|
We li wan dîmenan temaşe kir?
Di nava zeviyeke fireh de pêncî şêst zarok “çalakiyê” li dar dixin,
keviran davêjin wan polîsên û tîmên
taybet ên ku xwe bi “techîzateke giran”
pêçabûn.
Gelo ku qet polîst neçûba wir, wê çi bibe?
Zarok in, wê hinekî biqîrin û ji hev belav bin herin.
Ew zarokên 13-14 salî ne û cihê ku lê “çalakiyê” dikin jî zeviyeke
pan û vala ye.
Na, çênabe, mafê zarokên kurd tuneye ku xwepêşandan û çalakiyan
bikin, di nava zeviyên vala de biqîrin.
Polîs bi ava rondikrêj û gazê, di destê wan de çek û sileh êrîşê
dibin ser zarokan.
Polîsek, zarokekî 14 salî yê bê dest û lep zeft dike, xortê biçûk
digire û davêje erdê...
Û dest bi kutekê dike, bi quntaxa tifingê li serê wî dide.
Ji bo mirinê lê dide.
Tu dilîl û hicetek jî tuneye, ji bo ku lê bide.
Bêyî ku karibe nefreta di hundirê xwe de
ragire, bi qontaxa çekê li serê kurikê
biçûk dixe.
Paşê polîsekî din tê û polîsê ku li zarok dide, pîroz dike.
Ev dîmen, ne tenê ya polîsekî, yan jî wehşet û hovîtiya wan polîsan
nîn e.
Li Başûrê Rojhilat, dewlet wisa ye.
Dewleteke ku li hemberî gelekekî ev qas kîn, ev qas nefret û
bêtehemûlî hebe, wê çawa karibe wê derê
bi rê ve bibe?
Û çima bi rê ve bibe?
Ji bo çi Tirkiye, ji bo birêvebirina gelekî ku ev qas jê nefret
dike, li ber xwe bide?
Bi qasî ku ‘zarokên wan bavêjin erdê, bi qontaxa çekan serê zarokên
wan bipelixînin’, hûn wan ji xwe re
“dijmin” bibînin, hûnê nekaribin li wir
bimînin.
Yên ku ew dîmen dîtin, zarokên Filîstînî hatin bîra wan ku çawa
leşkerên îsaîlî bi keviran mil û destên
wan dipelçiqandin û dişkandin.
Îngilîz hatin bîra wan ku çawa bi çekên otomotîk û bi bêhneke fireh
çek li çalakgerên Hindistanî direşandin
û dikuştin.
Ev dewlet, “kurdan” ji xwe nabîne.
Ew li wir wekî “hêzeke dagirker” tevdigerin.
Mirovan dikujin davêjin bîrên asîtê, gundan dişewitînin, zarokan
digirin davêjin girtîgehan. Girtîgeh
tijî kirine ji zarok.
Di demên ku herî zêde em nêzî aştiyê ne di demên “aram” de, zarokan
digirin davêjin erdê û bi qontaxan li
serê wan dixin.
Ev bûyara dawî jî, ji ber ku li ber kamerayan qewimî, me dît.
Li ber çavên kamerayan dikarin wisa dikin.
Îca bifikirin ka li cihê ku kamera lê
tunebin, li gundên li serê çiya, li
kolanên bêdeng,
li nava zeviyên dûrî bajar, ma kî dizane
li wan deran çi dikin.
Ku li hemberî we wisa tevbigerin, bi qontaxan li serê zarokên we
bixin û bipelçiqînin, gelo hûnê çi
bikin?
Ka wê kî wan biparêze?
Hûn fam dikin êdî çima ev şer 25 sal in didome?
Êdî hûn fam dikin ji bo çi zarokên kurd digel ku dizanin wê bêne
kuştin jî, derdikevin çiya?
Wê derkevin.
Ma çi bikin?
Ji bo ku canê xwe, namûsa xwe, zarokên xwe biparêzin, hûn rêyeke
din ji wan re nehêlin, ma çi bikin,
baweriya xwe bi kî bînin, xwe bispêrin
ku?
Ew jî diçin çiya.
Rojname dinivîsin “PKK rêxistineke terorîst e” û siyasetmedar wisa
dibêjin.
Ez jî di nav de gelek kes dibêjin “Êdî bila PKK şer bi dawî bike!”
Gotina “PKK rêxistineke terorîst e” hêsan e.
Lê ya ku ji pişt ve li mirovan dixe û dikuje, em JÎTEM’ê re çi
bêjin?
İnsanları enselerinden vuran JİTEM ne
peki?
An jî Tîmên Taybet ku serê zarokan bi
qontaxê çekan dipelçiqînin çi?
Gelo ya ku ew jî dikin ne “teror” e?
Tu gelekî bidî ber xwe, tevî jin û zarokan, li ser wan terorê
bimeşînî, ew gel wê çi bike?
Wê ew kes çawa xwe biparêzin?
Ka vê ji min re bêjin...
Ji min re bêjin ka ew kes wê çawa zarokên xwe biparêzin.
Tu gelekî bi giştî dijmin îlan bikî, gundên wan bişewitînî,
heqaretê li jinên wan bikî, wan bigrî
bavêjî girtîgehê, serê zarokên wan bidî
ber qontaxên çekan û zilmê li wan bikî,
wê ew gel derkeve çiya.
Derket jî...
Piştî wê tê bi salan şer bikî û tê bibî sedem ku hîn zêdetir
mirov bimrin.
Dema min ew dîmen, ew hovîtiya wehş, ew kêfxweşiya polîsan di
ekranên televîzyonan de dît, min ji xwe
re got, wê ev dewelet nekariban wan
deran bi rê ve bibe û ez difikirim ku
mafê dewletê tuneye jî ku bi rê ve bibe.
Tu diçî ji wan re dibêjî; “ez dewleta te me”, ma ev e dewletbûna
wan?
Li bajarên wan ku ji sedî 90 kurd in, tu leşkerên çek bi dest
derdixî û gotinên “tirkbûnê” derdixî
pêş, tu dixwazî peyamê bidî wan ku “emê
bi zora sileh û çekan” we bi rê ve
bibin, ev e dewleta wan?
Ma ev dewlet çi dixwaze?
Şer? An jî Aştî?
Tu zilmê li gelekî bikî, tu nikarî di şer de bi ser bikevî, di
dîrokê de tu kes bi ser neketiye.
Dibe ku li hemberî artêşan mirov di şer de bi ser bikeve lê li
hemberî gelan qet tu kes bi ser nakeve.
Hûn aştiyê dixwazin?
“Aştî” bi pelçiqandina serê zarokan çênabe.
Zalim ne di şer de bi ser bikevin û ne jî di aştiyê de...
Min bi çavên xwe dît ku çawa bi qontaxa çekan li serê wî zarokî
dixistin...
Ma ew ax ya te be wê bibe çi, ya te nebe wê bibe çi.
Dibe ku ew ax bibe ya te, lê ew gel ne yê te ye.
Gelekî ku tu bi qontaxan li serê zarokên wan bidî, ne dibe yê te û
ne jî bi te re dibe.
Dema ku li nava dar û zeviyên wan de zarok neyên kuştin, serê wan
neyê pelçiqandin, neyê pêpeskirin, li
zarokên wan neyê xistin, zarokên wan bi
rehetî derkevin, bilîzin, bigerin,
bikenin, kî vê yekê ji bo wan pêk bîne,
bi cih bîne, wê ew gel bibe yê wî.
Wê çaxê tê netirsî û bi dilekî rihet navê wê axa wan a ku bi
sedsalan e hatiye qedexekirin bînî ziman
û bêjî Kurdistan, tê bi zarokên wan re
rûnê û stranan pê re bibêjî û ji Ahmed
Arif jî helbestekê bixwînî.
http://www.taraf.com.tr/makale/5214.htm
|