| |


|
|
Erê Dotmam!
Ebdulbaqî Huseynî/Oslo
|
| |
|
|
| |
Bo canê Selmayê, Ya ku hişt
balindeyên Skandinavyayê pepûk bimînin
Erê dotmam..
Îro ber û latên Omeriya
Matmayî mane..
Çûk û çivîkên Binxetê
Lal mane..
Aso di esmanê Beyrûtê de
Xûz bûye..
Tîrêjên keskesora wê
Bê ronî mane..
Ew kewên dilovan
Li Elmaniyayê
Bi hisreta
Comerdiya te mane..
Û em,
li Skandinavya tarewgeh
Wek sêwiya
Bê dê, bê xuh
Bê dotmam
Bê omîd mane..
Erê dotmam!
Erê qîza apo
Ji biçûkaniya te
Ta bi roja
Bobelata mezin
Xurist û tabayên wê
Li dijî vîna te bûn
Hesret û xemgînî
Timî hevalcêwîkê te bûn
Erê dotmam!
Gotin ji min re
Nabin rêber
Ku ez pesnê
Wî sincê
Teyî bilind bidim..
Erê dotmam!
Ez nizanim ,
Çima van salan
Mehreşkê
Meha Şibatê
Bo me kurdan
Bûye meha xedar
Par li Kurdistanê
Karasat bû ser serê
Selma Cizîrî
Û îsal vaye
Selma Huseynî
Weke gulekê
Ji nav me diçilmise..
Erê dotmam..
Gotin , rondik
Ew wek baranê jî
Bibarin
Nikarin îro-ro
Axa gora te
Şilbikin..
De razê dotmam
Razê..
Û bila vê carê
Mehrebanê jorî
Ji nûv re
Li wî riwê
Wek kevokekê
Binere..
Û bêje..
Min di jiyana te de
Kêmasî kir
Lê îro, ezê
Li axretê
Buhuştê bikim
Warê te..
Erê dotmam!
Em jî
Ji Yezdanê banî
Lava dikin
Ku buhuşt
Warê te be..
Ku buhuşt
Warê te be..
|
|
HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
|
|
|
|

|
|