|
Li ser asta tevgera
siyasıya kurd lı Sûriyê, mixabin piraniya oldarên me roleke erênî ne
lîstin e, ji ber ku tim û tim ketin e xizmeta siyaseta wendabûna
netewa Kurd. Ew jî, ji ber gelek sedeman tê, û nemûneyên herî balkêş,
di vê çarçewê de Keftaro û Seîdê Botî ye yên wek wan in.
Lewra ku gelê kurd, bi kuştina Şêx Maşûqê Xeznewî, pir êşiya û
qîrîneke balkêş jê derbû, da ku mirov nas bike yê ku bi kêrî doza
gelê xwe were, gelê wî jî wî jibîr nake, bi dil û can lê xwedî
derdikev e.. kî dibe bila bib e.
Ji gorbihşt Şêx Mihemd Îsa û vir de, mirov dikare bibêje, Şêxê me yê
Şehîd, yê yekembû, ku bi roleke baş lîst, ew jî di nêrîn û awira wî
de eşkere bûbû. Lê tiştê ku mirov li ser xemgîn dibe, ku nehiştin ev
mirovê oldar û ji malbateke oldarî xwedî dîrokeke dûr û dirêj, ji
wisa bêhtir rola xwe bilîze, lê nayê wê wateyê ku wê yê dawîn be.
Bi bandora wî ya ku li ser gel dihata kirin, baş dizanî bûn, ji her
kesî bêhtir dikarîbû gelê Kurd, li dora xwe bicivîn e. Ji xwe dîroka
oldariyê, di nav gelê Kurd de, ne ji niha de destpê dike û hatiye
bicîkirin. Lê belê ji sedê salan, ev gel li ser van fikir û ramanan
hatiye perwerdekirin, geh pê hatiye xapandin û geh maralê wî bilind
bû ye.
Ji bo ku gelê me jî baş xwe nas bike, doza me ne ya olîye, lê belê
berî her tiştî, bi hebûn û nebûna me, wek gelekî bindest û ji mafê
xwe yên dîrokî û netewî bê par ma ye. Ev nêrîn li ser tevgera Kurd
li Sûrî ye.
Gava ku mirov li dîroka hersê perçeyên din yê Kurdistanê temaşe
dike, mirov tiştekî din dibîne, li Kurdistana Bakur, çawa ku gelê
Kurd bi şoreşa Şêx Se´îdê Pîran hatin naskirin, di gel ku bû
dîrokeke dewlemend, ji berxwedana gelê Kurd re, di dîroka nûjen de.
Ew gotinên Şêx Se´îd li ber darvekirinê, bûn mîna ayetên netewî û
heyanî niha di guhê gelê Kurd de tên xwendin, heyanî Kurd hebin, ewê
rêberên mîna wî bên bibîranîn.
Li Kurdistana Rojhilat, dewleta Kurdistanê bi rêberiya Qazî Mihemed
hate damezirandin, di sala 1946 an de û di yazdeh mehan de hate
herifandin, bi pilan û xapên neyarên Kurd, li Meydana çarçira Şêxê
me Qazî hate daliqandin.
Herweha li Kurdisatna Başûr jî rola oldar Melle Mustefa Berzanî, ku
tu caran nayê jibîrkirin û niha ev hersê nav wek sembola dîroka
berxwedana gelê Kurd li hember neyaran tên nasîn, ji bilî Şêx Ahmedê
Xanî û Melayê Cezîrî…… h.w.d .
Çima emê jî nebin xwedî dîrok, çima oldarên me jî wê ji bo doza gelê
xwe nebin pakrewan, yan çima wê ne welatperwer bin... ???. Lewra ku
bi şehîdbûna Şêx Maşûqê Xeznewî em dikarin bibêjin, oldarên me jî
îdî dikarin bibin welatparêz û gelê xwe di rêya olan re biparêzin,
wek hemî gelên dunyayê, bila şehîdbûna Xeznewî ji oldarên xwefiroş
re bibe nemûneyeke balkêş, û ji gelê xwe re bibe dîrok û samanekî
giranbuha.
* Serê gelê Kurd sax be.
* Gorbihişt be lawê Kurdistan.
tirej.com
|