Hevgirtin       Kurdish        Arabic          English         Swedish                         rojava@rojava.net 
                Nivîskar            Şêwekar         Navdarên Kurd         Kurdistana Rojava      

                            

 

 

 

H. R. K. R. D

Daxuyaniyên Hevgirtinê
  Endamên Hevgirtinê

   Komîteyên Hevgirtinê

  Rêbaza Hevgirtinê

   Şêwaza Endametiyê

 

    

 

 

QAMIŞLO !

 LI WARÊ TE KÎ YAR E?

 KÎ NEYAR E ?

 BÊWAR IBRAHÎM

 

Bêjin Qamişlo !

Bela çariya reş

Ji ser wî porê gijolî daxîne ;

Bela mijgulên xwe

Bi kilê sibhanî kil bike ,

Li ser peravê çemê Ceqceq rûne ,

Kezîyên xwe

Ji nû şehke û bihûne ;

Bela kulîkên hêvîyan ,

Nêrgizên rûgeşiyê ,

Alalên girnijandinan ,

Nesrînên bextiyariyê ...

Bi ser gelî , newal ,

Deşt û çîmenên xwe de

Dawerivîne ;

Bela desmalkên

Ku ji hêsran, hêj ziwane bûne ...

Li ber ( Bayê Reş ) raxîne ;

Taa û derziya

Ku hîn li ser dirûtina

Birînên kûr û xedar ...

Berdewamin

Bavêje ... bela wan bavêje ,

Naaa ... bela wan

Bispêre dîrokê

Mane birînên me û dîrok

Av û agir in ,

Bi hevre tîdibin û bi hevre diqijilin .

 

**********

 

Bêjin Qamişlo !

Bela konê neh stûnî

Li ser sînga deşta xwe vegre ;

Agirê lawînî û lehengîyê

Dade û gurr bike ,

Peyalên qehwê li

Mêrên çê û wêrek bigerîne ;

Bela vê sala xwînlî bike

AL

Û li ser kûpê seraya mirovantiyê

Li ba bike ,

Çopî û semayan li ser

Termê gemar û megrûdiyê

Bigerîne ;

Bela dengê fîkandina

Bayê wê

Di guhên newêrekan de

Bike vîze ...vîz ;

Şîhîna şevbuhêrkên wê

Di dilên xerab û kînkêşan de

Hêç bibe û bike hawar ;

Ew newêrekên ku

Li ber siya şûrên

Siwarên tarî û tozê ...

Xwe wêrek dikin ;

Nizanin ... na qet nizanin ...

Ku  Qamişlo

Daye pey şopa tirsonekan

Rêkên rast ji gemara wan paqij dike

Û tazîbûna wan bi

Pelên Berûyan disitirîne ...

 

*********

 

Bêjin Qamişlo !

Rê li ber Qiragên ku

Dibin Kewên dîl

Winda bûye ;

Ewên ku bi lorîya

Girtin , dîlî û mirinê

Bê şerm û fedî ...

Ji dost û birayên xwe re

Dikin qebqeb ,

Raste :

( ku kurmê darê ne ji darê be

Zewala darê nîne )

Bela Qamişlo

Li wan kewan negre !!

Nikarin bi barê

Êmkirina xwe rabin ,

Neçar dimînin

Xwe bavêjin hêwanên

Reşahî û tozê .

Çendî hewl didin ku

Marş û sirûdan bixînin

Dengê wan ji sextiyê difetise

Xwe li ber hawara

Cûdî , Ararat , Sasûn

Û Bagokê nagrin ,

Dengê wan

Li ber şîhîna rastiyê winda dibe

Rastiya ku Hawar dike :
( Agirî ... Agirî .. Agirî xwîn digirî.. )

Û xwîna Qamişlo

Li ber bayê Agirî û Bagokê û ...

Giriya û hey giriya .

Na .. na .. bela Qamişlo

Li wan Qira-Kewên dîl negre ,

( Kesê ne kes be na be kes

Kortanê kerê nabe etles ) .

 

*********

 

Bêjin Qamişlo !

Bela darên Kaj û Beruyan ...

Di navbera

Bagok û Qasiyûn de

Biçîne ;

Bela heyranok û lawikan

Ji kesera birînên xwe berde ,

Bela binehwirîne :
( De mala min

Mala bavê min

Mala mêraye ..)

Bawar bikin ...

Li ber  bayê van keseran

Wê Birînên bi êş û kul ,

Çavên bê hêvî û şil ,

Barên giran li ser mil ...

Bi peyamên rojê re wê bibin

Pertew û ronî

Di sînga felat û

Azadiyê de .

*********

Bêjin Qamişlo !

Bela sînga xwe ji

Simîner û şevbuhêrkên

Ketin û serketinan re

Bi şadûmanî veke ,

Xaka goristana DUGIRÊ ya pîroz

Bi bayê rojê re diçirise ,

Kêlên yadiyan ku di bin

Perda şevên tarî de winda kirin ?!

Wê bên dîtin ,

PÊNÛSÊN welatperwerên Kurdayetiyê

Wê rabin ser xwe

Toza jibîrkirinê ji

Bedena xwe daweşînin ,

Di nav selefên siwarên

ENTERYÊ re bibuhirin

Berê xwe bidin hewşa

Seydayê Cegerxwînê Hesarê

Rahijin PÊNÛSA wî ,

Bi kaşê HILÊLIYÊ ve hilkişin

TEMBÛRA Bilbilê Xemgîn , Rahijn

Wê ji Qamişlo derkevin û

Berê xwe

Bidin AMÛDA BAVÊ MIHEMED

DELALIYA ZAROYAN ji Zarokên

Sînema şewitî re bixînin :

( Dewra felekê li ser me kîne

Bextê me reşe , kezeb birîne

Mesken ji me re niho nivîne

Binive kezeba min binive lo ! lo!...)

Ji nû wê berê xwe bidin Berkevirê

Rahijn PÊNÛSA Apo Osman Sebrî

Û herin GIRKEFTAR rahijin

PÊNÛSA Seydayê Tîrêj û

Derkevin EFRÎNA xêrê

Li goristana HENÊN û MENÊN

Dr. Nûrî Dêrsimî bi xwe re bibin

( Li ser vê riya dijwar

Min jî kire pir hawar

Da ji bo we rojekê

Dinya bibe gul bihar )û

Rast derkevin Şama şerîf

Li goristana Şêx Xalidê Neqişbendî

Li ser Gora Mîr Bedirxanê Azîzî bicivin

Li ber dengê

GAZINDA XINCERA Mîr Celadet Bedirxan

Ala KURDAYETIYÊ

Bi tîp û rêngên wêrekiyê

BI AFIRÎNIN

Erê wê bi afirînin .

******

 

Bêjin Qamişlo !

Bela sozên bê sozan jibîr neke ,

Bela bi her çar kinarên dinyayê  re

Xwe bide nasîn :

DIYARBEKIR mala me ye ,

QAMIŞLO vîna me ye ,

HEWLÊR paytexta me ye ,

MAHABAD  muhra me ye .

Wê jîn û mirov bibin yadî û

Yadî bêne jibîrkirin ,

Ji ezel ve du celeb

Di lepê dîrokê de şînhatine :

Yê xêrê bike xuyaye ,

Yê şer bike dawiya dawîn

Ketî û windaye .

*******

Bêjin Qamişlo !

Bingeha welatan mirov in û

Bigeha mirovan

Zimane ;

Û zimanê Kurdî ji birînên

QAMIŞLO re

Xweş dermane

Xweş dermane .

 

Bêwar Îbrahîm

Qamişlo

27/12/2004

 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005 rojava.net

[ rojava@rojava.net ]