Berî çend rojan min bihîst ku emerîkîyan Elî
Kêmawî radestî Iraqîyan kir, kêfa min gelekî
xweş bû û min bi xwe re got va ye roja ku
kurd li bendêne hat.
Roja 16 ê adarê Elî Kêmawî bajarê Helepçe da
ber kîn û cehra Be’sîyên regezperest û şofen,
min jî di dilê xwe de got vay e
berpirsîyarên kurdan doza Elî ji emerîkîyan
kirin ku wî di roja 16ê de li bajarê Helepçe
an dereke din bi darve bikin.
Ev hêvî ne ya min tenê ye, ew ya gelek
kurdan e û bi taybet jî xwedîyên qurbanîyan
ên ku cîgera xwe wenda kirin, ew jî li
hêvîya vê rojê bûn ku hinekî kezeba xwe
honik bikin û heyfa xwe ji sembola rejîma
Be’s hilînin.
Şêîyan di roja cejna misilmanan de heyfa xwe
ji Sedam hilanîn û guh nedane rejîm û peya û
hezkirin Sedam, wan bi ya xwe kir û kezeba
xelkê xwe honik kir û heyfa xwe ji wî
xwînrêjî hilanin û siloganên xwe jî di
dardakirina wîde bilind kirin.
Piştî roja 16 e derbas bû û sibê nûçeya bi
darda kirina wî di kenalên televizyonî de
der neket, hêvîyên min li erdê ketin û ez
gelekî xemgîn bûm, lê min bi xwere got belkî
di roja 21 de vê hesretê ji dilê kurdan
derxin, lê piştî ku roja 21 jî derbas bû û
tiştek nebû, min tê derxist ku hêzên siyasî
yen başûrê kurdistanê nikanin heyfa gelê xwe
zû zû hilînin.
Eger kurdên başûrê kurdistanê di vê demê de
nikanibin mafên xwe bi cî binin û heyfa xwe
hilînin, gelo wê kengî kanibin ?!
Piştî ku rewşa Êraqê baş bibe û hêzên siyasî
yên ereb û turkmen û heznekirin gelê kurd
pişta hev bigirin û bibin yek, wê demê wê
kurd kanibin heyfan hilînin !
Dîrok tim dûbare nabe û fersend jî tim bi
dest mirovan nakevin, eger di van rojên teng
de heyf neyê hilanîn, ew tu carî nayê
hilanîn.
Hêzên siyasî yên başûrê kurdistanê vê
berpirsîyarîyê radikin û divê bi qendî wêb
in, eger wa nebe wê nifşên dahatû daxawza vê
berpirsiyarîyê ji wan bikin.
Salih Cefer
22.03.2008