|

Gula 73.emîn, Gir Izêrê Şingalê
Selîm Biçûk
Diyarî ji bo „Navîn
Derwêş“ ê çarmehî ku bi 73 maç û 73
gulşîlanan mirin bezand
Bajo siwarê rojê, bajo ronahiya êgir,
bajo birîna sermedî li dilê Kurdistanê,
bajo û bila av û xak her biqîrin: „
Ya Xweda tu xêrê bide 72 miletan û em jî,
teva“. Erê, 72 milet, 72
lehiyên xwînê, 72 birînên şînê, 72
dojehên kînê û 72 çirayên hêviyê bi 72
lavij û daxwazên xêrê li dilê êgir tomar
bike. Xwîna 72 sorgulan li dilê Lalişê
nîgar bike. Ma gelo hîn xwîna 72
fermanan negihîştiye banê rojê, hîn saw
û tirs nekiriye dilê Xwedê? Hîn banê
tarî, zorê, kotekî û hovîtiyê nehatiye
lerizandin? Heta kengî dê lavijên te
bibin kuştin û talan? Heta gengî cenawer
û lawirên dirinde yên rengemirov dê li
ser dilê vê xakê sema kuştiyên te
bigerînin?
Bajo siwarê birînê, riya te dûr e!
Ma hîn kuştin û ferman ji te têr nebûne?
Li paş te 72 kulîlk li dilê Kurdistanê
hatin nîgarkirin. Li pêş te gula 73.emîn
li dilê Şingalê dibişkive û kî dizane
çend gulên din li hêviya birîna te ne?
Kî dizane çend leşkerên tariyê li hêviya
kîna xwe ne? Kî dizane çend Şingal, çend
Laliş, çend Ezdan, çend roj, çend agir û
çend xak li hêviya kuştina Kurdistana
xwe ne? |

Şingalistan: Li ser destên mirinê (3)
Hoşeng Broka
73 Mirin Şingal
Herçiqasî ku mirin, aliyekî dîtir, ji aliyên dinyayê ye,
ku dijî, lê bi qasî ku pirtûka mirinê dibêje, diyar e,
ku hindek giyanber, hindek dar û ber hindek kesk û dest,
hindek ax û av, hindek çiya û best, hindek bajar, hindek
dîrok û ciyografî, hindek nimêj û hindek Xwedê, ji yên
din bihtir û hesantir, dikarin mirin û mirin, werin
çinînê.
Yê ku „pirtûka Şingalê“; pirtûka çiyayê serhişk; „pirtûka
xirqe“, destên ku haha diçin rojê, stiran û hejîrên wê,
xwendiye, dizane, ku mirin, li wir, çende fereh û dirêj
e. Erê, yê ku „mirina hejîran“ xwendibe, teqez dizane,
ku Şingal çende dirêj e, ku dimire, û herweha mirin jî,
çende fereh e, ku ji Şingalê heta bi Şingalê ye. |
|