|


Du filmên Kurdi
„Al-Anfal“ û „Davîdê
Tolhîldan“
Başdarî
festîvala filmên
navnetewî ê
Rojhilat li
Genêva Swîsrî
dibin.

VEXWENDNAME “Rojnivîska Dînekî”
li Stockholmê

Daxuyanî
ji Komîta çap û
weşanê ya
Dezgeha Sema

Kitêbxaneya Kurdî û
weşanxaneya APECê
civînekê ji bo nasandina
pirtûka nivîskar Amed
Tîgrîsî Licêyê saz dikin.
APEC di derheqê vê
pirtûkê de weha dinivîse:
Lice bi dîroka xwe, bi
serhildanên xwe û bi
nifûsên sal û demên cuda
cuda yek bi yek anuha li
ber destê xwendevanan e.
Mirov di pirtûka Licêyê
de ji kultura xelkê kurd
heta jiyana kultura nav
malê rastî gelek mijarên
balkêş têt. Zanîneka
berfireh li ser gund û
navên wan ên kevn û
kurdî, ji pez û rezên
liceyiyan heta
şexsiyetên çê û neçê ji
mirovî re peyda dibe. Ji
bilî van hemû tiştan,
başî û balkêşiya vê
pirtûka Liceyê yek jî ew
e ku pirtûk wek ferheng
û ansîklopedîyeka
navçeya Liceyê bi zar û
zimanekî herêma Liceyê
hatiye nivîsandin.
Roj: Yekşem, 6 nîsan
2008
Seet: 14.00 - 16.00
Cih: Kitêbxaneya Kurdî,
Vattugatan 16,
Sundbyberg, T-bana:
Duvbo
Tel: 08-679 88 03
Civîn dê bi xwarineka
sivik bi dawî bêt.
Bi xêr bêyî!

LI
QAMIŞLOYÊ STÊRÊN ŞEVA
NEWROZÊ DÎSA BI XWÎNA
CIWANÊN KURD ÇURISÎN |