerandinê. Bêjeya bi taybet
û bi çandebe ,di wegerandinêde ji bo zimanekî
dîtir, dibe pirsgirêkek veguhêz û wateya wê yî
ramyarî pir caranm birîn dibe.
Pêşketin û şaristanya yek netwê ji xweber û ji
sifrê ne hatiye.
Di vê derbarê de rola wegerandinê, pir nazik û
hesase, di cîhgirtan bêjeyên zanistî (pir wate)
ya wergerandî de.
2-Ji bo kurdan pirsgirêka rasteqîn tunebûna
wergêrên ekadimîst e. Ku bi karibin berhemên bi
zimanê şaristanî di wan de hatiye
parastin,(Hindî-çînî-latînî…)wegerînin kurdî.
3-wegerandina zaravan: her wergêr rû bi rû li
himberî vê pirsê
Dimîne ,mecbûrî çêkirina bêjyekê dibe, bike
zravek li hembrî wê zarava zimanên dîtir. ji bo
vê pirsgirêkê wergerîne ber biçareserkirinê ve,
dikare hin rêbazan di ber çavan re derbaske
a-xwendina têkest û pirtûka ku bê wergerandin,
bi şêweyekî hûr û kûr û têgihiştina xwesteka
daner ji tekest û pirtûkê bê nasîn.
b-veqetîna zaravên zanistî di têkestê de,yên ku
li himberî wan dizimanê wegeranrandî de tunebin
û çêkirina damik û xişteyek ji wanre çêbibin.
c-cudakirina zaravên ramyarî nîşan dikin ji
zaravên dîtir.
d-şîrovekirin û ravekirina zaravan,her yek bi
tenha xwe ji bo qonax û qada pêşinyaran re bibe
mal.
Pêwîstya wegerandina çanda zanistyê,
ji bo zimanê kurdî ,û gelê kurd xalekeke
bigehîne,ji bersvdana rewşa serdemî û civakî re
,Gereke wergêr ji pirsgirêka zvaravan metirse.
zimanê kurdî bi sînor meke.kurd dikarin divê
derbarê de ji ezmûnayên
netwan sûd bigirin.ji bo bi karanîna zaravên
biyanî,wergêr di kare serxwebûna kesayetya ziman
ji hêla netewî ve jî biparêzin .
a-di derbarê zaravin zanistî û bêjeyin navnetewî
de,ev nebin asetng û behane ji bo wergêr û
wergerandinê.
b-ziman perestî û pirsa bêjeyên pîroz û nepîroz
neyênîk û talûkeyeke cediye di astengkirina
zimanan de. mînaka ( ezmûna Ereban di ferheng û
werderandinê de) .
bê gûman wergerandin çalakîk pir girînge ,ku
gelê kurd hînî zanistiyên mirovatyê û çanda wê
bi bin. Ya hîn girîngtir ji bo pirsa netewa
kurd, bi rêça wergerandinê xwe û çanda xwe bi
cîhana pêşketî bide nasîn.ev pirs karekî
tevayîye , di xeleka dezgah û navendan de serast
û çareserdibe , ku berê wergerandinê bi kude
bide, piroje û pîlanên wê bi çi sezayî bên
hilbijartin.bi çend rêbazan dest pêdibe:
1-avakiraian sazî û navendên wergerandinê û
pişgirya wê ji hêla abûrî û navtêdanê ve.
2-vexwendina wergêr û lêkolîneran li gel belav
kirina berhemên wan, bi rêça navgînên
ragehandinê.
3-pisporkirina wegêryê û şandina xwendevanan ber
bi zanko û cîhên ji bo perefesyonalya wergêryê .
Hevdîtin û pêwndî di nav bera,sazyên wegêran û
zimanzanan de bi şêwekî zanistî , ji bo
çareserkirina bêje û zaravan gerek..
4-damizrandina govarek taybet ji bo berhemên
wergerandî.
5-.....
Jêder
1-D-îhab Abdilrhîm (kîtab el erebî, jimara 67)bi
tevayî sûd jê hatiye wergirtin
2-Ensklopêdya serbest
3-Cewdet Hoşyar (kelepora kurdan di gençîneyên
Pitrosborg de)
4-Edonîs helbestvan û nivîskarê Sûrî
|