Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

22 December 2007 18:09

     

Dijmin û hewldanên wî

 

Azer OsÎ


 


Di dawiyê de û berî cejna Qurbanê Artêşa Tirkiyê bi balafiran baragehên Hêzên parastina gel û gundên başûrê Kurdistanê bombardûman kirin û di encam de 5 gerîlayan û hin jinên kurd li başûrê kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û pir malên kurdan hatin hilweşandin.Tirkiya di vê demê de dîn û har bûye, ji ber pir destkeftiyên Kurdan çêbûne û bi taybet li başûrê Kurdistanê û fîdralîzma Komara Îraqê û wekî din destkeftiyjinên Kurd. Ev êrîş ne ji ber xwe ve hat, lê Emerîka lempeya kesk ji Tirkan re vêxist û destûr da wan. û destkeftiyên kurd li bakurê Kurdisanê wekî partiya DTP û bi cîhbûna nunerên Kurd di parlemanê Tirkiyê de û pêşkeftina hêzên parastina gel di bin rêberiya partiya karkerê Kurdistanê PKK de . Dibê ku bibê pirs çimaTirkiyê bi hevqas hovitî Şerê gelê kurd dike û navê kurd pesend nake?
 


ne tenê li çar perçeyên Kurdistanê, lê her wisa li çar aliyên Cîhanê!
 

ji ber di serên Generalên Tirk de û desthilatdarên wê de hebûna Kurd wekî tunebûna xwe dibînin û wisa jî gelê xwe dane perwerdekirin. li gorî mercên heyî wisa hişyariyeke neteweyî ji partî, sazî, nivîskar û rewşenbîrên kurd li her çar perçeyên Kurdistanê tê xwestin ku rê li pêşiya her tiştê ku hestê neteweyî sist dike bigrin û kêfa dijminê kurdan hew bînin. Dijminê gelê kurd, tevî nakokiyên xwe, li ser doza kurdî ya rewa dibine yek û hemû hewldanan bi hev re dikin ta ku doza kurd di nava xwe de binpêbikin û hêviyên Kurdan wekî her carê ber avêtî bikin.
 

Tirkiya îroj vedirşe ji ber hemû hewldan kirin, ku nakokiyan di nav bera kurdan de çêke û wana bi hev re bide şer kirin û berê tivingên wayî pîroz li hember hev bi kar bîne, lê ev yek li gorî xwetekên dijmin pêknehat.ji xwe pir cihê kêfxweşiyê bû ji boyî gelê kurd li her derê ku rêzdar Mesûd Berzanî serokê herêma kudistanê pesend nekir ko navê terrorê li PKK ê bike û got em dikarin bibne alîgir bi desthilatdarên tirk re ji boyî çareserkirina doza kurd bi şêwazekî aşîtyane, vê yekê pir hêz û moral da kurdan û li hember jî dijmin gef dan.
 

dibê ku tiştên hatin kirin li başûr û pê dilê kurdan xemgîn bû, lê bi giştî ta niha helwest başe, ji ber kurd û bi taybet rêberên gelê kurd û yên ku cihê hêviyê ne ji boyî kurdan têde gihane ku dijmin û hêzên desthilatdar ji kurdên hezkiriyê doz û gelê xwe heznakin.
 

Îroj hestên netewî û kurdewariyê di kesayetiya xebat kar, gerîla û pêşmergeyên kurd de berz dibe, û her wiha rêberên kurd rolên dîrokî dilîzin. çiqas îroj ew çiyayên kurdistanê bi bejin û bala xort û keçên kurd bedew dibin û ji kurdan re dibine cihê sefirazî û şehnaziyê. ewin neviyên Qazî, Mele Mistefa, Şex Seîd, Seyid Riza , Mehmûd Elhefîd, Simko....dozê ji nû ve zindî dikin û ala hebûnê li ser çiya, deşt û zananên kurdistanê hildidin.


tevî hemû paşverûtiya Cîhanê, lê gelê kurd bi keda xwe, bi xwîna ciwanên xwe hemû perdeyên tarî diçirînin û çerxa felekê dizîvirînin.
 

hewcedariya kurdan ji nan û avê bêhtir bi hevgirtineke netweweyî heye û sitrateciyeke dem dirêj ku şerê bira kujiyê bibe xêzeke sor. wê demê dijminê kurd nema dikarin doza kurd têkbibin. wê hino hino xwestekên gelê kurd pêkbên. Hege her kesek bercewendiyên kurdewariyê bide pêşiya bercewendiyên kesayetî, wê çaxê ji xwe ve doz bi giyan û zindî dibe û dijminê kurd nema dikarin mîna berê vî giyanî bikujin. dijmin naxwaze kurd ji hev hezbikin û êşên xwe bi hev re parvebikin û ta dawiyê rêça pêşveçûn û zanistiyê li pêşiya kurdan digrin û moralê kurdan xerab dikin. wisa jî ji kurdan kar û xebateke bi zanistî tê xwestin û bi taybet partiyên kurd yên sereke û xwedan hêz ku gelê kurd di cihoka netewî re bimeşînin û bi rêvebibin û vî gelî bi zanistî ji kelem û xefkên dijminan rêzgar bikin. Hemû gelan qurbanî dan ta ku rêzgar bûn û cihên xwe di nava refên merovatiyê de girtin, lê bi rastî dijminên wan miletan ne mîna yê gelê kurde, dijminê me di her waran de hovin û mentelîteya ne baş ji boyî kurdan û hemû pêşveçûnan heye, dijminê Xwezayê, xak, ol, Erd û Ezmanin...lê her tişt wekî xwe namîne û cîhan jî hino hino tê guhertin û çavên gelê kurd vebûye ku dikare rewşa cîhanê bixwîne û li gorî serdema nû tev bigere.

Azer OsÎ
19.12.2007
 

 


 


alanocano@hotmail.com

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de