|
Hespên esîl…
Dibên di dehlekê
de li giravekê pir Hesp hebûn, ewjî berî ku kedî
bibin, mirovan nikarîbû ew bigirtana. Pêşinyara
dîndarekî ((kahinekî)), bû sedema girtin û
kedîkirina wan hespan.Pîlan ev bû:agir bi dehlê
xînin ji sê hawirdoran wê dor pêçbibin. Alîk
agir , alîk çiyayê bikelem û rût û alyê dîtir jî
derya. Hin dinêv agir de mirin, hinan xwe di
behrê de wekirin, hinan xwe li şax û kelemên
çiyan xistin û hin man sere xwe xistin sînga hev
,rû bi rû ji tî û ji birçîna li bendayê mirinê
man. Berî ku hesp navkutka dawî bikin Kahin
femana danîna cuher û berçavkan da.Hespên birçî
û çav girî tenê derdê wan ma cuher.Yê
mirin ji xwe bûn rejî û dûman û hin ji wan bûn
xwarina masî û lawirên behrê û yê bi çayê ketin
resenya hespayetya xwe parastin û bûn sembola
…yê man jî çawa xwe ji metirsiya mirinê
rizgarkirin,azadya xwe winda kirin ,rişme kete
seraêd wan û di bin destê mirovan de man!?
Bedkar û hêzên
tarî ,di vê derbarê de lêkolînan dikin dixwazin
siyaseta Kahinî ya kedî kirin hespan li ser gelê
kur pêk bînin .weha bêhna vê pirojê tê,ku gelê
kurd têxin koşeyên teng û bi kotekî koletyê pê
bidin pejirandin; mîna hespên li giravê were
serê wî. Dibe ku kurd kedî bibin ji bo parastia
jiyana xwe,ji xwe hin jî bi çiyave ketine
asimiletya naveroka resyna netewa xwe dikin û
hin jî ji bê karî û birçîna bi deryan ve
ketine.lê ji resenya xwe danagerin ,amedene
koletya qenc û hêja bikin û mirovetya durust jî
hilgirin û bi cîran û hogiranre wekw biran
bijîn.
Di pêşeroj û
serdema nû de kurdan ji bilî hevkaryê ji netewên
cîran re yek zirar nekirine ,gorî û kedên mezin
di damizrandina dewletbûna wan de terxan
kirine.ma nayê pirsîn :wê klurd heya kengî
zilindarya aramiya bindestyê daqurtînin, kewar û
çalên jan û kesran di giyanê kurdan de tijî bûne
!!..........
•
Rehma xwedê li tebe
Sîgmond Froyid !
Çendî zîrek bû dema te gotî :
(hîn mirovên ji berî dîrokê bi şêweyekî Ji
şêweyan bi mere dijîn)1
Ya rastirîn çiqas mirovên weha desthlatdaryê
dikin.
Bi mejyên xweyî hovane,kultur û ezmûnya
mirovatyê bin pêdikin
Raste rast û yekser mafê hebûn û jiyanê ji dest
mirovên bê guneh digrin.
Ev renge mirov nerîna Froyd î ya :(pernsîpî
kêferata tevayî dij tevayî)2
isbat dike. Belam tevayîk xwedan her azîne û
derfete .Bi her cûre çekên tund, li dij tevaya
dîtir, dixebitîne .
eva dawî Nikare bibe xwedan biçûktrîn çek,
ji bo parastina xweyî rewa jî .Di vê derbarêde;
pir nimûne hene
ku mirovin ji dîrokê wirdetir,Dar bi dest û
dagîrkerin li ser gelê kurdin.
Yek mirov ji bil hemû dagîrkeran birêz (Sayin Ar
...do… ga..n e)
Çendî xwedan mejî û bîrwerîk antîkeye! kesatiya
mirovatiya herî kevin
di xwede hilgirtiye !dibe mirovatya nûjen ji
wilo kesayetîre deyndarbe !
Ev bîrwerya mirovên kevnar di asta herî bilinde
û çêkirê biryarane jî,
ya di xwaze gel bi hemî çînên wê jêre bibin Kole
.ew jî mîna xwedana
bê sîh û pîrozbin .Serok û detshilatdarên weha,
kurdan dimijin,bi tevayî
bi vê rewşêne?Çawa netewak jimara wê di ser 40
melyonî re di bin darên
hovan de bi kotek bê azadî dijîn !Ya ku nayê
daqurtandin, ku mirovatya qaşo bi çavên
şaristanyê Li xwe dinere. Piştgirya wehan sîstem
dike di pişaftin û ruxandina Hezkiryên jiyanek
azad û wek hev de !
(Sayin wihan kes)di derbarên kiryar û fikrên
weha de,ji sedî sed nerîna Froyidî rast diyar
dibe.Lê ya susurmet eve ku çawa vê kesatyê, xwe
gîhnde vê serdemê , diser ewqas sedsal re xwe
çengkirî?!
Kurd pir bextyarin !! ku bûne cîran û ortaxên
wiha mirovên kevnar,Yên
ji pêşeroja jiyana pêşî hatine ,hilgirtîne bi
gir û kînê Di zikên xweyî reş de!
1-2: S-Froyid(tawtem/tabo)
|