Neue Seite 1
 

29 December 2011 08:18

Azer Şiwêş

Berî ku

 

rojava.net- 29/12/2011

 

    

Berî ku çavên min,

di hewara dûrbûna te de,

bêne serhev,

û ez bêyî te,

ji vê jiyanê koç bikim,

berî ku razêm,

û xewnên bêrîkirinê,

bi te bibînim

dixwazim te,

di kesayetiya tiştên tede

bibînim

te û xwe, 

li ber çira te vêxisî

bibînim.

Wê tenê ew,

raza te

şanî canê, 

ne ji van canan

bide

û  şanî rengê,

hin evîna min

bide.

Pêre……

tev demsalên te jî,

tên,

û ez demsala dilê te

dibim

û tu…..

roka zer

ya her sibehên min

dibî……..

 

28.12.2011   

 

 

 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005