HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN
 ROJAVA LI DERVE
  

 

 

 

 

 

 

   

 

 

 

 
 

  Malper

 Hevgirtin 

 Rojava

 English 
  Swedish

  Daxuyanî

  Endam

  Komîte

 Rêbaz

 
 

Bangewazî

 
 

 

 
 

 

 

 

Amnesty International

Civata alîkariya miletên çewisandî GfbV

PENa Kurd û di rêya wê re PENa nevnetewî beşê nivîskarên di girtîgehan de

Raya giştî

Ev ne cara yekem e, ku rêjîma Baasî sûrî rewşenbîr û nivîskaran dixe binê zindanan û bi vî şêweyî dixwaze dengê azdîyê xamoş bike û vemirîne. Para rewşenbîr û nivîskarên kurd jî ne kêmtir e ji ên neteweyên din.

Nivîskarê kurd Ebdulselam Darî ( 1963 ) ku ji bajarê Qamişlo ye û di piştî serhildana Qamişlo re di avdara 2004an de, mîna bi sedên niştimanperwerên kurd hatiye girtin û işkencekirin û ta niha nehatiye mehkeme kirin.

Ebdulselam Darî rojnamevan û nivîskarekî kurd e, ku ji demeke dirêj ve bi vî zimanê qedexekirî, zimanê kurdî dinivîse. Ji sala 1993an ve di gel Siyamend Ibrahîm û Hefîz E. kovara ASO ya toreyî û rewşenbîrî diweşand û di Rêdakisiyona wê de bû.

Gotar û nivîsên wî bêhtir li ser felsefa Seydayê Xanî û fikra wî ya netewî bû, herweha ji destpêka weşandina kovarê ve, di gel hevalên xwe Hefîz û Xalid Mihemed kursên zimanê kurdî bo kurdên ku dixwestin zimanê xwe fêrbibin vedikirin, daku hijmara xwendevanên kurd zêde bibe. Ebdulselam di gel du hevalên xwe pirtûkek bi navê KESKESOR ji bo fêrbûna zimanê kurdî derxistibûn.

Wekî ji raya gitî ve jî eyan e, ku rêjîma Sûrî ne ziman û ne jî nasnameya kurdan dinase. Ne tenê wilo jî, belê rewşenbîr û xebatkarên kurd ên ji bo mafên xwe yên rewa têdikoşin dixwaze wan gem bike û mafê derbirînê li wan qedexe dike.

Vêca em bangî we dikin, ku hun dengê xwe bilind bikin, daku desthildara sûrî van zindaniyên derbirînê û yên siyasî azad berde û bi şêweyekî mirovane serederiyêdi gel miletên sûrî ji ereb, kurd û kêmneteweyên din bike û mafê takekes û neteweyan bêne pêkanîn û parastin.

Azadî bo nivîskarê kurd Ebdulselam Darî û hemû girtiyên derbirînê li sûriya.

.05 Hannover 10.01

Selîm Biçûk

Ferhad Ehme

Merwan Osman

Tengezar Marînî

Reşîd Hisso

 

 

 

 

 

 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005