| |
Bêwar
Ibrahîm
Li bajara Qamişlo
, di şeva /05/01/2005 ê de li mala nivîskar û helbestvan Konê Reş
mûmek ji sala nû re hate vîxistin û komcivînek ji yadiya çêbûna Osman
sebrî re hate li dar xistin .Di wê komcivînê de
pirsek ji zikê pirsekê derket , û dîmenek li kêleka dîmenekî hate
neqişandin , sedema şevê Osman Sebrî bû lê pirsgirêkên kûr xwe belû û
eşkere kirin wek :
- Em ê çawa sûdê
ji serbûriyên sembolên xwe wergirin piraniya wan serbûriyên xwe ne
nivîsandine û ne tomar
kirine ?
Di wê şevbuhêrkê,
de bi rêka têlên telefonê Birêz Şêx Birimce û xanima xwe Kewê birazya
Osman Sebrî gotina malbatê ji peşdarên şevbuhêrkê re xwendin .
Seyda Rezo Osê bi
devekî pelê pêşîn ji şevbuhêrkê xwend , hinekî sîstema rêbaza Osman
Sebrî di nav rêzên Partî de şirove kir , derbasî nav ketin û vêketina
Şoreşên Kurdan bû ta giha bajarên bîranînên xwe dema li zankoya Mosko
şagirt bû û bi alîkariya çend xortên Kurd û Misrê simînerek li hola
Zankoyê li darxistin , hingê nivîskar û rexnevan Ehmed Xemîsî jê Pirsî
:- Xwedê mala we
xera bike we ji piraniya van şoreşan sodeyek jî negirt ??
Di dawiya gotina
xwe de got :
- Bê çawa em li ser şopa pêşiyên xwe dimeşin û em dibêj xwezî wisa kiribana , yan
bîranînên xwe nivîsandibana ? wê sibe di pêşerojê de zaroyên me jî
bidin ser şopa me û pirsên wisa bikin ... vêca cegerdarî ewe ku em
karibin rêka van pirsan ji ber zaroyên xwe bigrin û karên çê û pozetîv
bikin .Seydayê Keleş
bîranînên xwe bi Apo Osman re anîn zimên û bi helbesteke xwe ku li Ser
Osman Sebrî nivîsandibû
ew bîranîn bi dawî kirin
..
Pişter seydayê Konê
reş li dirjahîya du rûpelan kurtejiyan Osman Sebrî xwend :
(
Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çênabin ,dibe ku di
nav miletekî de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê
dayikekê ji wî nifşî derbas neke ,ew nifiş stewir bimîne .Û dibe ku di
nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin..
Gel jî mirovên ne
leheng nake leheng .Heger teraziya dîrokê gele ,teraziya gel jî ,ji
zêre ,gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn ,lehengên xwe dibijêre û
navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û
bizava wan lehengan jêre
dibe dîrok.
Ne gereke ez navên
lehengên gelê kurd bibêjim,ewên ku navê wan di huşê her kurdekî dilsoz
û xemxur de hatiye tomar kirin,ewên ku di zindanan de ,di bin şert û
mercên dijwar de li ber xwe dane..
Lê wek nimûne ,bi
helkeftina ku (100) sal di ser roja zayîna Apê Osman Sebrî re derbas
dibe,ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê Kurd dibînim..û vê
panorameya kurt ji jiyana wî, wek wefadarî ji xwendevanên zimanê
kurdî re pêşkêş dikim .)
û min jî gotarê xwe yê bi navê
(Osman Sebrî : Serhişk mîna Sasûnê , Nazik Mîna Evînê) ,di vî gotarî
de helebesteke xweş ji helbestên Apê Osman derbas dibe dema dike dike
qêrîn û dibêje :
Armanca milet
Bête vejandin
Azadî ...
Ji bo te
Ku bi tu kesî ,
Bi tu ramanî ,
Neyê girêdan ,
Yek armanc ,
Yek rêzan ,
Yek raman ,
Xebatê bikî
Ji bo Kurdistan .
Mamoste Derwêş
Derwêş jî di gotina xwe de basa cegerdariya Osman Sebrî kir li Serxet
û Binxetê û got :
- Heger em bixazin
rêber û berpirsyaran rexne bikin , bela bi şêweyekî şaristanî be , bi
dijun û siqêfan kar û xebat winda dibe û civak li paş dimîne êdî em
nikarin bi barê şert û mercên cîhangêriyê rabin di vê dema ku dinya
bûye gundekî biçûk .
Çîrok nivîs Ehmed
Ismaîl di gotina xwe de pirsek balkêş kir :
- Gelo ! çima em
nikarin kesên sembol bikin leheng li ser depê
şanoyê ?
min şanoya li Barzaniyê nemir nivîsand û min xwest li ser dikê bête
lîstin , her kes bi rola xwe rabû , lê kesî newêrabû xwe bide ser
rola cenabê Seydayê Barzanî ..Gelo çima ?!
Mamoste Ferhad
Seyda , Çîroknivîs Fewaz Evdê , vekolînvan Xalid Mihemed û Şepalê
Berzencî û ... ku di şevbuhêrkê de amade bûn û bi kurtî nerîn û
baweriyên xwe gotin ; careke din ez dibêjim :
Osman Sebrî ku serhişk bû mîna sasûnê û nazik bû mîna evînê , bê
dûdilî rahişt xetîra zanyariyê bi destekî û bi destê din ve rahişt
tivinga azadiyê , ta ew , çiya , xetîr , pênûs û xewna azadiyê bûn yek
di sînga asmanê Kurdistanê de .
|
|