|
ALAN
JOUFFROY
BESHÊ
YEKÊ
Helbesta
Andre Breton, navê her pirtûka girtî ya kîjan laþî be di xwe
de dihêwirîne. Û her laþek jî pirtûkeke bi ser hemî peyvan û
hemî navan de, vekirî ye.
WERGERANDINA
EHMEDÊ HUSEYNî
Hindek
kes, xewnan, têramandin û evînê bi kar tînin, Peyva xwe dibêjin,
peyvbêjiya wan jî dibe nivîsandina ko êdî nema ji cih û demê
têt hilanîn.
Hin
kes dibînin da ko bi dîtina xwe re gerdûnê hiþyar bikin. Dinivîsînin
û pirtûkên wan dibin kiryar û bûyer û rûdan û peyamên dîrokê.
Kesine bi gavên daçikyayî
û bi awayekî; ko em nizanin ka berbi kûderê ve diçin, bi rê
dikevin. Hevaltî û dilsojiyê, tûreyî û bêzariyê nas dikin û
ti carî hestên xwe ji bîrûbaweriyên xwe; gotinên xwe ji kirinên
xwe cihê nakin. Ji bo þoreþê dijîn û birîna her kêlîkekê;
çiqasî hêsan be jî, nas dikin. Li êþên xwe xwedî der dikevin,
rabûn û rûniþtinên xwe radestî
sincên naskirî û
çêja xwe jî radestî pîvanên zanistiya statîkî nakin.
Weko
çawan derbasî hundirê surdarî û matmayînê dibin, wisa jî xwe
berdidin kûrahiya anuhayî û rabirdûyê. Lê her û her, hergîz;
çavdêriya nirxine teze û sipehîbûnine nû dikin.
Ji
lêbûrînê hez nakin, dijwar û sînordar in. Em dikarin ji wan
hez bikin û em dikarin jî ji wan bidexisin, em dikarin ji wan
bitirsin û wan jî ji xwe bitirsînin. Wexta ko em pirtûkên wan
dixwînin jiyan têt guhertin. Wexta em bi wan re dipeyivin em sergêjahiyeke
nediyar hest dikin. Em pêjnên gavên wan wenda dikin dako
em ji nû ve pêrgî wan bibin, piþt re, em dixwazin li wan
cîgehên aram, kêm çûn û hatin, sînorên xwe ji wan re vekin.
Ti carî em naxwazin wan bêhêvî bikin.
Kes
in û di vedîtina (Iktîþafa) rêça xwenaskirinê
de pir zîrek in. Têramandin û Li ser tiþtan rawestana we
berbi rastiyê ve radiperînin, lewra tiþta herî hêja ya ko gerek
li hemberî wan bê kirin ew e; ko em li xweyaxwe vegerin.
Em
mîratgirên “ Ez “ a wan in. Daxwaza me jî ew e ko em
ramanên wan ên dirindane di her amajeyê de, di her bêdengiyê de
û di her peyivînê de, bi gewde bikin.
Civakji
wan re dibêje helbestvan. Ew bi xwe guh nadin vê bi navkirinê, çinkî
peyva helbestvan “ nakokî û tênegihiþtinekê durist dike, bi
awayekî wisa ko her kes dikare vî navî weko çawan di rojên çûnyîna
dibistanê de çenteyê xwe hildigirt, hilgire “.
Di
nîvê vê sedsala bîstan de, ko mirov hewl dide da ji xapandin û
ji ling ji bin þemitandin û ji ser rê birinên jiyanê rizgar
bibe, hêjî hin ji xelkê, helbestvanan, wek bûnewerine romantîk
û bêkêr, dibînin: (Ji xelkê zûtir hînî dermankirina xêzên
nivîsandinê bûne, tiþtine nebûyî û bêkok dinivîsînin, ko
mirov wan
ji aqil bi dûr nexe û bi dilekî paqij piþtgiriya wan neke,
tu carî wan tiþtan bawer nake.) Ew xelk ji bîr dikin ko
Standal(Standhal) jî wek Nerval ( Gerard de Nerval ) romantîk bû.
Helbestvan
xwedanên dûrbîntirîn û hûrbîntirîn û çaresertirîn pirtûkan
in, çiko helbestên wan; ti carî pêwist nakin ko li dawiya rêzên
vegotinê rawestin:
Dikarin
Peyva “helbest “ li hevokeke kurt ko di
çeþnê
fermana karekî sincî (exlaqî) de be, bikin.
Dikarin wek Loteryamon yek malikê jî di helbestê de nenivîsînin.
Dikarin
berî hemdemên xwe pêþezanên bûyeran bin; bûyer û rûdanên
ko ji mirovatiyê re balkêþ
û giring bin, dikarin rastiya li pêþ dîrokê eþkere bikin,
dikarin çemk û pransîpên hiþyarî û zanînê ango rêbazan
damezirînin; û bi alîkariya sihra wan çemk û pransîpan bandûrê
û akamê li jiyan û li ramana xwendevanên xwe bikin.
Lew;
hemî tiþtên ko ew kes pêk tînin û hemî tiþtên ku ew kes pê
dijîn û ji dayikbûna xwe hetanî bi mirina xwe pê diramin jî
navê “ Helbestê “ lê dibe.
Di
nav vê girseya ko çameyan(qesîdeyan) dinivîsînin; helbestvan kêm
in. Hin ji wan ji bilî nivîsandina “çameyê“ di ti tiþtî de
naramin û bi serhiþkî li dijberî nivîsandina pexþanê
radiwestin. Helbestvanekî wilo êzingvan e.
Hinek
zilam û hinek jin helbestan (na)nivîsînin, lê ji gelekên ko
helbestê dirêsin nêzîktirî helbestê ne; nêzîtirî xwedawendên
“hunera helbestî“ ne.
Helbestvan
ji boyî wan zilaman û ji boyî wan jinan dinivîsînin, tenê ji
boyî wan. Çiko þoreþa rastîn a cîhanê û guhertina dawîn a
jiyanê, tenê, bi wan ve girêdayî ne.
Helbestvan
“çameyên xwe“ mîna hevdîtinan û bûyeran û dîroka zindî
ya ko pêwist e bê jiyandin, pêþkêþ dikin.
Di
nêrîna wan de, pirtûk, ne ji bo kurtedemekê ye lê sîsikeke
navendiyane ye û tirsnakiyeke rastîn bo gerdûnê ye. Vekirina
berhemên wan; tenê hema vekirina berhemên wan, karek e, rê li
ber me vedike ko em tiþtên xwe yên pêþî û yên dawî li ser
bikin.
Pirtûka-
Entîke, wek ko helbestvan dibîne, bi naveroka xwe û bi wê sûlava
ko berdide hiþê xwendevanê xwe, dibe wêneyeke berdest.
André
Breton mezintirîn helbestvanê zindî ye -di sala 1966ê de mirî
ye; ev jî ji bo wan kesên ko piþtî xwendina Novalis, Nerval,
Rimbaud, Loteryamon, Apollinaire, di helbestê de metiryala ji nû
ve aferandineke giþtî bo mirov dîtine,
tiþtekî bêguman e.
Herwisa
bo wan kesên ko di helbestê de þoreþekê dîbînin dîsa tiþtekî
bêguman e; þoreþa ko di her kêlîkê de û di her demê û di
her cihî de bigewde dibe dako helbest bê merbend û bi azadî
diyar bibe.
Tiþtekî
bêguman e bo wan kesên ko li dijî helbesta li gorî pîvanên dîroknas
û mamostayan nejinandî, radiwestin; dîroknas û mamostayên ko di
evînê û di îrotîkê de, di karê siyasî û di jiyana rojane de
û di xewnê de, pêdiviyeke bingehîn bo teqandina her tiþtî û hêsankirina
her tiþtî û dûbarekirina aferandina her tiþtî, dibînin.
Bi
kurtî, ji bo wan kesên ko di “ ELEWNI ELMUSTETREQA“ de wek nimûne,
bi taybetî di rûpelê 124ê de ji çapa dawîn, heman ramanê û
heman jiyanê dibînin, bêguman e.
Berhemên
A. Breton wek gaberdekî(hîm, kevirekî mezin) bizavkar ko ti carî
naherife, ji hevdû dabeþ nabin. Herwiha dahênaneke xweristiyane
ye; kîjan balinde be û regnê perîkên wî çawa bin jî dikare
xwe di movikên vê avahiya hendesî ya surdar û yekta de wenda
bike.
Hîmdarekî
wek Breton, di baweriya min de, ti carî namire, bi tenê di bareyekê
(haletekê) de dikare bê biþaftin, ew jî, eger bi rastî û ji
dil navenda rakêþanê(cazibiyet) ya ko terazûya wî di vê
valahiya dîrokî ya civata li dijî þoreþê de diparêze, bê
guhertin.
Helbesta
Breton, cara pêþîn, li xewxaneyekê, li rojavayî Firansayê, li
ser mesefa xwarinê, wexta ko ji jin û keça xwe re, derbarê þevistanê
dipeyivî, dest pê kir. wexta ko di ciwaniya xwe de nameyek bo Paul
Valery nivîsandibû, û wexta ko digel Trotiskî li ser “ Ji bo
hunereke þoreþgêrane û azad “
imzekiribû, û wexta ko polîsên “Fîþî“ helbesta wî
“ Fata Morgana“ û pirtûka “ Antolojya tinaziya reþ “
qedexe kiribûn û ew jî berbi geravên Antîlê ve çûbû û
wexta ko peyva xwe di kovara anarxistan de bi “ Cîhana bêserûber
“ dest pê kiribû, wexta
ko di germa cenga Cezairê de bergiriya leþkerên revyayî dikir,
wexta ko dîsa li xewxaneyekê li rojavayî Firansayê rûniþtî bû
û gotarek ji rojnameya “Telgram de Elwist“ bi sernivîsa “
Her roj, Alain Jouffroy, li daristana Holkotê ye, cîranên xwe yên
biçûk dibe dibistanê“ çirandibû û xistibû keviya pirtûka
xwe ya ko diyarî hevalekî dikir, helbesta wî dest pê dikir.
Weko
çawan ba ger bibe baran û mij û seqem jî, dîsa ba ye, Breton jî
hergav helbestvan e.
|